Em dikevin 39’emîn salvegera koça dawî ya derhêner, senarîst, romannivîs û lîstikvanê navdar û pêşengê sînemaya Kurdî Yilmaz Guney. Yilmaz Guney şoreşgerekî di warê çandî û hunerî de bû ku ji ber hest û ramanên xwe hatibû sirgûn û koçberkirin. Bi hunera xwe şerê dijmin kir û mafê gelê xwe û çîna karker parast.
Yilmaz
Guney di 1’ê Nîsana 1937’an de li gundê Yenîceya bajarê Edeneyê ya Tirkiyeyê ji
dayîk bûye. Navê wî yê rast Yilmaz Putun bû. Yilmaz di nava malbatekî feqîr û
belengaz de mezin bûye. Xwendina xwe ya seretayî û navîn li Edeneyê qedandiye.
Dema diçû dibistana navîn karkeriya pembû dikir. Di dema xwendina xwe de dest
bi kardestiya filman kir. Ango di nûneriya And Fîlm û Kemal Fîlm ê de dest bi
kar kir. Karê xwe bi serkeftî pêk di anî. Hem li ber karkirinê û xwendinê re
jî, ji wêjeyê hez dikir û bi dilgermî nêzî wêjeyê dibû.
Di wê demê
de hêdî hêdî dest bi nivîsandina çîrokan dike. Diravên ku bi keda xwe qezenç
dikir, hem malbata xwe hem jî xwendina xwe pê debar dikir. Piştre li zanîngeha
Enqerê beşa danûşkeya Huquqê, li Stenbolê jî beşa danûşkeya Aboriyê tomara xwe
çêdike û dest bi xwendinê dike. Her wiha her du danûşkeyan diqedîne. Di demê
xwendinê de Atîf Yilmaz Batibegî nas dike. Bi alîkariya wî dest bi karê
alîkariya derhênerî û leyîzbaziyê dike. Bi vî awayî sînemaya rast nas dike.
Yilmaz Guney, dibin derhêneriya Atîf Yilmaz de kete nava nivîsandina sernaryoya
fîlmekê û di heman fîlmê de jî leyîst. Ji bo Yilmaz Guney nasîna perdeya spî bi
vî awayî destpê kir.
Di sala
1961’an de di çîroka ji berê de nivîsandibû ku di hinek kovaran de hatibû
weşandin, bi hêceta pesnê komînîzmê daye, tê darizandin û salek û nîv cezayê
girtîgehê dixwe. Di sala 1963’an de ji girtîgehê derdikeve û vedigere karê
sînemageriyê. Êdî ji berê xurtir û ji diltir dest bi xebatê dike. Di hinek
fîlmên ku mijara wan serpêhatî û mêrxaziyê didin diyarkirin de rol leyîst. Di
demekê kin de, ji nivîsandina senaryoyan heta kişandina fîlman, di gelek waran
de cihê xwe digire û karê xwe bi awayekî serkeftî berdewam dike. Vê xebata wî
ya giranbiha hêla ku di demeke kin de di nava civakê de bê hezkirin.
Di sala
1966’an de Guney Fîlm damezrand. Hem çêkirin û hem jî derhêneriya fîlman hilda
ser milê xwe. Di heman salê de senaryoya fîlmê binavê ‘Zagonên Tixuban’ bi
Lutfî Akad re nivîsand. Di sala 1968’an de fîlmê ‘Seyîdxan’ çêkir.
Sînemager
Yilmaz Guney di 111 fîlman de rol leyîstiye, 58 senaryo nivîsandiye, di heman
demê de karê derhênerî yê 20 fîlman kiriye. Di sala 1982’yan de bi filmê ‘Rê
(Yol)’ Xelata Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê girt ku yek ji mezintirîn xelatên
sînemayê yên cîhanê ye.
Fîlmên ku
Yilmaz Guney tê de weke nîvîskarê senaryoyê, derhêner û bi awayekî çalak rol
leyîstî evin: ‘Hesp, Jin û Çek-1966’, ‘Gule li min naçin-1967’, Keça Nûrî
Seyîdxan-1968’, ‘Gurên birçî û mêreke ne rind-1969’, ‘Hêvî-1970’,
‘Qeçaxçî-1971’, ‘Belengaz-1972-1974’, ‘Heval-1974’.
Di bihara
1972’an de ji ber ramanên wî yên welatparêzî û siyasî dubare tê binçavkirin,
demekê dirêj girtî dimîne û di sala 1974’an de tê berdan. Di heman salê de
fîlmê ‘Heval’ (Arkadaş) çêdike. Di sala 1981’an de cara sêyem tê girtin. Bi
boneya cejnê destûrê ji Girtîgeha Îspartayê distîne û êdî navegere girtîgehê.
Di heman demê de Yilmaz derdikeve dervey welat û heta dawiya temenê xwe li
Parîsê dimîne. Di nava damezrênerên Enstîtuya Kurdî ya Parîsê de cihê xwe
digire.
Yilmaz
Guney di temenê xwe yê 47 salî de, di 9’ê Îlona sala 1984’an de li Parîsê koça
dawî kir û li nêzîkî gora Qasimlo û Kamuran Bedirxan hate veşartin.
Yilmaz
Guney di sînemageriyê de gelek berhemên giranbiha li pey xwe hêlane û her wiha
di gelek fîlman de bi awayekî çalak rol leyîstiye. Yilmaz Guney buye ruhê
sînemaya Kurdî û ji bo gelek fîlmçêkerên herêmî û navneteweyî pêşeng û îdeal e.

0 Yorumlar