Ticker

10/recent/ticker-posts

Efsaneyek dîrokî: Dêra Nuxritê

Li ser erdnîgariya Kurdistanê gelek cihên dîrokî ku hîn ji aliyê gelek kesan ve nayên zanîn hene. Ji warê dîrokê ve Mezopotamya xwedî taybetmendiyeke giranbiha ye. Bi qasî dewlemendiya dîrokê, li ser axa Mezopotamyaya ku malovantiya şaristaniyê kiriye gelek bûyerên yekem pêk hatine. Pêşgotina yekem, reformên civakî yên yekem, strana evîndariyê ya yekem û hwd. Gelek gavên jiyana mirovan ronîkiriye û pêşxistiye, hatine avêtin. 

Cihên dîrokî tên paşguhkirin

Yek ji bajarê di warê dîrokî de gelekî pêşketî Riha ye. Bi keşifkirina cihê dîrokî Xirabreşkê ku ji gelek şaristaniyan re malovantî kiriye gelek pêşbînî guhertin. Xirabreşkê ya girêdayî bajarê Rihayê ye ket nava mîrateya mayînde ya UNESCO'yê. Her wiha di DNA'ya li wir a 12 hezar sal berê de, tê dîtin ku Kurd bi hezar salan e li ser vê axê dijîn û xwediyê vê axê ne. Yek ji cihên dîrokî yê li Bajarê Rihayê Dêra Nuxritê ya li Gundê Nuxrita Rojhilatê Xelfetiyê ya Rihayê ye. Ji ser vê dêrê re 1700 sal derbas bûne. Aliyekî Dêra Nuxritê ya dîrokî hilweşiyaye. Mînakeke berbiçav a hilweşandina cihên dîrokî yek jî jixwe Heskîf e.

Êriş her li ser aliyên dewlemend ên gelan hatine

Li gor hinek çavkaniyan ev dêra dîrokî ji aliyê hukumdariya Romayan ve hatiye avakirin û dîroka wê xwe dispêre dora salên 1500 û 1700’î. Ev dîroka tê qalkirin dîroka pejirandina hikumdariya Romayê ye, bi awayekî olî derbasbûyina ola xiristiyaniyê ye. Di her dîroka gelan de avakirina cihê olî hene. Di heman demê de êrişa li dijî olan jî hene. Bermahiyên dîrokî yên mîna gencîneyê jî para xwe ji vê êrişê girtine. Êriş her li ser aliyên dewlemend ên gelan hatine.

Ger neyê restorekirin dibe ku hilweşe 

Dêra Nuxritê ya efsûneke dîrokî ku hatiye paşguhkirin banê wê jî hilweşiyaye bi kevirên rep hatine avakirin û her wiha xerc jî nehatiye bikaranîn. Bi mîmariyeke taybet hatiye çêkirin. Tevî ku ev dêr terkî qedera xwe hatiye kirin jî dîsa jî mûcîzeyeke ku li ser piyan maye. Dêra di nava kevirên wê de xerc tune ye ger neyê restorekirin îhtimala hilweşînê heye. Nêzî 160 sal berê îbadet li Dêra Nuxritê ya niha li ber hilweşandinê ye dihat kirin.

Amûrên dîrokî li hêviya xwedîderketinê ne

Li gor baweriyan kesên di warê ol de navdar, keşîş û rêvebirên dêrê li hewşa Dêra Nuxritê cenazeyên wan dihatin veşartin. Li gor baweriya wan kesên xasê Xwedê li der û dora dêrê dihatin veşartin û tê gotin sarinca dîrokî jî li wir heye. Gelek amûrên dîrokî yên li derdora Gundê Nuxritê hene ku li hêviya xwedîderketinê ne.

Dîroka Mezopotamyayê di bin avê de tê hiştin

Dema em li ser erdnîgariya Mezopotamyayê ya îro dinêrin dîrok di bin avê de tê hiştin. Gelek girên dîrokî di bin bendava Ataturkê de mane. Bendava Ataturkê di nav bajarê Semsûr û Rihayê de ye. Her wiha gelek bûyerên yekem ên li ser vê axa Mezopotamyayê qewimîn wekî ku li derek din cara yekem qewimîbe di hinek çavkaniyan de tê nîşandan. Wekî mînak li gor hinek çavkaniyan tê gotin hesp cara yekem li Asyaya Navîn hatine kedîkirin. Lê belê li Girikê Aşa hestiyên hespan hatine dîtin û digihêje berî zayinê 5 hezar sal beriya niha. Kîkuliiyê Mîtanî yanî yê ku Kurd e seyisê hespan bûye, 3 hezar û 300 sal berê Kîkuliyê Mîtanî di derbarê ilmê hespzayinê de bi Kurdî wiha gotiye:"Ez Kîkulî, ez Kîkuliyê Mîtanî û terbiyekarê hespan..."

Xwedîderketina li şaristaniyê 

Xwedîderketina li dîroka li ser axa xwe xwedîderketina li şaristaniyê ye. Em Kurd di warê şaristaniyê de gelekî pêşketine. Jixwe Elî Şerîatî dibêje; 'Kesên ku şaristanî li yewnanan belav kirine Kurd in. Yewnanan jî li cîhanê belav kirine.'

Roza Metîna

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar