Ticker

10/recent/ticker-posts

PKK TEVGERA LEHENGAN E


Milîtaniya berxwedanek ku mirovahî û cîhanê ne dîtibe, kirin. Helbet wêrektî dixwaze. Piştî ku dewleta Tirk ya qirker darbeya faşîst a leşkerî ya 12’ê Îlonê pêkanî di serî de Kurdistan her ku çû tûndiya êşkenceya ku li her kuncîkê Tirkiye dihat hîs kirin, zêde dikir. Hewayek wisa afirandibû hema ti hêvî li ser navê Kurdîtiyê jî ne mabû. Lewra ti kesî/ê xeyal ne dikir ku wê li ser navê Kurdan derketinek an jî pêşketinek çêbibe. Ji ber vê jî li hemberî hovîtiyek wiha encax berxwedanek bê hempa dikarî bibûya bersiv. Ev berxwedana ku di pêşengtiya Kemal Pîr, M. Xeyrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Elî Çîçekan de hat raber kirin, hemû planên darbekaran vala derdixist. Eger gotin di cih de be yên ku diçûn nêçîrê di kesayeta wan lehengan de dest vala vedigeriyan. Helbet di nava vê berxwedanê de berxwedêrek welê hebû ku temenê wî biçûk; lê berxwedana wî qasî destanan mezin, Şehîd Elî Çîçek hebû. Heval Elî Çîçek, hevaleke ku di Zîndana Amedê de li hember zirûfên herî hov a êşkenceya ku mirovahiyê heta niha ne dîtibe, ne bihîstibe bû sembola ciwan û berxwedanê.  Li gel ku temenê heval biçûk jî bû, lê di pêvajoyek wiha de biryara berxwedanê dide û dide hîs kirin ku li ser vî bingehî li Kurdistanê berxwedan ferz e. Ji ber vê sedemê dibêje ku PKK ne teslîmiyet, berxwedan fêrî me kiriye.     

 Lewra dema ku dewleta Tirk a faşîst li hember vê berxwedana zîndanan têk çû, piştre êrişkariya xwe hê zêde bipergal û zirav dike û heta roja me anî. Ji ber vê sedemê îro li hember milîtan û berxwedana gerîlayên PKK’ê, rêbazên herî hov bikartîne. Çawa ku berxwedana Elî Çîçekan a li dijî faşîzma 12’ê Îlonê raber kirin; êrişên dewleta Tirk a qirker-mêtînger şikandibin, îro jî gerîla di pêşengtiya dînamîzma ciwanan de li Zap, Avaşîn û Metîna; mezin li berxwedidin û darbeyên giran li dewleta faşîst dixin. Îro navbera şervanên ciwan ên ku di serî de qada Zap, qadên herî zêde şer diqewime berxwedidin û ruhê ku li hember darbeya faşîst a 12’ê Îlonê berxwedida; tenê, ferqa mekan heye. Ruhê Apoyî berxwedana xwe ya biqudret timî û li her qadê didomîne. Vaye ruhê ciwan ê ku heval Elî Çîçek hiştî îro darbeyên mezin li dewleta Tirk a faşîst dide. Ji ber vê ye ku dewleta Tirk a faşîst li her deverê ciwanan ji xwe re dike hedef, êşkence dike û şehîd dixe. Wek tê zanîn di rojên dawiyê de di nûçeyan de jî derket; hestiyên Şehîd Tolhildan Tekman (Yilmaz Uzun) di nava qutiyekê de, radestî malbata wî kirin. Mehan beriya niha jî hestiyên Şehîd Welat bi heman şêweyî radestî malbata wî kirin. Ev mijarek din e, lê ev mînak jî nîşan dide ku ruhê berxwedêr ê Elî Çîçekan ji dijmin re bûye tirs û xofek mezin. 

Heval Tolhildan jî hevalek bû ku xebatên ciwanan li qada Bakur rêve dibir; hîna temenek biçûk dikeve zîndanên dewleta faşîst, piştî ku derdikeve jî beşdarî xebatan dibe. Li gel hemû zextên dijmin jî serê xwe natewîne û xebatên xwe didomîne.  Dema ku xebatên xwe rêvedibe, di vê navberê de rûyê qirêj û hov a dewleta Tirk hê zêde nas dike û li dijî vê, biryara berxwedana radîkal dide û beşdarî nava refên gerîla dibe. Heval Tolhildan, ji kevneşopiya berxwedanê ya heval Elî Çîçek îlham digire û wisa tevlî xebatan dibe. Di vê berxwedana me ya destanî û biqudret de, bûye stêrkek sor. Çawa ku heval Elî Çîçek cihê teslîmiyetê berxwedan hilbijartibe, heval Tolhildan Tekman jî bi heman ruhî berxwe daye û ji bo xwe teslîmiyet heqereta herî mezin hesibandiye. Jixwe navê xwe jî bê sedem nekiriye Tolhildan.

Ji ber tol standin, taybetmendiya herî bingehîn a PKK’ê ye. Jixwe PKK wek tevgerek lehengan, tolhildanê derketiye holê û ti demê ala berxwedanê nexistiye. Îro bersiva herî mezin a li dijî hemû êrişên qirkirinê ewe ku ala berxwedanê ya Elî Çîçek û Tolhildan Tekmanan dewrî me kirî, ber bi serkeftinê ve veguhêze. Dibe ku ti demê tol standin ew qas nêzîk ne bibû. Ji ber îro dijminê faşîst bêyî ku sînoran nas bike, êrişî çar aliyên Kurdistanê dike. Lewra divê beranberî vê şer û tolhildan jî heman rengî be.

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar