Ji bo şermezarkirina Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li
dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di pêşengtiya Meclîsa Ciwanên Wargeha
Penaberan a Mexmûrê de meşek meşaleyî hat lidarxistin û bang li tevahî ciwan û
gelê azadîxwaz kirin ku dem dema fîzîkî azad kirina Rêber Apo ye.
Meclîsa Ciwanan a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî
(Mexmûr) ji bo şermezarkirina Komploya Navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd
Abdullah Ocalan meşek meşaleyî lidarxistin.
Meş bi amadebûna ciwanan li ber Saziya Malbatên Şehîdan
destpê kir û meş li ber parka 4’ê Nîsanê bi dawî bû. Di meşê de bênavber
dirûşmeyên ‘Kes nikare roja me tarî bike’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ hatin bilind
kirin. Di heman demê de pankarta li ser ‘Ciwan fedayî Rêber Apo ne’ û posterên
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin bilind kirin.
Li ber parka 4’ Nîsanê daxuyaniyek hat xwendin. Daxuyanî bi
deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Azadiya Kurdistanê destpêkir. Piştî
rêzgirtinê li ser navê Meclisa Ciwanan a Mexmûrê Çîdem Urek daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de, di kesayeta Weysî Taş û Mehmet Akar de
hemû şehîdên pêngava ‘Kes nikare roja me tarî bike’ hatin bibîr anîn û wiha
hate gotin: “Wek tê zanîn em dikevin 25. salvegera Komploya Navnetewî de. Rêber
Apo bi têkoşîna xwe gelê Kurd yê ku biribû qurbanê êrişên dewleta Tirk ji xewa
mirinê şiyar kir û xeta têkoşîna azadiyê ji nûve zindî kir. Hêzên desthilatdar
ji bo bikaribin berjewendiyê xwe biparêzin û temenê desthilatdariya xwe dirêj
bikin di kesayeta Rêber Apo de Tevgera azadiyê, gelê Kurd û hemû gelên
Rojhilata Navîn kirin hedef. Bi hevkarî û polîtikaya qirêj di 15’ê Sibata
1999’an de bi awayek bê hiquqî Rêber Apo dîlgirtin. Lê Rêber Apo bi têkoşîna
xwe armanca van hêzên komploger vala derxist.
Têkoşîna tevgera azadiyê û jinên Kurdistanê dan diyar kirin
ku Rêber Apo ne keseke îradeya tevahî gelên bindeste. Em ji wek ciwan û jinên
ciwan ên Mexmûrê dibêjin heta yek ji me hebe emê xwedî li Rêbertî derbikevîn.
Emê di vê pêvajoya hebûn û tine bûnê de bi ruhê Apoyî li hember hemû êrişên
dewleta faşîzt têkoşîna xwe bilind bikîn. Li ser vê bingehê em bang li tevahî
ciwan û gelê azadîxwaz dikin ku dem dema fîzîkî azad kirina Rêber Apo ye.”
Daxuyanî bi bilind kirina dirûşmeyên ‘Kes nikare roja me
tarî bike’ û ‘Bê serok jiyan nabe’ bidawî bû.

0 Yorumlar