Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê akademiyek ji bo fêrkirina estrumanan hat vekirin

Dibin pêşengtiya Stêra Zêrîn û Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê de, li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, cara yekemîn ji bo fêrkirina esrtrumanan akademiyek bi navê Şehîd Hozan Serhed hate vekirin.


Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) her sal di betlaneya havînê de ji bo xwendevan û ciwanan dewreyên fêrkirina estrumanan tê vekirin. Di heman çarçoveyê fêrkirina estrumanan de, îsal dibin pêşengtiya Stêra Zêrîn û Navenda Çand û Hunerê ya wargehê de akademiyek bi navê Şehîd Hozan Serhed hat vekirin.

Di merasîma vekirin akademiyê de, endama Koma Meryem Xan Dayê Besê Budak axaftinek kir û wiha got: “Em mîrasê ku şehîd Devrim ji me re hêlayî li erdê nahêlin û ji bo wê jî, wê zarok û ciwanên me li akademiya Şehîd Serhed perwerdeyê bibînin. Ji bo vê em jî dibêjin akademiya Şehîd Serhed ser xêrê be, pîroz û serkeftin be.”

Piştî axaftinê qurdele hat birîn û xwendevan û ciwan derbazî nava akademiyê bûn.

Yorum Gönder

0 Yorumlar