Ticker

10/recent/ticker-posts

ROJEV PIRS DIKE: 15’ê Tebaxê çiye?

Bersivên Gel:

-Vejîn e.

- Serî rakirin e.

- Berxwedan e.

- Çirandina kefenê mirinê ye.

- Têkoşîn e.

- Azad bûyîne.

- Tolhildan e.

- Tebaxa azada 39’emin a Kurdan e.

- Pêngav û serfiraziya gelê Kurd e.

- Cejna pêngav û serkeftinê ye.

- Vejîna Neteweyî ye.

- Serkeftina gelê Kurd e.

15’ê Tebaxê bi taybet ji bo gelê Kurd şerê hebûn û tinebûnê da meşandin. Hebûna gelê Kurd, çanda gelê Kurd, jiyana gelê Kurd di nava pençeyekî dagirkeriyê weke pola de bû. 15’ê Tebaxê ev Kurdê ku bixwe jî xwe înkar dike bi bişaftinê re rû bi rû bûn, heta ku bixwe jî diketin nîqaşan ka hene an nîne jî wî Kurdî ji nava pençeyê pola derxist û ruhekî mezin dayê. Destpêka gava vî ruhî, bi taybet keda Rêber Apo û keda şehîdan bû. Bi gotina Rêber Apo a ku digot ‘Kurdistan dagirkiriye’ ew û hevalên xwe ket rê û nava çalakiyên pir mezin. Di Kurdistanê de mûcîze, têkoşîn, berxwedanên pir mezin çêbû. Helbet di serî de gelek bedel hat dayîn. Weke zîndana Amedê, berxwedana Mazlûm Doxan, dîsa hevalên çaran, her wiha berxwedana Xayrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz, Alî Çîçek bi wê ve girêdayî dîsa li Lubnan û Bekayê di nava şert û mercên zor û zehmet de PKK tovek avêt li ser axa Kurdistanê, ew tov jî tovê azadiyê bû. Destpêkê pêngava 15’ê Tebaxê li Eruh û Şemzînan hat despê kirin. Dema heval ketin rê derfetê wan nebû, lê ew heval li azadiyê digeriyan. Çend mirovên ku ruhê mirovahiyê di cewherê xwe de didan jiyankirin ew bûn ku yên ketine ser wê rêyê. Dibin pêşengtiya Rêber Apo de ev hevalane li hember ew dewleta dibêje ‘ez vê cîhanê birêve dibim’ dewleta Tirk ya faşîst a ku bi her awayî dixwaze hebûna gelê Kurd tine bike, serî rakirin û pêngavên herî mezin avêtin. 15’ê Tebaxê guleya yekem li Eruh û Şermzînan teqiya. Jixwe ev bi serê xwe mûcîzeyek e, ji ber ku di wê demê de hêzekî pir biçûk û bi ti awayî tiştek ku xwe pê bigre jî nebû, ji ber ku nû hatine û ti deran jî nas nake. Lê belê bi derziyê bîr kolan, ev pêngav û cejn ji bo gelê Kurd afirandin. Bi taybet Hevalê Egîd bi nirx û azadiyê ve girêdayî bû, bi axa xwe, netewa xwe û bi welatê xwe ve girêdayî bû. Mirov dikare bêje yên ku di vê pêngavê de xuhdan, xwîn rijandîn şervanê heqîqeta mezin bû. Di cîhanê de mînakek ku bişibe 15’ê Tebaxê nîne. Raste di cîhanê de gelek şoreş hatine pêkanîn, gelek netew û cîvak azadiya xwe bidestxistine. Lê belê ti gel û ti netew ne wek Kurdan bû. Dîsa ti dagirker jî ne wek dewleta Tirkan bû. 15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd dîrokek ji nû ve da destpêkirin. Dema ev pêngav hatî destpêkirin dewleta Tirk digot, ‘emê di 72 demjimêran de vî gelî tine bikin, weke serhildanên din emê wan di nava xwînê de bixeniqînin.’ Lê belê bîrdoziya Rêber Apo neşibiya wek ew bîrdoziyê heyî. Yanî li hember zilm û desthiladariya dewleta Tirk, berxwedanek mezin ya gelê Kurd afirand. Ev pêngav ne tenê li hember dewleta dagirker ya Tirk bû, jixwe Kurdistan hatibû parçe kirin lê heger niha sitatûyek ya Kurda hebe bi saya vê pêngavê ye. Wek mînak gelê Kurd yê Rojava, niha di ferqa Kurdbûyîna xwe de ye û li hember hemû êrişan serî radikin û li berxwedidin eve hemû bi vê pêngavê ve girêdaye. Dema mirov balbikişine ser wiya, wê mirov bizanibe ku ev pêngav heyîna gelê Kurd mayînde kir. Di roja me ya îro de jî ti kes û ti dewlet nikare ziman, çand, hebûn û dîroka Kurd tine bike. Ev jî hemû pêşketinên 15’ê Tebaxê ne.


Yorum Gönder

0 Yorumlar