Ticker

10/recent/ticker-posts

DI HEGOMONYAYA TIRK U ÎRANIYAN DE KURDISTAN

a) Kirina du parçeya Kurdistanê û encamên siyasî yên vê:

Di dîroka Kurdan de çûna ser bi jêr, ji sedsala XVI. pêde bi bûna du parçe ya Kurdistanê û bi pêşketina otorîteya feodal a navendîya Tirk û Îraniyan ku dest bi avabûnê kiribûn, destpê kiriye.

Tirkên nekarîbûn erdên ku gelên misilmanên Rojhilata Navîn li ser dijiyan ji xwe re bikirana cih û war û ji helîna di nav van gelan de xwe rizgar bikin, bi awayekî zêde zêde herikîn Anatoliya gelên Xiristiyan li ser dijiyan. Heta bi pêkanînên weke tevkujî, bi darê zorê Misilman kirin û Tirk-kirina Xiristiyanan û koçberiya her ku diçû zêde dibû, şêniyaTirk li Anatoliyê anî rewşeke raser (üstün). Dewleta Tirk a Osmanî ku piştî hilweşîna dewleta Tirk a Selçukiyên Anatoliyê li derdora Bursayê hatibû avakirin, ji sedsala XVI. pêde heta bi ber sînorên Kurdistanê sînorên xwe berfireh kir. Di vê sedsalê de sê hêz hebûn ku li ser Kurdistanê şer dikirin, dewleta Memluk a Misir ku Başur kiribû bin tesîra xwe, dewleta Safewî ya Îraniyan ku di 1502’an de hatibû avakirin û li beşeke mezin a Kurdistanê kontrola xwe pêş xistibû û dewleta Tirk a Osmanî ku dixwest li Kurdistanê hegemonya xwe pêşbixe. Kurdistan a di nîviya herêma ku rêyên karwanên ji Rojava ber bi Rojhilat ve û ji Başûr ber bi Bakur ve diçûn de cih girtibû, ji bo her sê dewletan jî xwedî girîngiyeke stratejîk bû. Ew hêza ku bibûya xwediyê Kurdistanê, di wê serdemê de, wê bibûya xwediyê rêyên tîcaretê yên di navbera parzemînan de jî. Ji ber vê yekê, di navbera van her sê dewletan de li ser Kurdistanê têkoşîneke hegemonyayê ya mezin destpê kir.

Osmaniyên ku di vê têkoşînê de ji bo Kurdan rola tamponê difikirîn, li Kurdistanê di pêşberê tawîzên mezin de hema bêje statûya dewleteke ji derve girêdayî û ji hundir ve azad dan mîrîtiyên Kurdan û ji wan beşeke mezin kişandin aliyê xwe. Îdrîsê Bitlisî ku di vî şerî de weke ajanekî Osmaniyan tevgeriya jî, ji bo ku Kurdistan bi vî şiklî bi Osmaniyan ve were girêdan alîkariyeke mezin da. Ji bo sultanê Osmaniyan ku begitiyên Kurdan û her wiha eşîrên Kurdan ên şerker bi aliyê xwe ve kişandibûn, dewleta Safewî ya Îraniyan û dewleta Memluk a Misir ji Kurdistanê qewitandin zêde zehmet nebû. Ji destpêka sedsala XVI. pêde hêza ku li Kurdistanê dest bi berfireh û berbelavbûnê dikir Osmanî bû. Bandora Îraniyên ku di şerên destpêkê de binkeftibûn jî, bi parçeyekî biçûk ê Kurdistanê sînordar ma. Osmanî û Îraniyan, di têkoşîna serweriyê ya di nav hev de ji bo ku berjewendiyên xwe yên rastîn veşêrin û gelan bi hev bidin qirkirin, di vê pêvajoyê de nakokiya Sunîtî û Elewitiyê ya ku beriya niha hatibû afirandin gur kirin.

Împaratoriya Osmanî, di merhaleya ku feodalîte ya di asta cîhanî de ketiye pêvajoya paşketinê û kapîtalîzmê li rojavayê Ewrûpayê weke şiklekî nû yê hilberînê dest bi pêşketina xwe kiriye bilez dest bi pêşketinê kiriye. Ev împaratorî ji ber van sedeman, ji aliyê dîrokî ve dewleteke paşverû ye. Rastiya objektîf ku ev karektera paşverû pê daye qezenckirin ev e; tevî ku kapîtalîzma Ewrûpayê pêş diket, wê hewl da ku pêkhateya civaka feodal li Ewrûpa û Asyayê bi darê zorê li ser lingan bigire. Feodalîzm, ji aliyê dîrokî ve ji sedsala XV. pêde ketiyê pevajoyê paşketinê. Tirkên Osmanî ku ji vê dîrokê û pêde li beşeke mezin a cîhanê temsîla feodalîzmê kirine û timî hewl dane ku vê pêkhateyê li beranberê kapîtalîzma li Ewrûpayê pêş diket li ser lingan bigire, di dîrokê de ne roleke pêşverû lê bi roleke paşverû rabûne. Dema ku bi awayekî objektîf li ser vê rewşê, karektera talanker a fetihênTirkan jî tê zêdekirin, hê jî girîngiya vê rola paşverû zêde dibe. Dewleta Osmanî ya feodal-dagirker a merkezî, nehiştiye ku civakên feodal ên Rojhilata Navîn, hem bi dînamîkên navxweyî û hem jî bi tesîra pêvajoya kapîtalîzma pêşver û ber bi kapîtalîzmê ve pêşbikevin. Yek ji gelên ku herî zêde ketiye bin vê bandora neyîniya dewleta Osmaniyan jî Kurd in.

Serweriya Osmanî ku ji sedsala XVI. pêde pêşketiye, ji ber peymanên ku destpêkê bi begên Kurdan re hatine çêkirin, bi taybet di qada ekonomîk û çandî de zêde nikarîbû bandora xwe bike. Lê, li aliyekî ji ber zêdebûna quweta otorîteya merkezî, li aliyê din bandora barê ku neserkeftîbûna şerên fetihan zêde kiribû, her ku çûye li ser Kurdistanê hegemonyaya Osmaniyan zêde bû. Rêveberiyên Eyaletan hê zêde bi şiklê rêveberiyên sancaqan, rêveberiyên sancaqan jî hê zêde bi şiklê rêveberiyên navçeyan hatin rêk û pêkirin û begênTirk-Osmanî jî kirin berpirsiyarên wan û bi vî şiklî otorîteya merkezî hat gihandina asteke bisazîbûyî. Bi vê sazîbûyinê re mêtingeriya Tirk a feodal jî dest bi pêşketinê kir. Ji ber ku li Kurdistanê hê zêde rêveberên Tirk bi cih bûn, cih bi cih koloniyênTirkan derketin meydanê. Bi pêşketina rêveberiya Tirk re, otonomiya hundirîn ku di destê begên Kurdan de bû, destpê kir ku hêdî hêdî ji destê wan were derxistin. Berxwedanên begên Kurdan ên ku paşê pêş ketine, timî ji bo dûbare bidestxistina wê otonomiya hundirîn (xweseriya hundirîn) bûye.

b) Di sedsala XIX. de têkoşîna li ser Kurdistanê:

Împaratoriya Osmanî ku di nîviya duyemîn a sedsala XIX. de tevî ku li Ewrûpayê şoreşa pîşesaziyê pêşketibû, ket pêvajoyekî timî paşde çûnê û destpê kir li gel sîstema xwe ya ekonomîk, sîstema xwe ya leşkerî û hiqûqî jî biguherîne. Sultanên Osmanî ji bo ku karibin li beranberê Rojava xwe ragirin, pêwîstî bi xwe nûkirinê didîtin. Li şûna artêşa yeniçeriyan ku ji dewşirmekirina ciwanên her neteweyê hatibû pêkanîn, vê carê artêşên ku tenê ji ciwanên gelên misilman pêk dihatin ên weke Nizam-ı Cedît, Askar-ı Mansureyî Muhamediye ava kirin. Bi Tanzîmat Fermani û bi peymana tîcaretê ya di 1840’î de bi Îngilîzan re hatiye çekirin, ketin ser rêya mêtingeh bûnê. Di van deman de ji bo Tirkên Osmanî pirsgirêka herî girîng ew e ku; weke dewletekê li beranberê dewletên kapîtalîst ên Rojava hebûna xwe biparêze û bi van dewletan re hevkarî bike û her wiha li ser gelên ku di bin hegemonya xwe de digire kedxwariya feodal û kedxwariya kapîtalîst li gel hev bimeşîne.

Timî bi binkeftin û paşve kişîna Osmaniyan, nebû sedem ku çewisîn û kedxwariya li ser gelên di bin hegemonyaya xwe de digirin kêm bikin; berevajî, bû sedem ku hêjî zêde bikin. Ji ber ku kapîtalîstên Ewropayî û kêm neteweyên ku hêdî hêdî nirxan zêde bidest dixistin împaratorî ber bi îflasê ve dibirin. Ji bo ku karibe li ser lingan bimîne, ji bo împaratoriyê, ji zêdekirina çewisîn û kedxwariyê cudatir ti rêyên din nemabûn. Împaratorî di encama van pêkanîn de, di sedsala XIX. de bi berxwedaneke mezin a gelan re rû bi rû ma. Alîkariyên Rûsya, Îngilîzîstan û Fransa ku çavkaniya xwe ji nakokiyên wan ên berjewendîperest digirtin, ber bi salên 1840’an ve Împaratoriya ku hatibû li ber parçebûnê ji vê rewşê rizgar kir.

Di sedsala XIX. de destpê kiriye dîroka cîhanê bi hezar tayî bi dîroka Ewropayê ve were girêdan. Ev sedsala ji bo Kurdan jî bi bûyer û pêşketinên girîng ve dagirtiye. Ekonomiya feodal ku heta vê dîrokê têra xwe dikir, ji metayên erzan ên ku ji bazara Ewropayê dihatin bi tesîr bû. Du encamên girîng ên îxraca metayê derketin holê: Ya yekemîn, di encama îxraca metayê de, weke xeleka navbeyînkar ji kêmenetewan, bi taybet ji Ermen û Ruman tebeqayeke komprador çêbû. Ya duyemîn jî, zenaetkariya ku di navbera xwe û ekonomiya li gundewar (kırsal) de tewazin neke diyar çêkiribû, hilweşiya.Van her du encaman, encameke sêyemîn derxist holê: Kurdistan jî di navê de, pêkhateya civaka feodal ku împaratoriyê xwe dispartê, ket pêvajoyeke di halê xwe de mayîn û aramiyê. Ji ber ku di qada ticaretê de kompradorên kêm neteweyan hakim bibûn, li bajaran zenaetkarî hilweşiya, kapîtalîzm di nav gelên misilman de direng pêşket û di heman demê de di nav gelên Xiristiyan de zû pêşketina kapîtalîzmê bû sedem ku ev gel zû şiyar bibin. Di vê de, rola kompradorên ku dibûn burjuwaziya ticaretê ya milî jî heye.

Li Kurdistanê li aliyekî karektera împaratoriyê ku pêşketina kapîtalîzmê asteng dikir, li aliyê din ji ber ku li şuna zenaetkariya ku di encama îxraca metayê de hilweşiyabû lê di wateya herêmî-neteweyî de burjuwaziyeke komprador, ticarî û burjuwaziyeke sanayiyê çênebibû, pêkhateya civaka feodal ket pêvajoyeke di halê xwe de sekinînê û ev rewş her berdewam kir. Hem mercên ji der ve û hem jî mercên hundir, di sedsala XIX. de derfet nedan ku li Kurdistanê feodalîzm hilweşe.

Li aliyê din, bi şoreşa pîşesaziyê re Îngilîzîstan û Fransa ku dewletên kapîtalîstên Ewropayê bûn, dest bi tevgereke mezin a mêtingehkirinê kirin, hêdî hêdî çav berdan Rojhilata Navîn û Kurdistanê jî. Dîsa, Çartiya Rûs ku di nav hewldaneke temam a berfirehbûneke emperyalîst de bû jî, ji bo ku rêyên ticaretê yên di destê Îngilîzîstanê de bidestbixe, plansaziya ber bi başûr ve berfirehbûnê, yanî plansaziya li ser Kurdistanê hegemonyaya xwe avakirinê pêşxist. Bi vî şiklî li ser her du hêzên klasîk ên kevin Osmanî û Îraniyan ku li ser Kurdistanê pevdiçûn, di sedsala XIX. de Îngilîzîstan, Fransa û Rûsyaya Çartiyê jî zêde bûn. Di encam de hejmara dewletên emperyalîstên ku li ser Kurdistanê şer dikirin gihîşt pêncan. Di navbera van hêzên ku dixwestin bandora xwe ya li Kurdistanê li dijî hev zêde bikin de, timî nakokî û pevçûn pêşketin. Di bingeha siyaseta vê pêvajoyê ya Îngilîzîstanê de ev hebûye, ji bo ku nehêle Rûsya dakeve herêmên sûda wê tê de heye, timî hewl daye Împaratoriya Osmanî li ser lingan bigire û di bin sîwana Osmanî de li ser gelên Rojhilata Navîn kedxwariyê bimeşîne. Îngilîzîstanê, ti car nexwest Împaratorî ji hev bikeve û belav be. Ji ber ku, her ku împaratorî li ser lingan bimaya dihat wê wateyê ku berjewendiyên Îngilîzan jî di bin ewlekariyê de ne.

Di negihîştina serkeftinê ya berxwedanên Kurdan ku di seranserê sedsala XIX. de xwe gihandine asteke bilind (1831-35 Rewanduz, 1842 Behdînan, 1842-48 Bedirxan Beg, 1856 Yezdan Şêr, 1879 Bedirxanî, 1881 serhildana Ubeydullah û hwd.) di serî de para polîtîkayên Îngîlizîstanê û para polîtîkayên dewletên emperyalîst mezin e. Eger di şert û mercên wê rojê yên dîrokê de ev berxwedan bi serketiba, wê bi avabûna dewleteke feodal a merkezî ku di pêvajoya netewebûnê de rola qirase bilîstana, encam bibûna. Ji ber vê sedemê, ev berxwedan xwediyê karektereke pêşverû ne. Tiştê ku karektera pêşverû dida berxwedan ew bû ku, li dijî çewisîna feodal a Osmanîbûn, eger bi serkeftana ji bo pêşketina kapîtalîzmeke neteweyî wê derfet amade bikirina. Eger burjuwaziyeke ticarî ku xwe dispêre karektereke herêmî derketiba meydanê, ji bo ku tevgera têkoşîna rizgariya neteweyî bi pêşengiya burjuwazî pêşbikeve jî, wê bibûya sedem ku derfet peyda bibin. Mixabin, ji ber têkçûna van tevgeran, bûye sedem ku pêşketina kapîtalîzmê li Kurdistanê bi qasî sed salî dereng çêbibe. Dîsa, ji ber ku ev kapîtalîzm jî kapîtalîzmeke emperyalîst dagirker ku karektera xwe ya pêşverû ji mêj ve winda kirîbû, encamên pir xirab derketine meydanê. Di sedsala XIX. de ji bo Kurdistanê pirsgirêka esasî ew bû ku, çînek burjuwa ya herêmî derneketibû meydanê. Eger berxwedan bigihîştiba armanca xwe, wê çîneke wiha pêşbiketiba.

Di dawiya sedsala XIX. de împaratoriyên Osmanî û Îranê ku bibûn nîv-mêtingeh, di heman demê de bandora wan li ser Kurdistanê pir lewaz bibû. Ev her du împaratoriyên di pêvajoya belavbûnê de bûn, tenê dikarîn ji ber hesabên hevsengî yên di navbera hev de ji xwe re derfetên jiyanê peyda bikirana. Di destpêka sedsala XX. de her du blokên emperyalîst ji bo ku cîhanê ji nû ve parve bikin, ji bo şerekî mîsoger xwe amade dikirin. Li gorî çarçoveya van planên emperyalîst ji nû ve parvekirina Kurdistanê jî wekî neçariyekê dihat dîtin.

Rêber Apo

Yorum Gönder

0 Yorumlar