Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Filîz Bûdak diyar kir ku di pêngava 1’ê Hezîranê de gerîlayên jin rolê pêşengtiyê meşandin û wiha got: “Gerîlayên jin yên ku di vê pêngavê de xeta Bêrîtan şopandine di artêşbûyîna jin de xwe gihandin lûtkeyê.”
Jiyan Pîran
Tevgera Azadiya Kurdistanê di 1’ê Hezîrana 2004’an de li hemberî hêzên komploger û kesên tasfiyekar pêngava şerê gelê şorşgerî dan destpê kirin. Bi vê pêngavê re Tevgera Azadiya Kurdistanê kete qonaxek nû ya têkoşînê. Têkildarî vê pêngavê û rola gerîlayên jin ya di vê pêngavê de Hevseroka Meclîsa Gel a Wargeha Penaberan ya Mexmûrê, Filîz Bûdak ji ajansa me re axivî.
‘Bingehê paradîgmaya nû ye’
Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Filîz Bûdak di destpêka axaftina xwe de bi boneya rast hatina 20’emîn salvegera pêngava 1’ê Hezîranê ya ku di 2004’an de ji aliyê Tevgera Azadiya Kurdistanê ve bi pêngava Şerê Gel ê Şoreşgerî hatibû destpêkirin li Rêber Apo, gelê Kurd û hemû şervanên ku di vê têkoşînê de cih girtine pîroz kir û wiha got: “Ji avabûna PKK’ê heta roja me ya îro dewleta Tirk û dewletên din yên dagirker di her firsendê de xwestine bi derbeyan tevgera azadiya Kurdistanê têk bibin. Bi xistina PKK’ê ya lîsteya terorê re, komkujî, operasyonên ku di salên 90’î dayîn destpêkirin û alîkariya hêzên Kurdên xiyanetkar yên wek Mala Barzan xwestine tevgara azadiyê tasfiye bikin. Piştî ku Rêbertî dît ev pêvajo li gorî tê xwestin bi rêve naçe, armanca dewletên NATO fêhmkir û li ser vê parêznameya Parastina Gelekî nivîsand û pêşkêşî Hêzên HPG û YJA Starê kir. Bi gihiştina vê parêznamê ya destê gerîla re ji 2003’ê û pêvajoyek nû hat destpêkirin.”
‘Bi ruhê 1’ Hezîranê re li çiyayên Kurdistanê têkoşîn tê kirin’
Bûdak di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi ruhê pêngava 1’ê Hezîranê niha li çiyayên Kurdistanê li hemberî dijmin têkoşîn dikin û wiha pêde çû: “Pêngava 1’ê Hezîranê ya şerê gelê şoreşgerî heta niha berdewam dike. Bi vê pêngavê re hem pêşî li dagirkeriyê hem jî pêşî li tasfiyeya navxweyî hat girtin. Her wiha di aliyê îdeolojî de guhertin û veguhertinên nû çêbûn. Di 2005’an de bi avakirina KCK’ê re sîstema netewa demokratîk danî holê, weke modernîteya demokratîk aliyê wê yê civakî û pergalî her wiha weke gerîlayên serdemê yên modernîteya demokratîk pêngavek nû derket pêş. Pêngava 1’ê Hezîrana 2004 heta roja me ya îro şerê li Zap, Metîna, Heftenîn, Xakûrk û Gare tên meşandin di heman çarçoveyê de ye.”
‘Artêş û partiya jin bi rêxistinkirî’
Her wiha Bûdak di dirêjiya axaftina xwe de daxuya kirin ku gerîlayên jin di Pêngava 1’ Hezîranê de li hemberî komploger û tasfiyekaran têkoşînek bê hempa dan meşandin û wiha vedibêje: “Li hemberî pêvajoya tasfiyekaran bertekên herî xurt ji aliyê gerîlayên jin ve hat raber kirin. Ji ber ku yê artêş û partiya jin bi rêxistinkirî û avakirî Rêber Apo ye, her wiha yê ku di azadiya welatekî, netewekî û cinsê wê de jin kirî xwedî biryar û îrade Rêber Apo ye. Di wê pêvajoyê de gerîlayên jin li hemberî tasfiye û komployan hêza bingehîn bû. Pêşengtiya heval Nûda û heval Sorxwîn jî mînakên vê têkoşînê yên li ber bi çav bûn. Her wiha li beranberî komploya 15’ê Sibatê çalakiya heval Viyan jî mînakek din ya vê yekê ye. Her wiha fermandar heval Gulbihar, heval Gulan ji vê re pêşngtî kirin.”
‘Xwe bi rêxistin dikin’
Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Filîz Bûdak wiha gotinên xwe bidawî dike: “Li beranberî pêvajoya komplo û tasfiyeyê seknek bi heybet ya hevalên jin hebûn. Bi vê sekna xwe ya ji salên 80’ê girtî heta 2004 û şûnde êdî xwe bi awayê YJA Star bi rêxistin kirin û artêşbûna xwe derxist astekî hîn jortir. Bi gerîlatiyekî profesiyonel dest bi şerê xweparastin û şerê serdeçûyînê de kir, mirov dikare bibêje yek ji xalên serxistina pêngava 1’ê Hezîranê ye. Gerîlayên jin yên ku di vê pêngavê de xeta Bêrîtan şopandin, di artêşbûyîna jin de xwe gihandin lûtkeyê. Niha jinên Kurd li ser mirateya pêngava 1’ê Hezîranê li hemû deverên cîhanê xwe bi rêxistin dikin. Di heman demê de jî di vê pêngavê de jina Kurd li hemberî komplo û kesên tasfiyekar seknek xurt raber kirin û encamê wê girtin.”
0 Yorumlar