Ticker

10/recent/ticker-posts

Wargeha Mexmûrê û navçeya Mexmûrê 1’ê Gulanê bi hev re pîroz kirin

Xelkê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) û Navçeya Mexmûrê bi hev re 1’ê Gulanê Roja Kedkar û Karkerên Cîhanê pîroz kirin.


Pîrozbahî li Navenda Çand û Huner ya Mexmûrê bi tevlîbûna xelkê wargehê û xelkê Navçeya Mexmûrê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştî rêzgirtinê ji aliyê Komîteya Kedê ya Wargeha Mexmûrê ve daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê ciwanê bi navê Hakim Hilalî ve hat xwendin

Daxuyanî wiha ye: “Civaka komînal di dema neolotîk de bi pêşengiya jina kedkar hat destpêkirin. Lê mixabin keda bi salan ya dayiksalarî derbasî baviksalarî bû. Vê yekî wisa kir ku şaristaniyên piştre hatî, bi temamî dest danîn ser keda mirov û êdî pergala desthilatdar mirov kirin kole û xizmetkarên xwe. Kedxwariya bi sedan salan berdewam kirî, li dijberî karkirina saetên zêde, li Awustralyayê di sala 1985’an de karkeran yekem car bi daxwaza 8 saet karkirinê, meşek lidar xistin. Piştî wê li gelek cihan xwepêşandan û meş çêbûn û bi vê yekî re 1’ê Gulanê li tevahî cîhanê weke roja yekitî, piştevanî û têkoşînê hat ragihandin.

Netewa Kurd ya ku bi sedan sale serkêşî ji mirovatiyê re kirî, mixabin bi sedan sale di bin lingên dagirkeran de tên perçiqandin. Lê belê, bi serkêşiya Rêber Apo şoreşek ya karkeran destpê kir. Navê wê jî Partiya Karkerên Kuridistan lê hat kirin. Rêber Apo û hevalên wî yên damezrênerên vê partiyê ne, ji bo bigihijin serkeftinê, bingehek qahîm û xurt danîn. Îro têkoşîna azadiyê tê meşandin. Felsefeya Rêber Apo di bin pêşengiya jina azad, kedkar, xebatkar û şervanên azadiyê de tê meşandin. Divê neyê jibîrkirin, bidestxistina nirxê kedê, maf, azadî û dadperweriyê tenê bi dayîna têkoşînek rast û ji dil pêkane.”

Piştî daxuyaniyê Koma muzîkê ya Navçeya Mexmûrê û koma Muzîkê ya Wargeha Mexmûrê bi hev re hatin ser dikê, staran gotin û govend gerandin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar