Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê
komploya 15’ê Sibatê bi meşekî girseyî şermezarkir. Di meşê de bê navber
dirûşmên dijî dewletên komploger hatin gotin û diyar kirin ku heta azadiya
fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîsoger nebe wê çalakiyên xwe
bidomînin.
Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê
komploya 15’ê Sibatê bi meşekî girseyî şermezarkir. Di meşê de bê navber
dirûşmên dijî dewletên komploger hatin gotin û diyar kirin ku heta azadiya
fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîsoger nebe wê çalakiyên xwe
bidomînin.
Meş bi kombûna hezaran xelkê wargehê û xwendevanan a li ber
avahiya Malbatên Şehîdan destpê kir û heta ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY)
meşiyan. Gel di meşê de bi bilindkirina al û posterên Rêberê Gelê Kurd, her
wiha pankartên bi nivîsa ‘Bê Serok jiyan nabe’, ‘Kesek nikare roja me tarî
bike’ ‘Dem dema azadkirina Rêber Apo ye’, ‘Em komploya 15’ê Sibatê
şermezardikin’ û bi dirûşmeyan girêdanbûna xwe ya bi Rêber Ocalan re anîn
ziman. Piştî ku meş gihişt ber avahiya NY li wir sekinîn û daxuyaniyek hat
dayîn. Beriya ku daxuyanî were dayîn di kesayeta şehîdên meha Sibatê de tevahî
şehîdên tevgera azadiyâ Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê
daxuyanî ji aliyê Endama Meclîsa Gel Bêrîvan Kaya axivî.

Bêrîvan Kaya di destpêka axaftina xwe de Komploya 15’ê
Sibatê şermezarkir û got: “Dewletên dagirker bê navber hovîtiya xwe li ser
Rêbertiya me dike, li ruxmê vê hovîtiya wan Rêbertî bêyî ku navber bide
berxwedan û têkoşîna xwe berdewam kir. Em jî kêlî bi kêlî xwe di nava vê
berxwedanê de dibînin û di nava vê berxwedanê de xwedî hêz û vînin ku dijmin ji
her gavek ya me ditirse. Ji bo wê jî êrişî gêrîlayên me dike, bi wê ve girêdayî
tecrîda li ser Rêbertî ya ku ev 24 salin bi hemû hovîtiya xwe tê meşandin, li
ser gelê wargeha Mexmûr jî tê pêkanîn. Ji ber vê em ji vê ne xerîbin û ji bo wê
jî divê em kêlî bi kêlî bi Serokatiya xwe re xwe bikin yek ku em bikaribin
berxwedana xwe biserbixin. Hevalên ku bi agirê bedena xwe li derdora Rêbertî
xwe kirîn xelekek ji agir û gotin emê bi agirê bedena xwe Rêbertiya xwe
azadbikin û vê dijminiya ku li ser gelê Kurd emê bi dawî bikin. Ji bo wê divê
em jî bikaribin vî agirê serhildanê hîn geştir bikin û bigihînin azadiyê. Ji
ber ku niha dem dema em bikaribin Rêbertiya xwe bi fîzîkî azad bikine ye. Ji
ber ku Rêber Apo ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên cîhanê bû hêvî.”
Piştî axaftina Bêrîvan Kaya, çalakiya greva birçîbûnê li wir
bi koma nû dewir girt û bi dirûşmeyên ‘Bê serok jiyan nabe’, ‘Bijî Serok Apo’
meş bi dawî bû.

0 Yorumlar