Cenazeyê Dilovan Îşlek’ê ku di encamê êrişa balafiren bêmirov û biçek ya dewleta Tirk ya dagirker de şehîd bû, gihişt Wargeha Penaberan ya Mexmûrê.
Cenazeyê welatiyê ji Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî, Dilovan Îşlek’ê ku îro di encamê êrişa balafira bêmirov û biçek ya dewleta Tirk ya dagirker de ya li ser rêya navçeya Koyê ya girêdayî parêzgeha Hewlêrê jiyana xwe ji dest da, gihişt Wargeha Mexmûrê.
Xelkê Wargeha Mexmûrê bi awayek girseyî cenazayê şehîd Dilovan Îşlek pêşwazî kir û li mizgefta Semta Şehîd Çîçek wecîbeyên olî hatin bicihanîn.
Tê payîn sibe li Saziya Malbaten Şehîdan ya Wargeha Mexmûrê, merasîma şehîd Dilovan bê lidarxistin û cenaze li Goristana Şehîd Nûjîn ya wargehê were sipartina axê.

0 Yorumlar