Ticker

10/recent/ticker-posts

Henaseya jiyan kirinê ji nû ve gur û geş bû

Roja 15’ê Sibata 1999’an Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployek navnetewî hate dîlgirtin. Gelê Kurd li benda rojek wiha bû, ji ber ku dijminên Kurdan ti caran nehêlan Kurd xweşiyê bibînin. Taybet jî bi derketina Rêbertî re çawan Kurdan pêşiya xwe dît û karî ji bo xwe têkoşîn bike, ne tenê dewleta Tirk hemû dewletê desthilatdar Rêbertî ji xwe re wek metirsiyekê dîtin xwestin di zutirîn dem de pêşî lê bigirin. Dîroka gelê Kurd şahidî ji gelek rojên mîna 15’ê Sibatê re kiriye. Bi dehan rojên bi vî rengî bi ser Kurdan de hatine. Di vê komployê de komploger bi hêz û îrdeya Rêbertiya me têkçûn. Di hemû demên dîrokê de xayîn, zalim û bêbext ji mirinê zêdetir tiştek din ji bo Kurdan rewa ne dîtine. Kesên ku xwe wek dostên Kurdan nîşan dida mîna gurê ku kevilê berxan li xwe kirî ji dijmin zêdetir êrişê gelê Kurd kirin. Komkujiya gelêyê Zilan, darvekirina Şêx Seyîd, Seyîd Rêza û komploya 15’ê Sibatê jî mînakên van yên berbiçavin. Dijminan xwestin me bi vê komployê bêhêvî bikin ku em mirinê ji xwe re rêya xelasiyê bizanibin. Wek gelê Kurd bi saya bîr û baweriya ku Rêber Apo dayî me, em dikarin felsefeya jiyana azad bikin armanca jiyana xwe û li ser wê armancê têbikoşin. Bi wê bîr û baweriyê me komploya navnetewî ya li ser Rêber Apo û gelê Kurd berovajî armancê dijmin, me pûç û vala kir. Hêza ku Rêbertî dayî keç û xortên Kurdan, ciwanên me karîn tevnê jiyankirinê belavî Kurdistanê bikin. Felsefeya ‘Mirin’ bêmiriniyê di afirîne belavî hemû axa Kurdistanê û cîhanê kir. Agirê keç û xortên Kurdan yên bi bedenên xwe pêçayî bû ronahî û çirûsk ji jiyana azad re. Ruh û mejiyê bi tarîtiyê xeniqî zindî kir û baweriya jiyanê da. Dema nûnerên ruhên xirab xwestin Rêbertî û gel ji hev qut bikin di tarîtiya xwe de fetisîn. Dijberî tine bûnê gelê Kurd bi şerê gelê şoreşgerî rolek serkeftî leyîst, mafê tinekirina Kurdan neda dijmin. Her ku diçe hêza gerîla û hêza gelê Kurd xurtir dibe. Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo me karî xwe li ser lingan bigirin. Dijmin çiqasî çekên herî dijwar jî bikarbînin wê nikaribe Kurdan têk bibe. Yê ku têkoşîn bi serbixe ciwanin, ji ber wê jî divê em hêza ciwantiyê di ruhê xwe de zindî bihêlîn. Ji bo bilindkirina hêza heyî wek ciwan divê em rola xwe bileyîzin û nehêlin gelê Kurd tine bibe. Pêwîste wek ciwan û jinên ciwan rol û mîsyona xwe di vê pêvajoyê de pêkbînin. Kesek nikare vîna Serok Apo ya ku xwe gihandiye bi milyona kes û şerê gelê Şoreşgerî têk bibe. Li ser vî bingihî em dibêjin ji bo em bikaribin jiyanek birûmet û azad bijîn, pêwîste tecrîda Îmralî were şikandin. Rêberê Gelê Kurd, Pêşengê sedsala 21’an bi awayek fîzikî were azadkirin. Her wiha ji bo pirsgirêka Rojhilata Navîn were çerserkirin divê deriyê Îmraliyê were vekirin. Ji bo vê em bang li hemû ciwanan, jinên ciwan, gelê Kurdistanê, hêzên demokrat û xwedî wijdan dikin ku li derdora Îmraliyê bibin yek ku em azadiya fîzikî ya Rêber Apo mîsoger bikin. Hêzên ku niha li hember van kiryarên dewleta Tirk bêdeng dibin, wê di rûpelên dîroka Kurdistanê de rûreş were nivîsin. Yên ku dixwazin di pêşeroja gelê Kurd de li kêleka gelê Kurd cih bigrin serfiraziyê bijîn divê dakevin qadan.

Mezra Çomlek


Yorum Gönder

0 Yorumlar