Bersivên Gel:
-Rê
nîşandan e.
-Perspektîfa
bêdawî ye.
-Nexşe rê
ye.
-Heval
Zilan, Erdal û Rojhat e.
-Rê
diyarkirin e.
-Rê û
rêbazên jiyanê ye.
-Rêzebernameya
têkoşînê ye.
-Fikirên
têkoşînê ye.
-Rêzikname
ye.
-Felsefeya
jiyanê ye.
-Komkirina
fikirên rêxistinî ye.
-Rêbaza
jiyana raste.
-Hunera
jiyanê.
-Mebdeya
exlaq ya bi rêxistin kirine.
-Ferman e.
-Ruhê demê
ye.
-Xeta ku
mirov berbi heqîqetê ve dibe.
-Xeta
sore.
-Rêya têkoşînê
ye.
-Rêya
heqîqetê ye.
-Sindoqa
fikir e.
Peyva
Manîfesto bingihê xwe ji latînî digire, gotina manîfestoyê cara destpêkê ji
hêla fîlozofên Yewnaniyê kevnar ve hatiye bikaranîn, tê wateya rêgez û rêziknameyan.
Ji bo avakirina sazî yan ji rêxistinekî nû amadekirina hindek rêgez û pîvanan
ku ev çi di aliyê çandî an jî siyasî de be tê destgirtin. Mînak, dema sazî yan
jî rêxistinek nû tê damezirandin ji bo ku xebat li ser pîvanên rêxistin û
saziya heyî bê meşandin hindek xal tên destnîşan kirin û li gorî wan xalan
tevger kirina kes û civakê çêdibe. Dema manîfesto tê amadekirin, pêwîste
girseya ku ji bo wî tê amadekirin diyar be û li gorî wê were dest girtin. Di
heman demê de divê li gorî têgihiştina girseya manîfesto bi zimanek sade û zelal
were rave kirin. Di manîfestoyê de pêwîste girîngî bi fikirê azad were dayîn.
Kesê ku amadekariya manîfestoyê dike divê gelek lêkolînên berfireh di derbarê
jiyana civakê yan jî karê were kirin de kiribe û li ser bingehê ku lêkolîn hatî
kirin encam were vehunandin. Her sazî û rêxistinek dikare bibe xwedî
manîfestoyek, lê piranî manîfesto wek nexşe rêya rêxistinên şoreşger tê dest
girtin. Hîn zêdetir rêxistinên şoreşger beriya dest bi têkoşînê bikin li ser
bingiha civaka xwe îdeolojiyek avadikin û li gorî wê îdeolojiyê manîfestoyek
yan jî nexşe rêya wê şoreşê tê diyer kirin. Manîfesto dikare di çend xalan de jî were desgirtin dikare bibe
mijara pirtûkan jî. Ev yek li ser kêrhatin û şirovekirina kes û rêxistina ku
manîfestoyê amade dike dimîne. Pîranî manîfestoyên ku di jiyana civakê de guhertin
dayî çêkirin ji aliyê şoreşger û fîlozofan ve hatine amade kirin. Armanca bingehîn
ya amadekirina manîfestoyê ewe ku guhertinên mezin di civakê de were pêşxistin e.
Gelek kesayet û filozofên ku xwestin di jiyana civakê de guhertina bidin çêkirin,
xwestine bi manîfestoyekê fikrê xwe bînin ziman. Yekemîn manîfesto di sala
1848’an de ji aliyê Karl Marx û Friedrich Engels bi navê Manîfestoya Komînizmê
hatiye amade kirin. Ji wê rojê heta niha gelek kes û şoreşgerên ku xwestine di
civak û jiyana heyî de guhertinên demê bidin çêkirin, serî li amadekirina
manîfestoyê dane. Mînek: Rêber Apo ji bo ku jiyana li Kurdistan û Rojhilata
Navîn bide guhertin manifestoya şoreşa PKK’ê nivîsand û pêşkêşî gel kir. Her
wiha dema ku şoreşa PKK’ê hatî destpê kirin, Rêber Apo ji bo ku şoreşa heyî
were fêmkirin û belav kirin, pareznameya xwe ya yekem a bi navê ‘Manîfestoya
Civaka Demokratîk’ çap kir. Di vê parêznameyê de rastiya civaka Kurd û hemû
civakên Rojhilata Navîn bi hûrgiliyên xwe ve rave kiriye. Manîfesto ne tenê
baweriya kes xurt dike, di heman demê de bi kes re dibe alîkar ku di aliyê
siyaset û armancên xwe de bibe xwedî fikirên nû. Manîfesto armancên kes ên
takekesî bi tevizîne nîqaş dike û ji bo ku kes xwe bigihînin azadiyê fersendê dide
destê kesan.

0 Yorumlar