Ticker

10/recent/ticker-posts

QSD’ê nasnameya 4 şervanên xwe eşkere kir

QSD`ê bi daxuyaniyekê nasnameyên 4 şervanên Erka Xweparastinê ku duh di êrişa balafireke bêmirov û biçek a artêşa Tirk a dagirker li bajarê Qamişlo de şehîd bûbûn eşkere kir.


Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) îro daxuyaniyek da gel û raya giştî û tê de nasnameyên 4 şervanên Erka Xweparastinê eşkere kirin, ku duh di hedefgirtina balafireke bêmirov a biçek a artêşa Tirk a dagirker de li bajarê Qamilşo şehîd bûbûn.

Daxuyanî wiha ye:

“Êrişên dewleta Tirk a dagirker her roj li dijî herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin. Di çend rojên dawîn de, dewleta Tirk rasterast tax û erebeyên sivîlan li nav bajarên bi welatiyan dagirtî, her wiha saziyên ewlehiyê yên berpirsên parastina navendên xizmetguzariyê ne hedef girtin. Bi vî rengî hemû peymanên navneteweyî yên têkildarî şer û pevçûnan de binpê dike, nemaze peymana agirbestê ya ku bi Amerîka û Rûsyayê re di Cotmeha 2019’an de hatine îmzekirin.

Duh sêşemê, dewleta Tirk a dagirker navendeke Hêzên Erka Xweparastinê ya ku parastina nexweşxaneyên bajarê Qamişlo dike, hedef girtin. Di encamê de 4 şervanên wan dema ku li ser karê xwe bûn, şehîd bûn û 3 din jî birîndar bûn.

Em sersaxiyê ji malbatên her çar şehîdan û hemû malbatên şehîdan û gelê xwe re dixwazin û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin. Em soza hilanîna xwîna şehîdan a pak didin. Em hîn li ser soza xwe ya bilindkirina têkoşîna li hember dijminan û parastina aramî û ewlehiya ax û herêmên xwe ne.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, di çarçoveya şerekî topyekûn ê li dijî herêmên me de derbasî qonaxeke nû bûye, em ê bi bilindkirina berxwedanê bersivê bidin heta dawî li binpêkirinên dagirkeran yên domdar bînin û herêmên xwe yên dagirkirî rizgar bikin.

Careke din em sersaxiyê ji xwe û malbatên şehîdên xwe re dixwazin û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin.”

Nasnameyên her çar şehîdan wiha ne:

Navê tevgerî: Dilsoz Tirbespiyê

Nav û paşnav: Hêvîn Osman

Navê Dayikê: Meysa

Navê Bav: Yasir

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Qamişlo / 2004

Cih û Dîroka Şehadetê: 9`ê Tebaxa 2022`an/ Qamişlo

Nav û paşnav: Elî El Mislit

Navê Dayikê: Fida

Navê Bav: Casim

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: El AL /1966

Cih û Dîroka Şehadetê: 9’ê Tebaxa 2022`an/ Qamişlo

Nav û paşnav: Mihyedîn Îbrahîm

Navê Dayikê: Şems Xan

Navê Bav: Qehreman

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Qamişlo / 1991

Cih û Dîroka Şehadetê: 9’ê Tebaxa 2022`an/ Qamişlo

Nav û paşnav: Mahir El Ezbeh

Navê Dayikê: Sureya

Navê Bav: Ebas

Cihê Jidayikbûnê: Til Mişhen / 2004

Cih û Dîroka Şehadetê: 9`ê Tebaxa 2022`an /Qamişlo.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar