Ticker

10/recent/ticker-posts

KOMPLOYA 1985’AN BI ŞÊWEYÊN CUDA DIDOME


Dema ku mirov li dîroka têkoşîna azadiyê dinêre, hêzên komploger ên navnetewî bi dehan caran xwe gihandine hewara dewleta Tirk a faşîst. Hîna li ser şerê çekdarî salek jî derbas nebibû di serî de Elmanya û hêzên navnetewî di bin sîwana NATO’yê de ketin nava tevgerê. Ji bo ku vê êrişa xwe ya li ser PKK’ê û gelê Kurd rewa bikin, destpêkê serokwezîrê Swêdê Olof Palme ku Kurd jî di nav de dostên gelên bindest bû, qetil kirin û ev kiryara xwe ya qirêj xistin stûyê gelê Kurd û rêxistina me. Ji xwe bi vê reşkujiyê re ango bi vê bêbextiyê re, PKK wek rêxistinek teror hat binavkirin û ji wê demê û heta niha jî hem li hember Rêber Apo û PKK’ê û hem jî li dijî gelê Kurd komplo li ser komployan pêşdixin. Lê ger em komploya herî mezin a 26 sal beriya niha di kesayeta Rêber Apo de li dijî gelê me û tevgera me ya azadiyê pêkanîn nehesibînîn, ev hêzên tarî yên komploger di ti êrişan de ne gihiştine armanca xwe. Jixwe em ji ber vê nebesiyê hem wek gel û hem jî wek tevger, hîna di rewşa rexnedayînê de ne û heta ku Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve azad nebe jî wê ev hewldan û rexnedayîn bidome. Wekî ku me li jor jî anî ziman, derveyî vê komployê di ti komployan de ne gihiştine armanca xwe. Di hemûyan de jî têkçûne. Lê çi dewleta qirker mêtînger a Tirk û çi jî hêzên paşverû yên navnetewî; wekî wî pehlewanê ku timî têk diçe û ji têk çûyînê jî têr nabe, serî li komployên cuda didin. Niha jî piştî têkçûyîna leşkerî, siyasî, aborî û derûnî ya dewleta faşîst, hewl didin bi komployek nû ya pir mezin ve rêxistina me tasfiye bikin û qirkirina gelê me biserbixînin. Ji bo vê jî wê carek din xwe biceribînin.

Lê tişta balkêş çi bû? Heta çûyîna Emerîkayê ya serokwezîrê Iraqê, civîna şandeya Emerîkayê ya du roj beriya ku serçete Erdogan bê Iraqê li Tirkiyeyê çêkirin, serdana serçete Hakan Fîdan a li Belçîka û Holandayê pêkanî, serdagirtina Stêrk Tv û Medya Haberê ya ji aliyê dewleta Belçîkî ve û dîsa serdagirtina li ser malên welatparêzên ku li Fransayê dimînin a ji aliyê dewleta Fransî ve pêkhatî; tenê hewldanên dewleta Tirk a faşîst dihatin xuyakirin. Wekî ku vê carê dewleta Tirk a qirker mêtînger biserê xwe mabe. Ji ber vê jî derveyî rêxistina me, gelek derdoran welê dizanîn ku dewleta Tirk hikûmeta wî ya faşîst bêhevalbend maye. Lewra digotin; ne aboriya Tirkiye têra êrişek wiha mihtemel dike û ne jî rewatiyek hikûmeta AKP-MHP’ê maye ku êrişek wiha li darbixe. Lê carek din hat dîtin ku dewleta Tirk a faşîst ne bitena xwe ye. Li kêleka xeta hevkar xayîn, hêzên paşverû yên herêmî û navnetewî jî di nava vê komploya qirêj de cihê xwe girtine.

Eger rast e, ne aboriya dewleta faşîst têra dikir ku êrişek wiha bide destpêkirin, ne artêşa wî dikarî li hember mîlîtanên Apoyî şer bikin û ne jî rewatiyek hikûmeta faşîst hebû ku daxwazên xwe bi dewleta Iraqê bide qebûl kirin. Lê eger 16’ê Nîsanê li ser Metînayê êrîşek mezin dabin destpêkirin, li gel wê rewşa ne rewa ya hikûmeta faşîst jî ferz kirinên serçete Erdogan hatibin qebûl kirin, ev jî tê wateya ku carek din xwe gihandine hewara dewleta faşîst. Jixwe ji serdegirtinên televîzyonan û malên welatparêzan jî diyar e ku her çiqas îqnakirina dewleta Iraqê û plankirina vê êrişê ji Emerîkayê re mabe jî, êriş topyekun e. Yanî dibe serkêş Emerîka be, lê biçûk, mezin, herêmî, navnetewî hemû hêzên paşverû cihê xwe di nava vê komploya navnetewî de girtine. Lewra komploya navnetewî ya 1985’an bişêweyên cuda didome. Baş e, îhtîmala ku serbikevin heye an na? Ew jî bi hewldan, têkoşîn û şerê ku em raber bikin ve girêdayî ye.  

Baz Mordem

Yorum Gönder

0 Yorumlar