Hevserokê Meclîsa gel a Wargeha Mexmûrê Yusif Kara: “Em bang li tevahî Kurdistaniyan bi taybet gelê Başûrê Kurdistanê dikin ku pêwîste em wek gelê welatparêz ji bo bikaribin piştgiriya gelê xwe yê li Bakurê Kurdistanê bikin, em ji wijdana şefê faşîst Erdogan re nehêlin, pêwîste em demildest alîkariya pêwîst kombikin.
Xurbet
Tallî
Hevserokê
Meclîsa gel a Wargeha Mexmûrê Yusif Kara têkildarî erdheja ku li Bakurê
Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê çêbûyî ji rojnama me re axivî.
Bê
xemiya dewletê hejmara miriyan zêdedibe
Yusif
Kara di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser erdeheja ku li Bakurê
Kurdistanê çêbûyî û got: “Wek tê zanîn beriya niha çend rojan li Bakurê
Kurdistanê, Tirkiye, Rojavayê Kurdistanê û Suriyê erdhejek pêkhat, di vê
erdhejê de kesên ku jiyana xwe jidest dayîn em ji hemû malbatên wan re
sersaxiyê û ji kesên birîndarbûyîn re jî şîfa dixwazin, her wiha ji kesên di
bin kavilan de jî mayîne hêviya me ewe ku bi saxî û silametî bên rizgarkirin. Ev
erdhej hema bêje li deh bajarên Bakurê Kurdistanê û Suriyê çêbûye, her wiha
beşek yê Rojavayê Kurdistanê jî li ber pêla vê erdhejê ketiye. Ev karesatên ku
bi vî awayî çêdibin, karesatên xwezayîne yanî ji derveyî aqil û hêza mirovane.
Em wek gelê Wargeha Mexmûrê êş û xemgîniya tevahî kesên ku di wê erdhejê de
jiyana xwe jidestdayîn parvedikin. Dewleta faşîst li himberî rewşên bi vî rengî
bê tedbîrî, bê amadekariya wê her wiha dahata ku îro Tirkiye dide çek û di
Kurdistanê de li himberî Kurdan dide karanîn evane hemû rê li pêşiya hejmarek
zêde ya miriyan vedike. Bi wê ve girêdayî dihêle ku dewlet bi kirîzan re derbaz
bibe û nikaribe alîkariyên mirovî bigihînin hemû hemwelatiyên xwe.”
‘Divê
mirov di karesatên bi vî awayî de bi wijdanî tevbigere’
Yusiv
Kara di dewama axaftina xwe de diyar kir ku dewleta Tirk tevahî dahata xwe di
şerê ku li himberî netewa Kurd dimezêxe û wiha pêde çû: “Bi qasî ku em
çapemeniyan jî dişopînin gelek bajarên ku ev karesat lê çêbûyî heta niha ti
alîkariyek pêwîst nehatiye kirin. Bi wê ve girêdayî rayedarên dewletê yên ku
dibêjin me xwe gihandiye hemû qadên ku erdhej lê çêbûyî, lê tîmên rizgarkirinê
heta niha jî ji ber nebûna amûrên pêwîst li gorî tê xwestin di gelek astan de nekarîne
xwe bigihînin kesên ku di bin kavilan de mayî. Bi qasî ku em dişopînin gelek
welat û dewletên cîran jî dixwazin alîkariyê bidin, lê şefê faşîst Erdogan ji
derveyî saziyên ku bi wî ve girêdayî nahêle kesek din alîkarî bide. Alîkariyên
ku ji dervede jî tê, hemû di desteser dike, dibe ku ji sedî yekê wê jî nede
xelkê mexdûr. Divê mirov di karesatên bi vî awayî de ti ferq û cûdahî nexin di
nava netew, dîn û civakan de, bi awayekî wijdanî û exlaqî tevbigere. Lê dewleta
Tirk ji herêmên Kurdistanê yên ku ev karesat lê çêbûyî zêdetir li bajarên
Tirkiye alîkarî dide. Ji ber wê li bajarên Kurdistanê alîkariya pêwîst nayê
dayîn.”
‘Divê
em ji wijdana şefê faşîst Erdogan re nehêlin’
Hevserokê
Meclîsa gel a Wargeha Mexmûr Yusiv Kara di dawiya axaftinên xwe de ev tişt got:
“Em wek gelê Wargeha Mexmûr ji bo vê karesatê amadene hemû alîkariyên pêwîst li
gorî derfetên xwe di çerçeveya bangawaziya Hevserokatiy Konseya Rêveber a KCK’ê
de bidin. Em bang li tevahî Kurdistaniyan bi taybet gelê Başûrê Kurdistanê
dikin ku pêwîste em wek gelê welatparêz ji bo bikaribin piştgiriya gelê xwe yê
li Bakurê Kurdistanê bikin, divê em ji wijdana şefê faşîst Erdogan re nehêlin pêwîste
em demildest alîkariya pêwîst kombikin. Her wiha banga min ji gelê Kurd yê li
Bakurê Kurdistanê bajarên ku ji vê karesatê ti zerer nedîtî re jî ewe ku xwe bi
wijdana Erdogan ve nehêle û ji gelê xwe re bibe alîkar.”

0 Yorumlar