Xelkê Wargeha Penaberan a Mexmûrê serkeftina DEM Partiyê ya li Bakurê Kurdistanê pîroz kirin û gotin: “Dewleta Tirk hemû derfetê xwe ji bo windakirina DEM Partî bi karanî, lê DEM Partî bi berxwedaniya zanistî êrişên wan berteref kirin.”
Jiyan Pîran
Di 31’ê Adarê de li Bakurê Kurdistan û Tirkiye hilbijartinên şaredariyan pêk hat. Di hilbijartinê de DEM Partî li bajar û navçeyên Kurdistanê serkeftinek mezin bidest xist. Têkildarî serkeftina DEM partiyê xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji ajansa me re axivîn û serkeftina Dem Partiyê pîroz kirin.
‘Serkeftinek mezin li Bakurê Kurdistanê hat bidestxistin’
Rêzbar Çelî diyar kir ku coş û kelecana pîrozbahiya 8’ê Adarê, Newroz û çalakiyên gerîlayên azadiyê serkeftina di hilbijartinê de bi xwe re anî û wiha got: “Coşa di pîrozbahiyên 8’ê Adar û Newrozê de serkeftin bi xwe re anî. Gelê Kurd serkeftinek mezin li Bakurê Kurdistanê bidest xist. Em bi hêvîne ku gelê me xwedî li şardariyên xwe derbikevin û nehêlin dewleta Tirk bi siyaseta xwe carek din qeyûmê li ser şardariyên me pêkbîne. Em gelê xwe yê Serhedê pîroz dikin, dersek baş dan dewleta Tirk. Em bi hêvîne bi vê coşê serokartiya xwe jî bi fîzîkî azad bikin û di nav xwe de bibînin.”
‘Bi perspektîfên nû çokê dijmin şikandin’
‘Rejima AKP li metrepolên Tirkiyên bin ket’
Qûtbedîn Korhan jî serkeftina DEM Partiyê pîroz kir û wiha got: “Ev hilbijartin ji bo me gelek girîng bû. Ji ber ku em ne bi AKP’ê re, em bi dewleta Tirk re ketin hilbijartinê. Tişta ji destê wan hat kirin, lê cardin em serketin. Ev hilbijartin ji bo sîstema wan ya qeyûmê bû dersek baş. Lê niha ji di fikirê xwe de bi israrin dixwazin li bajarê Mûşê û Wanê sîstema xwe ya qayûmê carek din li ser van bajaran ferz bikin. Çi dikin bila bikin wê helwestên Kurdan yên li hemberî xwe bibînin. Em serkeftina vê hilbijartinê li Rêber Apo pîroz dikin. Gelê Kurd bi bêderfetiya xwe serkeftin bi destxist. Rejima AKP li metrepolên Tirkiyên bin ket. Em hemû Kurdên kar û xebat kirine silav dikin û serkeftinên dayîmî ji wan re dixwazin. Wek gelê Kurd emê heta roja dawî têkoşîna xwe berdewam bikin.”
0 Yorumlar