Di sala
1990’an de dijmin li Kurdistanê dest bi qetilkirina çiya, xweza û Kurda kiribû,
zilma xwe ya hezar sala li ser Kurdan didomand. Bi çavsorî zilama xwe li ser
dar û berên Kûrdistanê dimeşend, gund û
warên wan talan dikir û dest didanî li ser axa Kurdan. Mîna ajalekî dirinde bi
çavkorî êrişî gelê Kurd yê welatparêz dikir. Di her hêlê de êrişên xwe pêkdanî
û gel neçarî koçberiyê dikir. Ferdên malbatên welatparêz dîldigirt û di êşkenceyan
re derbaz dikirin. Dewleta Tirk dema zanî ku wê nikaribe bi van êrişan vîna
gelê Kurd teslîm bigre, dest bi şewitandina mal û gundên wan kirin. Dewleta
talanker dikeve nav gundan malê wan dişewitîne, milkên wan talan dike. Malbata heval
Hecî jî ji van êrişan para xwe digre. Malbat ji ber êrîşên dijmin neçar dimînin ku
di sala 1990’an de koçî Başûrê Kurdistanê
bajarê Zaxo bibin. Rêheval Hacî Alturk bi nasnav Serdem Pîran di sala 1994’an
li Zaxo di nav malbateke xwedî nirxên welatparêziyê de ji dayîk dibe. Ji ber êrişên
PDK’ê malbat carek din dikeve ser rêya koçberiyê. Di vê rêya xwe ya penaberiyê de
bi gelek zorî zehmetiyan re derbas dibin û bi êrişên PDK’ê re rû bi rû dimînin.
Zarokên wan ji birçan jiyana xwe ji dest didin, kes û xizmên wan tên kuştin lê
ti carê ji têkoşîna xwe ya welatparêziyê gav şunde navêjin. Dawiya vê rêya dûr
û dirêj li Mexmûrê didome. Li Mexmûrê bi cih dibin û dibin penaberê têkoşîna
doza xwe. Rêheval Serdem jî di nav malbateke xwedî têkoşînek bê hempa û li ser
nirxên welatparêzî tê mezinkirin.
Rêheval
Serdem li Mexmûrê dest bi dibistanê dike, dibe yek ji xwendewanên herî zîrek. Di
dibistanê de her tim pileya yekemîntiyê bidestdixe, dibe mînakek di nav heval û
mamustayên xwe de.
Heval Serdem
di 15 saliya xwe de bi dotmam û pismamê xwe re dixwazin beştarî rêxistênê bibe,
ji ber temenê xwe yê biçûk başta tê vegerandin. Lê ev vegerandin ji rêheval Serdem re acizbûnekê
çêdike û dibêje; ‘her rojek ezê beşdar bibim’. Bi xeyalê ku wê rojekê beşdar bibe, di çiyayên
azad de têkoşîna xwe bilind bike û bibe hêviyên zarokên penaber ve jiyan dike. Li
wargehê di nava xebatên ciwanan de cîh digre û di her çalakiyan de rolê xwe yê
ciwantiyê dileyîze. Belê vî xeyalê xwe wê salek şunde û heman rojê de bi cîh
baniya. Di jiyana xwe de dibe kesayetek
durust, fedekar û dilnizim. Ti carê neheqiyê qebûl nake û li beranberê xeletî û
neheqiyê her tim di nav têkoşînê de dibe. Ev taybetmendiyên wî dihile ku di
civak û malbatê de bê heskirin.
Belê roj û
meh derbas dibûn roj hatibû divê rêheval Serdem pey xeyalê xwe biketa û berê
xwe bida çiyayên azad, biketa ser rêya heqîqetê. Dem ew dem bû divê hesabê
hêsrên dayêkên dil bi êş û zarokên penaber bipirsiya. Di sala 2008’an de berê
hespê xwe dide çiyayên azad. Di her lûtkeyên çiyan de hespê xwe yê boz dibezand
û dibe parêzvanek ji parêzvanên welatê xwe.
Xwe di
hêla fikir û bîrdoziya Rêbertî de
pêşdixe û dibe şervanê têkoşîna xwe ya mafdar li ser şopa Egîdan. Erkên
ku diket ser milê wî çiqas zehmetbûya jî bi israr diçe ser û bi erka xwe radibe.
Li gelek qadan dimîne û demekê erka quryetiyê dike. Di têkoşîna xwe ya azadiyê
de bi canbexşî di her çalakiyê de cîh digre û bi serkeftî vedigere. Di sala
13.09.2015’an bi çalakiyekî fedayî diçe ser alayiya Şirnax û bi serkeftî dema
divegere di êrişa balefiran de digihije karwanên nemiran. Belê rêheval Serdem
berxwedana xwe ya 7 sala bi şehadetê tacîdar kir û bi çalekiya xwe ya fedayî
bal kişand ser îdia, mezinahî û biryardariya xwe. Belê piştî şahadeda rêheval Serdem
bi dehan zarok navê Serdem lê hat kirin û bû evînek di nava dêlên dayîkan de.
.jpeg)
0 Yorumlar