Şêniyên Mexmûrê têkildarî hilbijartina rêveberiyên herêmî ku wê di 31’ê Adarê de li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bê lidarxistin gotin: “DEM Partî vîn û rastiya gelê Kurde. Divê di 31’ê Adarê de her kes biçe ser sindoqan û qeyûm ji Kurdistanê bên qewitandin.”
Armanc Herekol
Wê di 31’ê Adarê de li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê hilbijartina rêveberiyên herêmî bên li darxistin. Ev demek dirêje DEM Partî di nava xebatan de ye û bê navber ji bo ku şaredariyên gel ji destê qeyûman derbixin, kardikin û namzetên xwe diyar dikin.
Têkildarî mijarê şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji ajansa me re peyivîn û piştgiriya xwe ya bi DEM Partî re dan diyarkirin.
‘Qeyûm wê têk biçe’
Yek ji Endamê Rêveberiya Meclisa Gel a Mexmûrê Elî Bilehî di destpêka axaftinên xwe de silav û hezkirina xwe ji tevahî berbijêr û xebatkarên DEM Partî re şand û got: “Em jî wek xelkê Mexmûrê serkeftinê ji partiya xwe ango DEM Partî re dixwazin. Beriya çend salan hilbijartinek hat kirin û serkeftina HDP’ê û rêjeya standina şaredariyan, gelek serkeftî bû. Piştî ku AKP’ê dît partiya demokrasiyê ango HDP serkeftinan bi dest dixe, qeyûm avêtin ser wan şaredariyên me. Em hêvîdarin ku di vê hilbijartina pêşiya me de, carek din gelê Kurd vîna xwe ya ji pola nîşan bide û şaredariyên xwe ji destê wan qeyûman derbixe. Bi vîna xwe qeyûman ji Kurdistanê bidin qewitandin.”

Elî Bilehî di berdewamiya axaftinên xwe de anî ziman ku zindîbûn û xwedîderketina ciwanên DEM Patî ya ji bo Rêber Apo, wan şanaz dike û wiha pêde çû. “Em dibînin ku di DEM Partiyê de ciwan û jinên ciwan pêşengin û ev yek me şanaz dike. Taybet jî Rêber Apo di rojeva xwe de girtin, serkeftina herî mezine. Bila herkes bizane gava ku Rêber Apo ne di rojeva me de be, wê demê em mirî ne. Ji ber ku rênîşana me Rêber Apo ye. Em dibînin ku DEM Partî jî bi vînek xurt xwedî li Rêber Apo derdikevin. Wê îtîfaqa AKP-MHP’ê têk biçe, qeyûm ji Kurdistanê bicehime û wê gelê Kurd Rêberê xwe bi fîzîkî azad bike.”
‘Ji bo azadiyê herin ser sindoqan’
Her wiha endama Encumena Şaredariya wargehê Cemîle Repinî jî bal kişand li ser girîngiya pêvajoyê û ev tişt gotin: “Em niha di pêvajoyek girîng de jiyan dikin. Li seranserî Kurdistanê êriş hene, lê divê em dîsa jî birînên xwe derman bikin. Li hemberî gelê Kurd şerekî dijwar heye û li hember wî şerî jî, berxwedaniyek dîrokî tê raberkirin. Em dikarin bi dengên xwe ji vê pêvajoyê re bibin bersiv. Me çawa di 15’yê Sibatê de bi ruhê Apogerî got ‘Kesek Nikarî Roja Me Tarî Bike’, pêwîste di 31’ê Adarê de jî em bi wî ruhî, tevbigerin û xwedî li partiya xwe derbikevin. Ez bang li hemû kesên bi rûmet û xwedî wijdan dikim, pirsgirêkên û nakokî xwe yên, malbatî û eşîrtî danin aliyekî, tenê pêwsitiya me bi azadî û yekîtiyê heye. Ji bo wê pêwîste herkes bi ruhê girtiyên azadiyê biçin ser sindoqan û dengê xwe bikarbînin.”

‘Çareserî Rêber Apo, gel û gerîla ye’
Herî dawî xebatakarê Şaredariya Mexmûrê Salih Didêrî jî li ser heman mijarê axivî û di serî de komploya 15’yê Sibatê bi tûndî şermezarkir û wiha piştgirî da DEM Partiyê: “Ez di serî de operasyonên şoreşgerî yên gerîla bi dil û can silav dikim. Di 31’ê Adarê de hilbijartin heye, pêwîste em xwedî li xwe derbikevin. Ji bilî DEM Partî yê, em ti partiyên din ji xwe re çareserî nebînîn. Bila kes nebêje, wê dîsa qeyûm bavêjin ser şaredariyan û em naçin ser sindoqan. Divê herkes bi ruhê demê tevbigere û wisa xwedî li şaredariyên xwe dervbikeve. Bi qeyûman, wê nekaribin vîna me bişkînin. Dewleta Tirk li ser îmha û înkarkirina Kurdan hatiye avakirin. Ti ferq di navbera AKP û CHP’ê de nîne. Çareserî Rêber Apo, gel û gêrîla ye. Her dengê ku ji AKP’ê re an jî ji MHP û CHP’ê re biçe, ew deng dibe bombe û li ser me dibare. Çareserî DEM Partî ye!”


0 Yorumlar