Berdevkê Ofîsa Ragihandina YPG’ê Siyamed Elî diyar kir ku civîna ku wê di navbera dewleta Tirkiye, Sûriye, Rûsya û Îranê de bê li darxistin, wê bi hişmendiya qirkirina gelê Kurd be û armanca wan dijminatiya Netewa Demokratîk a li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ye.
Armanc
Herekol
Berdevkê
Ofîsa Ragihandina YPG’ê Siyamed Elî ji rojnama me re axivî û destnîşankir ku civîna
ku wê di navbera dewleta Tirkiye, Sûriye, Rûsya û Îranê de bê li darxistin, dijî
projeya Netewa Demokratîke û armanca wan dijminatiya gelê Kurd e.
‘Dijminên
nirxên şoreşa Rojava ne’
Siyamend
Elî di destpêka axaftinên xwe de diyarkir ku hişmendiya dewleta Tirk a
dagirker, li ser qirkirina gelê Kurde û got: “Dewleta Tirk di civînên asta NATO
û Cenevre de timî li dijî Kurdan di tevgerê de bû. Ev hişmendiya wan a
qirkirina Kurdan hîn jî berdewam e. Civîna ku tê gotin wê di navbera dewleta
Tirk, Sûriye, Rûsya û Îranê de bê li darxistin, wê li gor hişmendiya dewleta
Tirk a qirkirina Kurdan be. Çiqas Tirk û Sûriye bêjin emê ji bo tifaqa di
navbera Tirkiye û Sûriye de xurt bikin jî, ev ne raste. Ji ber ku armanca wan
hemû dijminatiya Netewa Demokratîk a li Bakûr û Rojhilata Sûriyêye. Dijminatiya
nirxên şoreşa Rojava ye. Armanca wan tenê dijminatiya Kurd û Kurdistanê ye.”
‘Şam
xizmeta deweta Tirk dike’
Siyamend
da zanîn ku di civînên herî dawî yên hêzên îstixbaratî de hatiye dîtin ku di
êrişên li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyê de rolê tevahî dewletan heye û wiha pêde
çû: “Bi îstîxbarat dayîn û rêya hewayî vekirinê re ev yek pir bi zelalî eşkere
bû ku rolê hemû dewletan heye. Rejîma Şamê mixabin li şûna ku xwedî li
hemwelatiyên xwe derbikeve û dijî dagirkeriyê derbikeve, niha serî li himber dewleta
Tirk tewandiye û ketiye di bin xizmeta dewleta hov a Tirk de. Ji bo wê em
dizanin ji derveyî vê hişmendiyê, di wê civîna ku di navbera her çar dewletan
de bê lidarxistin, ti hişmendiyên din nebe. Tenê dijî projeya Netewa
Demokratîkin.”
‘Dixwazin
tevgera gelê Kurd pûç bikin’
Siyamed
Elî ragihand ku di pêvajoyek wisa girîng de, civînek wisa li dar xistin, diyare
wê ti encamên baş dernekeve û wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Di vê civînê de
berjewendiyên her çar desthilatdaran digihije hevdû. Li ser vê esasê wê
dijminatiyê berdewam bikin. Dixwazin di van civînan de tevgera gelê Kurd pûç
bikin. Di tevahî civînên 11 salan de gelek projeyên wan ên DAIŞ û komên çeteyên
din hatin şikandin. Îro ji ber vê civînê wê ne tenê Kurd kirîzan jiyan bike, wê
tevahî herêm û paytextên van welatan kirîzên cidî jiyan bikin.”
‘Koban
sembola berxwedanê ye’
Berdevkê
Ofîsa Ragihandina YPG’ê Siyamed Elî herî dawî bibîrxist ku xeyal û hesreta
dijmin ewe ku Kobanê binbixe û wiha axaftinên xwe domand: “Ti caran Kobanê serî
li dagirkeriyê netewandiye. Koban sembola berxwedanê ye. Di tevahî êrişan de
dijmin dît ku berxwedaniya gel astengiya herî mezine ji bo wan. Ji bo wê
dixwaze, vê berxwedanê bişkîne. Koban ne pariyek hêsan e. Koban ew cihe ku çok
li DAIŞ’ê daniye erdê ye. Koban hîn jî bi wê ruh û baweriyê li ber xwe dide. Koban
ji bo şerekî dem dirêj amadeye. Di daxuyaniyên hêzên ji dervede tê dîtin ku
naxwazin êrişek li ser Kobanê çêbibe, lê em van gefên dewleta Tirk cidî digirin
û ji bo wê hemû amadekariyên xwe li ser vê yekê dikin. Ev şer wê gelek mezin û
tejî berxwedanî be, her wiha wê bê dem û bê sînor be. Pêwîste her şoreşger,
hikumet, civak û hêzên leşkerî ji bo Kobanê erkên xwe bi cih bînin. Daxuyanî
hene, lê divê bikevin pratîkê. Bila her kes bizane, pişta me gelê me û Serokê
me ye. Gel û şervan pişta hev digirin.”

0 Yorumlar