Li Başûrê Kurdistanê dema mijar dibe jin, piranî bi şidetê re tê rojevê. Şidet ne tenê di warê fizîkî de, li gelek qadên din di asta qirkirinê de ye. Ji derveyî hinek gavên lîberal û stargeh, ti tedbîrek din a radîkal ji bo çareserkirina pirsgirêka şidetê nîne. Tedibîrên çareserkirinê û perspektifeke ji bo destnîşankirina çavkaniya pirsgirêkê nîne. Li şûna ku balê bikişînin li ser sedemên bingehîn ên pirsgirêkan, balê dikişîne ser encaman. Nêzîkatiyên li hemberî tûndiyê ji bilî bertekên rojane, ragihandina nûçeyan û carnan jî şandina jinan a ji bo stargehan ku jiyana hinek ji wan bi kuştinê bi dawî dibin, ti çareyek din nehatine dîtin.
Têkiliyên
civakî taybetmendiyeke malbatî ye û heman tişt di nava partiyên siyasî yên
desthilatdar û qaşo muxalefet de jî derbas dibe. Malbat, ol û saziyên
perwerdeyê, saziyên perwerdeya taybet, bi hişmendiya mêran tên birêvebirin. Ger
ev sazî baş neyên analîzkirin, zehmete ku tenê bi agahî û hûrgiliyên îro em bigihijin
encamên ku pirsgirêkan nas bike û pirsgirêkên wekî tûndûtîjiyê çareser bike.
Mînak;
Jin bi rêjeyeke hindik beşdarî siyasetê dibin, ne biryardêrin. Kotaya beşdariya
jinan ya di saziyên rêveberiya pergalê de jinên ku xwedî nêrînên giştî ne, pir
caran dikevin xizmeta siyaset û hişmendiya mêrsalariyê. Parçebûna jinan û bê rêxistinkirina
wê cesaret daye hişmendiya mêran ku hemû qadên jiyanê kontrol bike. Li hemberî
şidetê wan bêdeng dikin.
Ne
tenê kotaya beşdarbûna jinan di parlamentoyê de li gorî plan û daxwazên
partiyan bû, lê parlamentoyê bi xwe jî nekarî guhertinên demokratîk di jiyana
civakî û siyasî ya civakê de pêkbîne. Dema ku kongreyên partiyan tên
lidarxistin, jin cihekî xwe yê zelal nîne û eger hebe jî ne xwedî bernameya
guhertinên civakî ye. Zagona li dijî şîdeta malbatê di Hezîrana 2011’an de hat
derxistin, ne tenê madeyên wê nehatin bi cih anîn, lê
belê bandora
Îslama siyasî li ser jiyana civakî hîna bi taluketir bûye, kuştin û şideta ser
jinê tê rewa kirin.
Piraniya
medyayên Herêma Kurdistanê bûyerên ku di encama tûndiya li dijî jinan de rû
dide vedişêrin. Mijarên weke edaleta civakî, wekhevî, azadî û ruhê têkoşîna li
dijî dagirkerî û gendeliyê, ne tenê di rojevê de nîne, lê bi bername, reklam,
klîp û dramayên Tirkî, Koreyî û Hindî psîkolojiya şikestî û bê ewlehiya jinan
diweşînin. Karektera jineke ku her tim di navbera mêran de rola nakokiyê dilîze
û wan dixe pêşbirka jinan, jina ku xiyanetê li mêrê xwe dike, profîla wan niha
ji bo mêran; Zilamekî dilovan, rizgarker, xurt, parêzvanê rûmeta jinê û hwd nîşand
didin.
Ji
ber bombebarana îdeolojiya neolîberalîzm bi rêya saziyên medyaya desthilatdar û
gelek medyayên din, ferdên civakê li xwe û li civakê xerîbketine. Piranî jinan
nêrîn, teoriyên siyasî û civakî yên ku jin bi xwe dikin kirdeyeke guhertinê nas
nakin. Li rûximê wê jî, van demên dawî jinan û ciwanan bi giştî eleqeyek mezin
ji bo xwendina teoriyên alternatîf nîşan didin û hişmendiya dîrokî û civakî di
nava wan de pêş dikeve.
Êrişên
dagîrkerî, şideta li ser jinê, rewşa xirab ya aborî û rêveberî, ev hişmendî û
encamên me li jor qala wan kirî rewşa Başurê Kurdistanê xistiya ber çarenûseke
nediyar. Her ku diçe navenda Îraqê bihêz dibe û dagîrkerên Îran û Tirkiye li
ser vê beşê xuyatir dibe, ev jî bi giştî encama hişmendiya partiyên siyasî yên
xwedî hişmediya mêrsalar, navendperest û desthilatperestan e.
Pêdiviya
Başûrê Kurdistanê bi modeleke li ser paradîgmaya modernîteya demokratîk a ku li
ser esasê beşdaribûna demokrasiyê û rasterast a civakê, ekolojî li ser bingehê
hevsengiya zayendî, mirovî, hawirdorê û her wiha azadiya jinê ye.
Kêm
jî be lê jin dizanin ku pirsgirêka wan ne tenê pirsgirêkek zayendî ye, di heman
demê de pirsgirêkek avahîsaziyê ya hişmendiyê ye. Ji bo wê jî eger jin xwe bi
rêxstin bikin ne
tenê dikarin dawî li şidetê bînin, wê dawî li rewşa xeter ya Başurê Kurdistanê
jî bînin. Ev ne xeyale, hat dîtin ku li Şengalê jin çawa dikarin çarenûsa xwe diyar
bikin û guhartinên bingehîn a demokratîk pêk bînin.
Rêber
Ocalan dibêjê: “Eger jin armanca wê zelal be, rêbazê xwe dîbîne”. Jin dikarin
bibin xwediyê rojevên hevpar û xwe ji vê rewşê derbixin ku mêr, desthilatdar û
dagirker weke nêrdewanek ji bo berjewendî û hêza xwe bi kar bînin, lê hêza xwe
ji bo birêxistinkirina civakê û bersivdayîna pêdiviyên xwe û civakê bikar
bînin. Jin jî dizanin hebûna çend jinan ya di
wezaret, postên bilind û
rêveberiyê de têra guhertin, avakirina hêvî û baweriya di navbera jin û civakê
de nake.

0 Yorumlar