Ticker

10/recent/ticker-posts

ROJEV PIRS DIKE: PEDEGOJÎ ÇIYE?

Bersivên Gel;

- Zanista zarokan e.

- Rêvebirina zarokan e.

- Zanîn e.

- Rêbaza xwedîkirinê ye.

- Derûniya zarokan e.

- Fêrbûna zarokan e.

- Zanyariya zarokan e.

- Têgihiştina zarokan e.

- Fêrbûn e.

- Jêhatîbûna zarokan e.

- Tecrûbeya zarokan e.

Pedagojî wek peyv, ji “paidagogus” a Yûnanî hatiye. Ew jî ji du parçeyan pêk tê, “paid” tê wateya zarok û “agogus” tê wateya rêvebirinê. Bi vî awayî wate dibe rêvebirina zarok. Di wê demê de ji kesên ku zarok digihandin dibistanê yan jî şîret û alîkarî dida dilxwazên fêrbûnê re, paidagogus dihat gotin.

Pedagojî, weke şêwazê dersdayînê tê naskirin, teorî û pêkanîna perwerdeyê ye, her wiha pedagojî bandorê li ser pêşketina civakê, polîtîk û derûniya xwendekaran dike. Di herikîna fêrkirinê de, pedagojî lêkolîna şêwazê veguheztina zanist û kêrhatinê ye. Ev hemû bi berçav derbaskirina teoriyên fêrbûnê, fêmkirin, pêwistî, mereq û paşjiyana xwendekaran, pêk tê. Stratejiyên fêrkirinê bi zanîn û tecrûbeya xwendekar, ekolojî û armancên fêrkirinê yên ku mamoste danîne ve girêdayîne. Tevî van tiştan, hîn zarok di çarçoveyeke teng de tê dîtin. Zarok bi tena xwe nikare fêr bibe. Divê bi “dibistanê” were sînorkirin, minhac jî rêya wî/wê nîşan bike û mamoste jî yên pêkanînê ne.

Weke mînak; Gelo li gel zarokan sedemên fêrbûnê tune ne, zarok nikarin tevlî plankirin û nirxandina fêrbûna xwe bibin, ji bo fêrbûnê amadebûn, li gel wan tune ye? Dijberî nêrîna gelek kesan, daxwazeke mezin a bixwe fêrbûnê li gel zarokan heye. Pêwistiya wî/ê ya keşifkirina derdora xwe, dîtina bûyeran û şîrovekirina wan heye. Li gorî zarok, civaka ku tê de jiyan dike cihaneke nû ye û pêwîste her tiştên wê nas bike. Avabûna kesayeta têgihiştî ji zaroktiyê destpê dike û bi jiyana wî/wê re berdewam dike. Hemû agahî, kêrhatin û tecrûbeyên ku li gel têgihiştiyan heyî, di qonaxa zaroktiyê de avabûne û pêş ketine.

Ji ber vê yekê divê qonaxên mezinbûna mirov ji hev neyên veqetandin û di qalibên cihê de neyên danîn, ne weke ku her kesek di her qonaxekê de xwedî kesayetek ji ya din cûdatir e. Ya herî baş ewe ku weke zincîrekê bi hev ve werin girêdan, her xelekek xeleka berî xwe temam dike. Dema ku hotagojî di pedagojî û andragojî de were pêkanîn, emê encamên herî baş bidestbixin. Weke mînak, ji bo zarokên di asta pêşdibistan û şûn de, lîstika azad alîkariya fêrbûnê dike. Zarok bi rêya lîstikê dikare jêhatîbûnên civakî, zanistî, hestyarî û bi xwe bawerî bigire ku di tecrûbeyên jiyanê de pêre alîkar bin. Weke tê zanîn, ji bo zarokan lîstik çalakiyeke jixweber û balkêşe, pêwistî bi rehberî yan jî alîkariyeke rasterast a mamoste tune ye. Tenê alavên lîstikê yên guncav ji bo zarok werin pêşkêşkirin û rê ji xeyalên wî/wê re werin vekirin. Mînakeke din, rê li ber xwendekar were vekirin ku biranş û mijara ku jê hez dike û li gorî xwe guncav dibîne, hilbijêre. Biranş an jî mijara ku bala wî/wê nakişîne, naxwîne. Dema ku bi eşq bîrkarî bixwîne, tekez wê afirandinan çêke. Ji bo xwendekarên temen mezintir an jî têgihiştiyan, girêdana fêrbûnê bi jiyana rojane ve, atmosfereke alîkar a xwefêrbûnê çêdike. Her tişta derdora me derfetek an jî deriyekî fêrbûnê ye, ji xweza, çandinî, dezgehên pîşeyî, teknînkî û saziyên xizmetguzarî û hwd. Xwendekar an jî têgihiştiyên ku ji çandiniyê hez dike, her çiqas xwe fêrî bazirganiyê yan jî pîşeyê bike, ne gengaze ku afirandinan pêkbîne. Eger derfet jêre werin vekirin, wê hemû hêz û jêhatiyên xwe di warê çandiniyê de bikar bîne.

Teşwîqkirina zarok bi rêya girêdana fêrbûnê bi jiyana wî/wê ya rojane, di xwefêrbûnê de piştgirî û di tişta hez dike de azadî, ev hemû di hundirê wî/wê de kesayetek çalak û di civakê de xwedî rol avadike. Dema ku minhacan jê re amade bikin û zarok bê daxwaz tevlî bikin, wê jê dûr bikeve û di rewşa herî baş de bê dilê xwe tenê ji bo têgihiştiyan razî bike, derbas bike. Tekez em vê tiştê naxwazin, em nifşekî zana ku pirsgirêkên civaka xwe nas bike û bi rêya fêrbûnê çareser bike, dixwazin. Li aliyê din, eger têgihişt di xwendina bilind (zanîngeh) de be yan jî di jiyana kar de be, pêwiste şert û merc werin peydakirin ku bi rêya xwefêrbûnê bi awayekî berdewam xwe pêş bixin. Pêşxisina kêrhatin û jêhatiyên têgihiştiyan ji zaroktiyê destpê dike. Dema ku kes tişta ku jê hezdike fêr dibe, wê ji karê xwe jî hezbike, afrênerbe û hewl bide her tim kar pêş bixe.

 

 


Yorum Gönder

0 Yorumlar