Çalakiya Nobetê ya ku li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê Tîrmehê de hatibû destpê kirin bi biryardariyek xurt û bi koma 13’emîn didome.
Merasîma dorvegerê ya Çalakiya Nobetê bi kombûna xelkê wargehê û çalakvanan ya li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê hat destpê kirin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 12’emîn çalakvanê Mihemed Salih Kadûnî axivî.
Mihemed Salih Kadûnî di destpêka axaftinên xwe de tecrîda ku li ser Rêber Apo tê meşandin şermezar kir û wiha got: “Wek tê zanîn ev demeke li wargehê çalakiyek ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo tê meşandin. Ev nêzî du sal û nîve bi tu awayî agahî ji Rêbertî nayê girtin, ji bo şikandina vê tecrîdê li her cihê ku Kurd lê dijîn çalakiyên cûr bi cûr tên meşandin. Wekî wargeha Mexmûrê me jî li vê derê dest bi çalakiyê kiriye, emê van çalakiyên xwe berdewam bikin heta ku em vê tecrîdê bişkênîn û bi Rêbertiya xwe re bi awayek azad bijîn. Wek gelê Kurd tişta ku ji me tê xwestin divê em pêkbînin ku em ji demê re bibin bersiv. Ji ber ku îro di kesayeta Rêbertî de hemû gelê Kurd tê tecrîdkirin.”
Piştî axaftinê koma nû ya çalakvanan bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ , ‘Bimre Xiyanet’ çalakî dewr girt


0 Yorumlar