Ticker

10/recent/ticker-posts

ÛYSAL: PERGALA ÎMRALIYÊ DIJÎ HEMÛ ZAGONAN E!

Parêzera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Newroz Ûysal diyar kir ku bi xwedîderketin û berteknîşandanan, dikarin agahî ji birêz Ocalan bistînin û ger tecrîd bê şikandin wê aramî bikeve Tirkiyê û pirsgirêka Kurd çareser bibe.”

ARMANC HEREKOL - ROJEV

Parêzera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Newroz Ûysal têkildarî rewşa dawî ya tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ajansa me re axivî û diyar kir ku bi xwedîderketin û bertek nîşandanan, dikarin agahî ji birêz Abdullah Ocalan bistînin.

‘Dijî zagonan nêzî birêz Ocalan dibin’

Newroz Ûysal di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku ev 24 salin birêz Ocalan di girtîgehê de ye û got: “ Ji roja destpêkê heta niha, dijî zagonan nêzî birêz Ocalan dibin. Di nava 11 salan de tenê wek parêzer me 5 caran hevdîtin pêk anîne. Her wiha ev 3 salin parêzer nikare bi birêz Ocalan re hevdîtin pêk bîne. Di sala 2020’an de li Îmraliyê agir pêketibû ji ber wê yekê malbatê hevdîtin pêkanîbû. Ji wê demê heta îro ti hevdîtinên rû bi rû çênebûne. Herî dawî jî di 25’ê Adara 2021’an de bi rêya telefonê hevdîtinek kurt a malbatê pêkhatibû. Ji wê demê heta niha ti agahî ji birêz Ocalan nayê girtin. Ev yek jî dijî zagonan e. Dema ku dem li ser cezayên disîplînê yên ku li ser birêz Ocalan didin birîn re derbaz dibin, nû agahî didin me û ji ber ku dem derbas dibe em nikarin îtiraz bikin.”

‘Pergalek ya êşkenceyê ye’

Ûysal da zanîn ku ji bo Ocalan girtîgehek taybet hatiye amadekirin û di wê girtîgehê de tevahî jiyana Ocalan wek xwarin, vexwarin, spor, pirtûk xwendin, hevdîtin û her weke din hatiye astengkirin û wiha pêde çû: “Em van kiryarên ser birêz Ocalan wek pergala êşkencê bi navdikin. Pergala Îmraliyê dijî zagonên Tirkiye û navdewletî ne. Di biryarên dadgeha mafên mirovan ya Ewropayê de, ger çend heyvan agahiyek an jî hevdîtin bi girtiyekî re neyê kirin, ev yek nayê qebûl kirin û ev dibe rewşek a êşkenceyê. Lê ev 18 heyvin me qet agahiyek ji birêz Ocalan negirtiye. Ti mînakên van kiryarên ser birêz Ocalan di dîrokê de nînin. Hemû dezgehên mafên mirovan ji bo pergala êşkencê ya li Îmraliyê bêdeng dibin."

‘Herî zêde mafê birêz Ocalan hatiye xwarin’

Newroz Ûysal kiryarên ser Ocalan di warê zagonî de nirxand û diyar kir ku li gor zagonan divê birêz Ocalan her hefteyê bi malbat û parêzeran re hevdîtin bikirba, lê ev zagon ji bo birêz Ocalan nayê pêkanîn û wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Dema mirov temaşe dike, mirov dibîne girtiyê ku herî zêde mafê wî hatiye xwarin birêz Ocalan e. Tevahî cîhan vê yekê dibîne û bi bêdengiya xwe tevlî pergala tecrîd û êşkencê dibin. Dixwazin bi êşkence û tecrîdê kiryarên xwe li ser birêz Ocalan û gelê Kurd bidin ferzkirin. Her wiha armanc dikin ku Kurdan di Rojhilata Navîn de bidin şixûlandin. Dema ku Birêz Ocalan van kiryaran qebûl nake û dijî wan derdikeve, dewlet êşkence û tecrîdê girantir dikin. Dewlet li gor polîtîkayên xwe guhertinan di tecrîda ser birêz Ocalan de çêdike. Pêşîgirtina hevdîdina bi birêz Ocalan re, pêşîgirtina çareseriyê ye. Tecrîd bandorekî mezin li aborî, siyaset, polîtîka û demokrasiya Tirkiyê dike. Ger tecrîd bê şikandin wê aramî bikeve Tirkiyê û pirsgirêka Kurd çareser bibe."

‘Li gor xwestekên dewletê nêzî me dibin’

Ûysal di nava axaftinên xwe de qala xebatên xwe yên wek parêzer dikin kir û ev tişt got: “Wek parêzerên birêz Ocalan me ji bo rakirina tecrîd û şikandina pergala êşkenceyê di warê zagonî de gelek xebatên berfireh pêkanîne. Hem hindir û hem jî ji derve em gelek xebat didin meşandin. Em sê heyvan carekê raporên xwe bi CPT re parve dikin û carnan jî rû bi rû hevdîtinan çêdikin. Li ruxmê evqas serlêdanan jî gelek caran bersivên siyasî didin me, li ser mijarê nasekinin û li gor xwestekên Tirkan tevdigerin."

‘Divê dijî tecrîdê çalakî û bertekên mezin derbikevin’

Parêzera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Newroz Ûysal herî dawî ev tişt anîn ser ziman. “Ji 2018'an heta niha 10 care cezayên disîplînê li birêz Ocalan hatiye birîn. CPT di raporên xwe de diyarkirbû ku kesên nekare hevdîtinê ji derve bike, nabe cezayê disîplînê lê bê birîn û têkiliya wî ya ji derve bê qut kirin. Divê gel bizane, di asta hiquqî de ti wateya van nêzikatiyan tine ye. Divê li dijî van hêcetan, bertekên mezin û bi tûnd werin nîşandan. Ji 2015'an heta niha hevdîtinên hatine pêk anîn hemû jî ji ber rewşên awarte bû. Hemû hevdîtin bi saya bertekên mezin û çalakiyên gireva birçîbûnê hatine pêkanîn. Bi xwedîderketin û berteknîşandanan, em dikarin agahî ji birêz Ocalan bistînin. Divê bertekên mezin derbikevin û çalakiyên heyî bên mezinkirin. Wê bi saya van çalakî û bertekan, pergala êşkenceyê ya li Îmraliyê bê şikandin."

Yorum Gönder

0 Yorumlar