Ticker

10/recent/ticker-posts

PAKRAWANÊN ROJÊ: HAZIM TALLÎ



Botan navê erdnîgariya Kurdistanê ya serhildêr û berxwedêr e. Taybetmendiya gelê Botanî ya serhildêr hiştiye ku ti cara li beranberê desthiledaran serî netewîne û hemû dema di nav têkoşînekê de be. Dema dijminê xwînxwar êrişê wan dikir, wê demê berê xwe didan çiyayan û di kûrahiya çiyayan de dest bi jiyana xwe dikirin. Di nava vê jiyanê de her zarokek Botanê dibe xwedî taybetmendiyek serhildêr  û berxwedêr. Yek ji van jî rêheval Hazim e.

Rêheval Hazim Tallî, di nav malbatek welatparêz ku di dema koma îdeolojî de rêxistinê naskiriye û bi welatparêziya xwe tên naskirinê di sala 1992 de li gundê Mijînê çavên xwe li cîhanê vedike. Malbat navê mamê wî yên şehîd li wî dike.  Navê wî jî dixin Hazim.

Malbata heval Hazim ji ber welatpariziya xwe dibe hedefa dijmin. Dijmin êrişê gund û malbata wî dikir û çetetiyê li ser ferdên malbatê ferz dikir. Li beranberî van kiryarên dijmin malbat bi têkoşîna xwe ya Kurdînî bersiv dida û bi girêdanbûna rûmeta xwe ve serî neditewand û neçar dimîne ku bikeve ser rêya penaberiyê. Rêheval Hazim hê di du saliya xwe de bibû rêwiyek li ser rêya penaberiyê. Ev rê pêşeroja wî jî diyar kiribû. Rêyek dûr û dirêj rêyek bi heqîqetê hatibû neqişandin li pêşiya rêheval Hazim bû. Her ku mezin bibûya wê ev rê şênbertir bibûya. Di vê rêya penaberiyê de êrişên dijmin ne bes bû, êrişên PDK jî lê zêde bibû. Rêheval Hazim di hemêza dayîka xwe de li ber lorîkên bi êş, di pir qadan re derbas dibû. Lê ti qad ji bo wan nedibû war, heta ku hatin Maxmûrê. Çola zûha, bê av, çola ku tenê warê mar û dipûşkan bû. Ji bo rûmeta xwe ketibûn ser şopa heqîqetê ji ber wê jî ev warê çol û çolistan ji bo xwe kirin warê jiyan û berxwedaniya xwe.

Rêheval Hazim li Mexmûrê di nav pergala xwe de dest bi dibistanê dike. Bi zimanê dayîka xwe û bêyî ku dîrok were berovajî kirin, heta amedeyî dixwîne. Ev yek wiya kêfxweş dike. Her çendî di dersên xwe de serkeftî jî be ji bo neçe Hewlêrê dest ji dibistanê diberde.   

Rêheval Hazim di hembêza dayîka xwe ya xweza de xwe azatir hîs dike û li beranberê her lawirekî bi rehim nêzîk dibe û ti carê zirar nedida lawiran. Hazim wek çiyayên Botanê asî, bi ceserat û bi îrade bû. Di her karan de bi biryardarî û bi îradeya xwe tevger dikir û dibû xwdî ezmûn. Di nava heval û malbata xwe de weke kesê herî wêrek, zîrek û kesek bi rêk û pêk dihat naskirin. Bi rastî jî wêrek bû, temenê wî biçûk bû lê dilê wî qayîm bû û dizanibû çawa jiyan bike. Li beranberê her mirovekî ango di jiyana xwe de xwdî pîvan bû, pîvanê wî yê jiyanê diyarker bû û ti carî neheqiyê ne ji bo xwe ne jî ji bo ti kesî qebûl ne dikir. Bi fedekariya xwe ve bibû mînakek li nav jiyana heval û cinarê xwe de.

Heval Hazim di nav karê ciwan û mîlîsan de cîh digrit. Heval Hazim li beranberê DAÎŞ’ê dikeve nava koma xwebexiş û li Kerkûk û Şengalê li beranberî DAÎŞ’ê bi wêrekî şer dike û li Şengalê bîrîndar dibe. Rêheval Hazim di her kîliya jiyana xwe de xwe parçayek yê vê têkoşînê didît û bi berpirsiyariya xwe radibû. Di sala 2014’an de beştarî nav refên gerîla dibe û 2016’ê de berê xwe dide Şirnex ê di YPS de li beranberê dijmin şerek bê hempa dide meşandin. Dijminê hov bi tank û topên xwe êrişî wan dike û her çar hêlên wan dorpeç dike. Heval Hazim bi hevalek xwe re ji bo koma hevalên xwe rizgarbikin bi fedayî li beranberî dijmin şer dike û 2016 de digihije karwanên nemiran. Heval Hazim bi van gotinan evîna xwe ya ji bo walatê xwe tîne ziman. ‘Ez weke ciwanek yê Botanê, bangawaziya min ji bo hemû ciawanên her çar parçeyên Kurdîstanê heye ku li ku dibin bila bibin ji bo em axa xwe ji çeteyan rizgar bikin divê her kes tevlî berxwdanê bibe.’

Yorum Gönder

0 Yorumlar