Ticker

10/recent/ticker-posts

Şehîd Dilovan Îşlek wê serê meha Mijdarê bizewicîba


Dilovan Îşlek’ê ku îro di encama bombebaran dewleta Tirk ya dagirker de şehîd bû, beriya çend rojan nîşanî bûbû û wê di serê meha mijdarê de bizewicî ba.

Balafira bêmirov û biçek ya dewleta Tirk ya dagirker îro li nêzîk gundê Kanî Kend yê ser rêya serekî ya navçeya Koyê ya girêdayî bajarê Hewlêrê wesayîta welatiyên Wargeha Mexmûrê bombebaran kir û di encamê de welatiyek şehîd bû û 3 welatî jî birîndar bûn.

Welatiyê ku îro di encama êrişa balafira dewleta Tirk de li gundê Kanî Kend yê ser rêya sereke ya navçeya Koyê şehîd bû, binavê Dilovan Îşlek’e û nîştecihê Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ye. Dilovan Îşlek beriya niha bi çend rojan nîşanî bûbû û dihate plankirin serê meha Mijdarê bizewice.

Piştî êrişa hovane ya dewleta Tirk ya dagirker, Dijî Terora PDK’ê weke her carê demildest daxuyaniyek weşand û têde dibêje di wesayîta ku li devera Koyê hatiye bombebaran kirin gerîlayên PKK’ê hebûn.

Dijî Terora PDK’ê erkê veşartina sûcên şer yên dewleta Tirk li dijî welatiyên sivîl û welatparêz yên Kurd li Başûrê Kurdistanê girtiye ser xwe. Dewleta Tirk bi awayek hovane û dirindane bêyî ku pîvanên şer, zagonên navnetewî yên şer berçav bigire, welatiyên sivîl bi awayek hovane qetil dike. Dijî Terora PDK’ê jî her carê demildest têkildarî êrişa li ser welatiyên sivîl yên ji aliyê dewleta Tirk ya dagirker ve tên kirin û di encamê de sivîl tên qetilkirin daxuyaniya lezgîn dide û kiryarên hovane yên dewleta Tirk bi berovajîkirina nasnameya rastiya kesên şehîd û birîndar bûne, êrişên dewleta Tirk rewa nîşan dide, rastiyê ji raya giştî û cîhanê vedişêre.

Dijî Terora PDK’ê vê carê jî xwe şaş nekir û ji bo êrişa li dijî wesayîta welatiyên Wargeha Mexmûrê ku di encamê de Dilovan Îşlek Şehîd bû û sê kes birîndar bûn, weke gerîlayên PKK’ê nîşan da û got “êriş li dijî wesayîta ku çekdarên PKK’ê têde bûn hatiye kirin û di encamê de kuştî û birîndar hene.”

Lê Dilovan Îşlek’ê nîştecihê Wargeha Penaberan ya Mexmûrê bû û beriya niha 12 rojan ankû 5’ê Cotmehê nîşanî bûbû û dihate plankirin ku serê meha Mijdarê daweta xwe bikira.  Lê dewleta Tirk bi hevkarên xwe yên noker re xeyalên zewacê yên şehîd Dilovan û dergistiya wî bi êrişa xwe ya hovane ji holê rakir.

Yorum Gönder

0 Yorumlar