Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal: “Guleya 15’ê Tebaxê, tirs û xofa di dilê Kurdan de şikand û bû mîladek nû. Rihê 15’ê Tebaxê, rihê 14’ê Tîrmehê ye û ev rih niha li Zap, Avaşîn û Metîna li hember çekên kîmyawî şer dike û têdikoşe.”
Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal, bi boneya salvegera 38’an
a Pêngava 15’ê Tebaxê ji ajansa me re peyivî û anî ziman ku rihê 15’ê Tebaxê,
rihê 14’ê Tîrmehê ye û ev rih niha li Zap, Avaşîn û Metîna li hember çekên
kîmyawî şer dike û têdikoşe.
‘Bû vejîna Kurdan’
Remzî Kartal di destpêka axaftinên xwe de diyar kir ku
Komara Tirkiyê li ser bingehê înkar û îmhayê hatiye avakirin û destnîşan kir ku
li hember vê komarê gelek serhildanên Kurdan çêbûne û ji ber siyaseta qirêj û
hovîtiya komara Tirkiyê têk çûne: “Dewleta Tirk di nava gelê Kurd de, tirsek
mezin çêkir bû. Ji ber ku komarekî barbar, dagirker û xwînmij bû. Hişmendiyek
wisa dabû avakirin, kesê nedikarî serî rake. Armanca guleya 15’ê Tebaxê, tirs û
xofa di dilê gelê Kurd de şikandin bû. Li ser vî bingehî Heval Egîd da
îspatkirin ku li hember vê komara dagirker, gelê Kurd dikare şer bike. Ji ber
vê yekê, pêngava 15’ê Tebaxê, vejîna gelê Kurde û êdî bûye pêngava vejînê.”
‘Gihişt armanca xwe’
Kartal qala piştî çalakiya 15’ê Tebaxê kir: “Piştî çalakiya
Erûh û Şemzînan, li tevahî Kurdistan û bi taybetî li herêma Botanê, deng
vedanekî mezin çêbû. Ya rastî, kesê hêvî nedikir ku wê komek gerîla çalakiyekî
wisa mezin pêkbîne. Dewleta Tirk matmayî mabû. Çalakiya Heval Egîd bandorekî
mezin di nava gel de çêkir. Em dikarin bêjin, pêngava 15’ê Tebaxê gihişt
armanca xwe. Tirsa gel hat şikandin, hêvî ji nû ve hat avakirin û gelê Kurd ji
xewa giran şiyar bû. Gelê Kurd êdî got; ‘em dikarin li hember dewleta hov şer
bikin.’ Li her derê Kurdistan û derveyî welat, çalakiya pêngava 15’ê tebaxê hat
vegotin û nîqaşkirin. Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd bû mîladekî nû. Piştî
çalakiya 15’ê Tebaxê, di gelek cihan de şahî hatin kirin û ev roj bû roja aştî,
azadî, aramî û wekheviyê.”
‘Dijmin matmayî mabû’
Remzî Kartal di dewama axaftinên xwe de diyarkir ku dijmin
ji ber çalakiya 15’ê Tebaxê matmayî ma û nezanîn çi bi serê wan hatiye û wiha
pêde çû: “Dewleta Tirk beriya pêngava 15’ê Tebaxê digot; me gelê Kurd têk
biriye, îradeya gelê Kurd nemaye û gelê Kurd li çiyayê Agiriyê hatiye
windakirin. Bi vê şêwazê nêzî Kurdan dibûn. Lê piştî pêngava 15’ê Tebaxê şok
derbaskirin. Dewleta Tirk piştî çalakiyê digot; ‘ev komek gerîla ne, emê di
demek nêz de wan têk bibin.’ Dewleta Tirk di aliyekî de matmayî mabû û di
aliyekî de jî propagandayên qirêj didan meşandin.”
‘Tişta ku berxwedan geş dikir ruhê Apogerî bû’
Remzî di dewama axaftinên xwe de bal kişand li ser gav bi
gav mezinbûna PKK’ê û wiha behs kir: “Piştî damezrandina PKK’ê gelek pêşengên
tevgerê hatin girtin û dewleta Tirk dixwest berxwedan û vîna gelê Kurd di
girtîgeha Amedê de bişkîne. Li hember vê zilmê, Mazlûm Dogan bi dirûşmeya;
Berxwedan Jiyan e, têkoşîna li hember zilmê geş kir. Piştî wê Ferhad, Mehmûd,
Eşref û Necmî ku bi dirûşmeya; agir vemirandin xiyanet e, bedena xwe dan ber
agir û berxwedana Mazlûm Dogan mezin kirin. Di berdewamiyê de jî Xeyrî, Kemal,
Akîf û Alî bi rojiya mirinê, ala berxwedanê bilindkirin. Van berxwedanan, konsepta
dewleta Tirk têk bir û hêvî dan gelê Kurd. Tişta ku dihişt berxwedan geş bibe,
ruhê Apogerî bû. Pêngava 15’ê Tebaxê bersiva 14’ê Tîrmehê bû. Ruhê 15’ê Tebaxê,
ruhê 14’ê Tîrmehê ye û ev ruh niha li Zap, Avaşîn û Metîna li hember çekên
kîmyewî şer dike û têdikoşe.”
Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal herî dawî got: “Li her
derê cîhanê gelê Kurd li dijî faşîzmê ser linganin. Li ser bingehê
konfederalîzma demokratîk jiyanek nû tê afirandin. Di vê çarçoveyê de, dem
hatiye ku em Rêber Apo bi fizîkî azad bikin.”
0 Yorumlar