Ticker

10/recent/ticker-posts

Mexmûrî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û xiyaneta mala Barzan meşiyan

 Xelkê Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi meşeke girseyî êrişa li avahiya Nûnertiya KNK’ê ya Başûrê Kurdistanê ya li Hewlêrê ku di encamê de Endamê KNK’ê û Nûnerê KNK’ê yê Başûrê Kurdistanê Deniz Cevdet Bulbun şehîd bû, her wiha êrişên PDK’ê û dewleta Tirk yên li Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medya şermezar kirin.


Xelkê Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê bi meşeke girseyî êrişa li li avahiya Nûnertiya KNK’ê ya Başûrê Kurdistanê ya li Hewlêrê ku di encamê de Endamê KNK’ê û Nûnerê KNK’ê yê Başûrê Kurdistanê Deniz Cevdet Bulbun şehîd bû, her wiha êrişên PDK’ê û dewleta Tirk yên li Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medya şermezar kirin.

Bi kombûna gel ya li ber avahiya Malbatên Şehîdan ya Mexmûrê re, meşa girseyî ya xelkê Wargeha Mexmûrê destpê kir. Di meşê de al û posterên Rêber Apo, wêneyê Endamê KNK’ê û Nûnerê KNK’ê yê Başûrê Kurdistanê Deniz Cevdet Bulbun, herwiha nivîsên wek ‘Li Dijî Xiyaneta Mala Barzan Rabe’, ‘Bimire Xiyanet’, ‘PDK’ê ji Kurdistanê Derbixîne’ û hwd. hatin hildan.

Xelkê Wargeha Mexmûrê heta ber avahiya Netewên Yekbûyî meşiyan. Li wê derê di kesayeta Deniz Cevdet Bulbun de ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê gelê wargehê Hevserokê Meclîsa Gel ya Wargeha Mexmûrê Yusuf Kara axivî.

Yusuf Kara di destpêka axaftinên xwe de êrişa ku li dijî avahiya KNK’ê ya ku têde Endamê KNK’ê û Nûnerê KNK’ê yê Başûrê Kurdistanê Deniz Cevdet Bulbun şehîd bûbû şermezar kir û wiha got: “Dijminê xwînmij bi hemû hêza xwe, bi teknîk û teknolojiya xwe ji bo têkbirina netewa Kurd, ji bo têkbirina şoreşa netewa gelê Kurd piştî sedsala Lozanê bi şêwazên cûr bi cûr, bi piştgiriya NATO û hêzên hegemon yên ku îro li ser xwîna mirovan xwe didin jiyankirin, dixwazin di Rojhilata Navîn û cîhanê de sîstema wan ya qirêj û gemar ya ku hemû nirxên mirovahiyê tune bikin, serî li gelek rêbazên qirêj didin.”

Her wiha Kara bal kişand li ser êrişa li ser balafirxaneya çandiniyê ya Erbetê û wiha axivî; “Êrişa ku li balafirxaneya çandiniyê ya Erbeta girêdayî Silêmaniyê pêkhatî bi ya Hewlêrê ve girêdayî ye. Herwiha tecrîda ku îro li ser Rêbertiya me tê meşandin jî ji vê ne dûre. Konseptekî berfirehe û dixwazin vê konseptê bi destê xayîn û nemerdan bi serbixin. Lê em dikarîn vê bêjin mala Barzan û xiyaneta wê di nava qirêjiya xwe de bi fetise û wê xiyaneta mala Barzan bi ser nekeve. Ewê di dîroka Kurd û Kurdistanî de hesabên giran bide.”

Yusuf Kara di dawiya daxuyaniyê de bang li raya giştî ya Kurdistanê kir û got: “ Êdî xayîntiya ji gelê xwe û netewa xwe re pêwîste em bêjin bese. Divê em gûman nekin ku mala Barzan xiyanetkare an na, ev di peyama KCK’ê de jî hebû ji ber ku ev heqîqeteke. Em wek netewa Kurd yê ku dixwaze azadiya xwe bi serbixe, yê ku dixwaze bibe kesayetekî girêdayî netew û qewmê xwe pêwîste ji mala Barzan re xiyaneta wan rast vebêje, êdî dudilî pêwîst nake.”

Piştî axaftina Yusuf Kara meş bi berzkirina dirûşmeyên ‘Bimre Xiyanet’, ‘Bijî Serok Apo’ bidawî bû

Yorum Gönder

0 Yorumlar