Endamên Saziya Stêra Zêrîn balkişandin li ser amadekariyên pîrozbahiya 8’ê Adarê û gotin: “Em 8’ê Adarê li tevahî jinên cîhan û jinên Kurd pîroz dikin.”
Bi boneya pîrozbahiya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Wargaha Penaberan a Şehîd Rûstem cûdî (Mexmûr) ji aliyê Saziya Stêra Zêrîn ve, ev meheke dest bi provayên şano, govend û stranan hatine kirin. Têkildarî vê mijarê Endam û Mamostayê Stêra Zêrîn ji ajansa me re axivîn.

Endama Stêra Zêrîn Sevda Turhan di destpêka gotinên xwe de Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li tevahî jinan pîroz kir û wiha pêde çû: “Wek tê zanîn pîrozbahiya 8’ê Adarê li pêşiya me ye, ji bo em vê rojê bi awayek herî baş û bi coşek mezin pêşwazî bikîn em wek endamên Stêra Zêrîn di nava xebatê de ne. Em di nava xebatên wek govend, mûzîk û şano de cihê xwe digirîn ku em bikarin coş bidin pîrozbahiya 8’ê Adar û wargehê. Ez bang li tevahî jinên Kurd dikim ku di vê rojê de rabin ser xwe ku bikaribin mafê jina bi parêzin.”


0 Yorumlar