Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê bi şanoyekê pîrozbahiyên 8’ê Adarê hatin destpêkirin

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi pêşkêşkirina şanoya bi navê ‘Jin Jiyan Azadî’ pîrozbahiyên Roja Jinên Kedkarên Cîhanê ya 8’ê Adarê hat destpêkirin.


Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi pêşkêşkirina şanoya bi navê ‘Jin Jiyan Azadî’ pîrozbahiyên Roja Jinên Kedkarên Cîhanê ya 8’ê Adarê hat destpêkirin.

Şano li Saziya Ciwanan, cihê çalakiya nobetê ya ji bo Fîzîkî Azadiya Rêber Apo lê tê meşandin bi amadebûna gel û çalakvanan destpê kirin.

Listikvanên Çand û Hunerê û Stêra Zêrîn yên Mexmûrê xwestin di vê şanoyên de ked, berxwedan û têkoşîna jinê ya li hemberî desthilatdariya baviksalarî ya ku zilma li ser jinê te ferz kirin rave bikin.

Wê ev şano li heman cihî ji bo her çar semtên wargehê di demên cûda de were pêşkêşkirin.

Şano bi dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.


Yorum Gönder

0 Yorumlar