Netew formek civaki ye. Di pêşketina netewbûnê de, civakê çend form derbaskerine. Her formek civakê li gorî asta hişmendî, guhertin û veguhertinên demê pêktê. Qlan û Qebîleyên berî, nasnameya formên civakê yên netewî pêkhatine. Çawa di nav netewekî de gelek Qlan û Qebîle hene, dema behsa civakê bê kirin jî, di civakê de gelek netew hene.
Netew
forma civakî ya herî berfirehe. Netew: Ji hişmendiya Qebîle, hişmendiya olî,
hişmendiya otorîteya siyasî ya hevbeş û bazara hevbeş pêktê. Dîsan di
hişmendiya avakirina netew de rola erdnîgariyê jî bi bandore. Her netewek xwedî
erdnîgariyekê ye. Qebîleyên ku di heman erdnîgariyê de jiyan dikin zûtir
hişmendiya netewî digrin. Ziman jî di
avabûna hişmendiya netewî de xwedî role. Zimanê hevbeş di navbera qebîleyan de
hişmendiya netewî dide avakirin. Dîsan bi ziman ve giradayî çand jî hişmendiya
netewî ava dike. Heta mirov dikare bêje ku bingehê avabûna hişmendiya netewiye.
Hişmendiya
desthilatdariyê newtewbûnê bi derketina dewlet neteweyê ve girêdidin. Lê ev ne
raste. Ji bo dewlet netewe rewa nîşan
bidin, hişmendiya netewbûnê bi dewletbûnê ve girêdidin. Netewbûn ji bo civakê pêşketineke
erêniye lê hişmendiya desthilatdariyê bi dewletê ve netewbûnê teng dike. Di heman
demê de bi avakirna dewlet neteweyê re hişmendiya netewperestiyê jî tê zindîkirin.
Hişmendiya desthilatdariyê bêyî ku hişmendiya netewperestiyê zîndî bike nikare
civakê bixe bin kontrola xwe.
Hişmendiya
desthilatdariyê, xwe li ser dijminatiya civakê ava dike. Deshilatdarî ji bo
dijminatiya xwe ya li hember civakê rewa nîşan bide hişnemdiya netewperestiyê
avakiriye. Hişmendiya netewperestiyê di civakê de hişmendiya civakên serdest
ango netewa serdest ava dike. Dema hişmendiya serdestbûnê di netewekî de yan jî
di civakekê de hebe, ew netew di xwaze
netewên din an jî civakên din di bin destê wan debin. Yanî serdestiyê bimeşîne.
Ev yek jî dibe sedema şeran. Di rastiyê de şerê civakan nîne, le şerê
hişmendiya desthilatdariyê heye. Dema hişmendiya desthilatdarî hebe, her hêzek
di xwaze xwe li ser hêzek din mezin bike. Netewperestî dibe çeka di destê
desthilatdaran de ku li hember civakê bikar bînin. Avakirina dewlet neteweyê jî
dibe mekanîzmaya şer a destê desthilatdariyê. Rêxistinbûna dewletê xwe li ser
şer û destdanîna ser berhemên civakê avakiriye.
Têkliyê
civakê li ser esasê hev bi hêzkirinê tên avakirin. Di têkliyê civakan yan jî têkliyê
mirovan de ji hev sud girtin heye. Ev yek ji bo mirovekî jî derbasdare û ji bo
netewan jî derbasdare. Di xwezayê de jî têkliyên zindiya li ser esasê hev bi
hêzkirinê ye. Zindiyê ku herî zêde wek dijberê hev xwuya dikin jî, di navbera
wan de têkliyek sîmbîyotîk ango têkliyek hevdu dide jiyankirin heye. Di xwezayê
de heger curek zîndiyekî yê din tine bike ew di heman demê de dibe tinebûna wî
jî. Ji ber sedema hebûna her cureyekî bi yê din ve girêdayî ye.
Di cîhanê de
bi milyaran mirov hene. Ev mirov girêdayî erdnîgariya ku tê de jiyan dikin bi
çand û ziman ji hev cûda dibin. Girêdayî erdnîgariyê rengê mirovan jî ji hev cûdaye. Cûdabûna rengê mirovan, zimanê wan û çanda
wan nayê wê wateyê ku hinek mirov başin an jî hinek ne başin. Reng ziman û çand
ne nîşaneyên serdestiyê ne. Serdestî hişmendiyek desthilatdariyê ye. Ev
hişmendî dijminahiyê avadike. Dijminahî jî şerê tinekirina yê beramber xwe
tîne.
Di dîrokê de
pêşketina mirovahiyê li ser esasê têkliyê civakan pêk hatiye. Çawa mirovek bi
tena serê xwe nikare pêşketinek mezin çêbike, di nav civakan de jî yek civak an
jî netewek nikare bi tena serê xwe pêşketinên mezin çêbike. Têkliyên civakan
yên li ser esasê çandî, aborî û zanistî asta mirovahiyê bilind dike.
Rêber Apo
bi vê rastiya civakê ve girêdayî, li himber hişmendiya desthilatdar û dewlet
netewe, hişmendiya civaka komînal û netewa demokratîk pêşxist. Hişmendiya
desthilatdariyê û dewlet netewe di navbera civakan de, di navbera netewan de
dijminahiyê avadike. Lê hişmendiya civaka komînal û netewa demokratîk yekîtiya
civakan, netewan avadike. Mîrovahî bi pir zimanî û pir çandî xweşik dibe bi wate dibe. Yekîtiya di navbera
netewan de dewlemendiya mirovahiyê jî derdixe holê. Ya din dijminahiyê û yek
rengbûnê derdixe holê.
Bingehê şerê ku neha li Rojhilata Navîn û
cîhanê derdikeve hişmendiya dewlet netewe û desthilatdariyê ye. Pergala desthilatdariya bi navê yekîtiya
netewan UN avakiriye. Lê ev ne yekîtiya netewane, yekîtiya dewletan e. Dewlet
civakan temsîl nakin. Dewlet mekanîzmaya desthilatdariya li ser civakê temsîl
dike. Yekîtiya desthilatdaran encax li ser serê civakê felaketan bîne, aşîtî û
aramiyê nayîne. Ji ber vê yekê li beramber yekîtiya dewletan, yekîtiya netewan
pêwîst dike. Ev yek jî bi hişmendiya netewa demokratîk re konfederalîzma
demokratîk a cîhanê dibe.
0 Yorumlar