Salih Kara ku li Wargeha Penaberan a Mexmûrê hekîmtiya dermanên xwezayî dike balkişand li ser feydeyên dermanên xwezayî û wiha got: “Gelek giyayên bi vî rengî li derdora me hene divê em hemûyan nas bikin û karbînin. Çanda dermanên xwezayî di nava civaka Kurd de biparêzin.”
Jiyan Pîranî
Salih Kara
ku niha li Wargeha Penaberan a Mexmûrê jiyan dike, di navbera salên 2015-2019’an
li gel doxtor Fayîq şagirtiya hekîmtiyê dike. Li ber destê doxtor Fayîq belgeya
xwe ya hekîmtiyê jî digire. Ji bo
çarserkirina nexweşiyên fîzîkî yên mirovan hewil dide bi destê xwe û dermanên
xwezayî çarseriyê peydabike. Têkildarî ferq û cudahiya di navbera dermanên
xwezayî û kîmyawî ku di roja me ya îro de li tevahî cîhanê bixwe bûne bingiha
nexweşiyan ji rojnameya me re axivîn.
‘Dermanên
kîmyayî nexweşiyan zêde dike’
Salih Kara di destpêka axaftina xwe
de diyar kir ku dermanên kîmyayî li cihê çarserkirina nexweşiyê, nexweşiyek din
di laş de pêşdixe û dibe sedemê ji hefketina laş û wiha got: “Ferq û cudahiyek
gelek mezin di nava dermanên xwezayî û dermanên kîmyawî de heye. Dermanên
xwezayî ger ji bo nexweşiya ku tê karanîn ne be çarserî, ti ziyanekê nagihîne laş
û hêdî hêdî nexweşiyê çarser dike. Lê belê dermanên kîmyawî li cihê nexweşiya
heyî çarser bike, rê li ber nexweşiyek din vedike. Lê ger naskirina giya û
şêwazê karanîna giyayên xwezayî yên ji bo nexweşiyan dibin çarserî neyê zanîn,
dibe ku giyayên xwezayî jî bibe sedema nexweşiyên cudatir. Ji bo karanîna van
dermanan jî pêwîstî bi serlêdana hekîmekê heye. Di heman demê de li gorî temen
û nexweşiyan, rêjeya karanîna giyayên xwezayî tê guhertin. Dibe ku hemû
dermanên niha tên çêkirin jî ji giya be. Lê ji ber ku dermanên kîmyawî û asta
giyayên ku çarser dikin kêmtire, ji nexweşiya heyî re nabin çareserî. Dema em
temaşe dikin li gorî pêşketina vê çaxê jî çareseriya ku di dermanên xwezayî de
tê peydakirin di dermanên kîmyawî de tine ye. Gelek nexweşiyên ku niha bi
dermanên xwezayî tê çarserkirin hîn heta niha jî dermanên kîmyawî ji bo wan
nexweşiyan nehatine çêkirin. Beriya zayînê bi hezaran salan ji bo çarserkirina
hemû nexweşiyan giyayên xwezayî hatine karanîn. Mûmyakirina miriyên serdema
Misriyan nimûneyên vê yekê ye ku heta niha jî nekarîne bi dermanên kîmayawî vê
encamê bi dest bixin.”
Salih Kara di berdewama axaftina
xwe de qala çend giyayên ku li wargehê şîndibin û ji bo nexweşiyan dibin
çarserî kir û wiha got:”Gulbeybûn ji bo nefes tengbûn, gurçîskan, serma,
îltihab û ji bo hevsengiya tansiyon û şekerê jî dibe çareserî. Di heman demê de
ji giyayê Qesîl mehemûd ji bo îltîhaba mîdê, sing, kirmik û nexarina xwerinê
dibe çarserî. Gelek giyayên bi vî rengî li derdora me hene divê em hemûyan
nasbikin û bikarbînin. Çanda dermanên xwezayî di nava civaka Kurd de biparêzin.”
0 Yorumlar