Xerapetê Xaço, bi eslê xwe Ermenî ye û bi gotina serhediyan, File ye. Lê ew bi deng û avazên xwe dengbêjekî ji dengbêjên Kurd ên sereke ye. Ji ber ku amûra dengbêjiyê bi peyv û gotinên huneriya dengbêjiyê xemilandî ye, xemil û hunera Xerapetê Xaço jî bi zimanê Kurdî hatiye xemilandin. Gelo Xerapetê File çawa bûye dengbêjekî Kurd û bi stranên xwe yên li ser mêranî û mêrxasiya Kurdan çawa di dilê Kurdan de cih girtiye?
Di
destpêka sedsala 20’an de dema ku li gundê Bilêder a li ser Qubînê çavê xwe li jiyanê
vedike, navê wî Garabet Xaçaturyan e. Mirov dema ku li serpêhatiya wî
dinêre, dibeje qey qedera wî, di serî de wek dengbêj hatiye nivîsandin. Ji ber
ku di qedera hemû dengbêjan de hevpariyek heye ku ew jî êş û jan, koçberî,
feqîrî û belengazî ye.
Xerapetê
Xaço jî di zarokatiya xwe de tûşî komkujiya Ermeniyan dibe ku ev bûyer ji aliye
dewleta Osmanî ve tê kirin. Dê û bavê wî, li ber çavên wî têne kuştin, ew bi
her sê xwişk û birayên xwe ve bi xwedîlêderketina hin Kurdan ji kuştinê xilas
dibe. Mixabin êdî zarokekî sêwî û bi nasnameya xwe ya veşartî ve sêwiyekî
bêxwedî ye. Her çar xwişk û bira nasnameya xwe vedişêrin û li deşta Xerzanê, di
nav Kurdên ku li wan sitarî kirine de dijîn û bi zimanê Kurdî mezin dibin.
Di
dema xortaniya xwe de, Xerapet şivan û gavanê pez û dewar, di heman demê de jî
di herêmê de dengbêjek nasyar e. Di gera xwe ya di nav gundan de kilam û
stranên Kurdî jiber dike û distirê. Deng û dengbêjiya wî di nav gundên herêmê de
belav dibe. Li ser şerê ku Filîtê Quto tê de tê kuştin, stranek
derdixe ku Filîtê Quto mêrxasek ji Eşîreta Reşkotan e. Ew eşîret di dema komkujiya
Ermeniyan de li gelek kesên Ermenî xwedî derketiye û ew ji mirinê xilas kirine.
Ji wan Ermeniyan yek jî Xerapetê Xaço ye ku ew li gundê Filîtê Quto, di bin
hikmê lawê wî de demeke dirêj dijî.
Di
wan salên patolojîk de Xerapetê Xaço jî berê xwe dide binxetê û derbasî Sûriyê
dibe. Di sala 1929’an de Sûriye wê demê di bin bandora Fransayê de bû. Xerapet
demekê piştî derbasbûna xwe ya binxetê, di nav artêşa Fransî de weke lejyoner
cih digire û bi qasî 15 salan ji Fransayê re leşkeriyê dike. Di sala 1936’an de
li Qamişloyê bi Yêvaya Hagop re dizewice ku bavê Yewayê Hagop
Azîzyan jî, di dema komkujiya Ermeniyan de ji bajarê Îzmirê reviyane û
koçberî Qamişloyê bûne. Di sala 1942’an de keça wan Akrasî, di sala 1944’an da
jî lawê wan Sêrop ji dayîk dibe. Piştî Şerê Cîhanê yê duyem, di sala 1946’an de
Fransa ji Sûriyê vedikişe, lejyoneriya Xerapet jî diqede.
Di
wan salan da Ermenîstan bangewaziyek li hemû Ermeniyên ku li derveyî Ermenîstanê
dijîn dike, heger ew bixwazin, wê bikaribin vegerin welatê xwe. Xerapet jî li
ser wê bangewaziyê bi jin û zarokên xwe ve berê xwe dide Ermenîstanê û li wir
bi cih dibe. Mixabin li Ermenîstanê jî feqîrî û belengazî dev jê bernade. Piştî
bicihbûna wî ya li Ermenîstanê sê zarokên wî yên din jî çêdibin.
Di
sala 1955’an de radyoya Rewanê dest bi weşana zimanê Kurdî dike û Xerapet jî
weke dengbêjekî Kurd di nav hunermendên radyoyê de cih digire. Di radyoyê de
jî, ji bilî zimanê Kurdî, ti car bi zimaneke din, heta bi zimanê xwe yê zikmakî
jî kilam û stran nestirane. Loma ew bi eslê xwe her çi qas ermênî be jî, bi
deng û avazên xwe ve, bi stran û hunera xwe jî dengbêjekî Kurd e.
Xerapetê
Xaço, di 103 saliya xwe de, li Gundê Solxoza Çaran, di xaniyek yekçavî ku bi
tenekeyan ve hatibû niximandin de, koça xwe ya dawî kir. Deng û awazên wî yên
bêhempa û deyndariya me ya giran jî ji me re ma.

0 Yorumlar