Em di pêvajoyek girîng, xwedî metirsiyên mezin re derbaz dibin. Dibe ku ev pêvajo li hember tinebûna gelek gelên herêmê jî veke. Di heman demê de pêvajoya herî zêde nêzî azadî û serkeftinê ye jî. Ger gelê herêmê li gorî rastî, îdeolojî û erkê dîrokê dayî pêşiya wan gavên xwe bavêje wê serbikeve. Di van pêvajoyan de mafê ti kesê nîne ku şaştî bike, yên ku şaştiyê bike wê têk biçe. Rojhilata Navîn di pêvajoyek tarî re derbaz dibe. Gelên li Rojhilata Navîn nû nû dikevin ferqa kêmanî û pirsgirêkên xwe. Êdî dizanin ger ev pirsgirêk neyên çarserkirin wê nikaribin gavek jî bavêjin. Pirsgirêkên 500 sal beriyan niha wek xirabeyekê Kurdistan di nava xwe de fetisandiye, yan wê ev pirsgirêk werin çarserkirin yan jî wê di nava van xirabeyan de hilweşe. Dewleta Tirk bi înkarkirina gelê Kurd, Ermenî, Romî, Elewî û Yahudiyan li Enetoliya û Kurdistanê netewdewletek avakirin. Bi helandin û bişaftinê xwestin gelê Kurd tine bikin û di salên 80’an de ber bi serkeftinê ve diçûn. Di wê pêvajoya ku her Kurdek, Kurdbûna xwe înkar dikir de partiya Apocî derket. Ev partîbûyîn qirkirin û înkarkirina Kurdan da guhertin. Têkoşînek mezin li hember vê înkarkirinê destpê kir. Di qada Rojavayê Kurdistanê de ku Rêber Apo rêxistinbûyîn dayî avakirin gihand serkeftinê. Bi vê re şoreşa jin, civakê û çandî destpê kir. Lê li Rojhilata Navîn pirsgirêkên ol, mesheb, çand, zayend, çîn û netewî heta niha jî nehatine çarserkirin. Ev pirsgirêk di nava hev de wek girêyek kor lêhatiye. Hêjî şerê meshebî, etnîk, zayendî û sînorî li herêmê tê meşandin. Heta ku Kurd û gelê Rojhilata Navîn van pirsgirêkên xwe niikaribe çarser bike, wê nikaribe bi sîstema heyî re çarseriyekê ji bo gelê xwe peyda bike.
Dewleta
Tirk di rewşa herî tengaz de ye. Ji bo wê jî hemû rêbazên qirêj yên tinekirin û
înkarkirina Kurdan di ceribîne û li gel dewletên dagirker di nava lêgerînê de
ye. Dewleta Tirk wiha di fikire eger PKK li herêmê bi mîne wê sîstema wan tine bibe.
Eger ew hebin divê ew PKK’ê tine bikin. Erdogan xwe bi dewletê re xistiye yek
dibêje ez winda bikin wê dewleta Tirk jî winda bike. Bi siyaset û rêbazên xwe AKP
kiriye bingihê jiyana gelê Tirk. Bi reşkirina gelê Kurd û karanîna baweriya misilmantî,
karî heta roja îro li ser desthilatdariyê bimîne û vê desthilatdariya xwe
berfirhtir bike. Bi xwesteka xwe ya dewleta Osamanî dixwaze Mûsil, Kerkûk û
Rojavayê Kurdistanê dagir bike. Lê êdî gelê Tirk û Kurd yê li Kurdistan û
Tirkiyê jiyan dike vê rastiyê baş dizanin û bi vê rastiyê wê dasthilatdariya
AKP’ê bi destê gel were hilweşandin. Wê Erdogan û îktîdara Erdogan têk biçe û wê
hemû qirêjiyên wî derkeve holê. Ji ber ku civaka li Tirkiiyê di aliyê exlaqî û
rêvebirinê de têk çûye. Li Iraqê jî heman tişt tê jiyankirin her roj dest
guhertina rêvberiyê di nava civakê de valahiyek mezin ya birêvbirinê daye
çêkirin. Iraq di roja me ya îro de wek dewlet nikare xwe komî serhev bike. Eger
em li hêviya helwesta Iraqê ya li hember êrişên Tirkan bin wê bibe xeyal.
Dewleta Iraqê di nava xwe de gelek nakokiyan jiyan dike ji ber wê, dê nikaribe
li hember êrişên dewleta Tirk bibe xwedî helwest. Ev rûreşiyeke ji bo Iraqê, lê
tiştek ji destê wan jî bê tineye. Partiya PKK’ê ya li herêmê jî ji bo giştî
dewletên dagirker yên dixwezin desthilatdariya xwe li herêmê berfireh bikin, metirsiyek
mezin e. Metirsiya li hember PKK’ê ne ji navê PKK ye, ji fikir û projeya PKK’ê
ditirsin. Ji ber ku sîstema Netewa Demokratîk ya ku PKK pêşengtî dike wê hemû
êşên Rojhilta Navîn bide rawestandin û wê bibe bersiv ji bo hemû pirsgirêkên
heyî. Ji ber ku sîstemek herkes xwebûn, çand, ziman û jiyanek azad têde jiyan dike
ye.
0 Yorumlar