Ticker

10/recent/ticker-posts

Kongreya Meclîsa Gel a Mexmûrê di roja 3. de berdewame

Kongreya Meclîsa Gel a Mexmûrê di roja 3’an de berdewame. Delegeyên Kongreyê diyarkirin ku wê ev Kongreya 3’emîn bibe wesîleya çareserkirina hemû pirsgirêkên nava du salên derbazbûyî yên li wargehê.


3. Kongreya Meclisa Gel a Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku bi diruşmeya ‘Bi avakirina civaka demokratîk û xwe parastina cewherî Rêber Apo azad bikin, dijmin têk bibin’ û bi tevlîbûna 420 delegeyan di 21’ê Sibatê de hatibû destpêkirin, di roja 3’emîn de didome.

 

Delegeyên beşdarî Kongreyê bûyîn di derbarê Kongreyê de ji ajansa me re axivîn û diyarkirin ku wê ev Kongreya 3’emîn bibe wesîleya çareserkirina hemû pirsgirêkên nava du salên derbazbûyî yên li wargehê.

‘Ya herî girîng ji bo me azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me ye’

Fadîle Yilmaz ku wekî delege di Kongreyê de cih digire di destpêka axaftinê xwe de 3. Kongreya Meclisa Gel li Rêberê gelê Kurd û tevahî gelê Kurd yê welatparêz pîroz kir û wiha got: “Îro roja 3. ya Kongreyê ye, di Kongreyê de kar û xebatên dû salan tê nîqaşkirin. Her wiha nêrîn, rexne, rexnedayîn û ji bo dû salên pêş jî pêşniyar tên kirin. Em di wê baweriyê de ne ku wê ji bo dema pêş bibe tecrûbe û bersiva herî baş. Hêvî û daxwazên me ewe rêveberên ku nû dewirbigirin, bikaribin ji civaka xwe re bibin bersiv. Niha ya herî girîng ji bo me azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me ye, ji ber ku Rêber Apo em ji tinebûnê kirin her tişt û em li cîhanê dan qebûlkirin. Banga min ji bo tevahî gelê Kurd û hemû gelên cîhanê yên ku mafê mirovan di xwe de dibînin pêwîste xwe dî li Rêbertiya me derbikevin.”

‘Armanca vê Kongreyê derbazkirina pirsgirêkên heyî ye’

Her wiha ciwanê bi navê Mahîr Tunç jî bal kişand li ser sê rojên Kongreyê û wiha peyîvî: “Di van dû salên derbazbûyî de pirsgirêk û nakokiyên ku li wargehê derketîne wek perwerde, tendûristî, aborî, pêşketin û guherînên ku di wargehê de çêdibin nîqaşên berfiteh tên meşandin. Armanca me ya vê Kongreyê ji bo em pêngavek nû ya jiyanê avabikin e. Dema ku em li vê yekê temaşe dikin em dibînin yek ji wan pirsgirêka jî perwerde ye. Ji bo em çareseriyekê ji pirsgirêkên xwendevanan re bibînin em li vêderêne. Em di wê hêviyê de ne ku ev Kongre bibe Kongreya derbazkirina pirsgirêkên derbazbûyî yên li wargehê.”

‘Kongre nûkirina mirovane’

Niyazî Buldan ku wek delege beşdarî Kongeryê bûye destpêkê Kongre li Rêber Ocalan, malbatên şehîdan, gerîlayên serê çiyan pîroz kir û wiha axivî: “Kongre nûkirina mirovane, pêwîste ew kêmaniyên ku derketine em di vê Kongreyê de bidin derbaskirin û jê ders derbixin. Pêwîste em bi keda şehîdên xwe, welatparêzên xwe û gelê xwe, xwe ji bindestiya dijmin xilas bikin û Rêberê xwe jî bi fîzîkî azad bikin. Destpêkê tişta ku ji bo me pêwîst yekîtiya me ye, em xwe li gorî Rêbertiya xwe û şehîdên xwe, xwe bi rêxistin bikin. Pêwîste em wijdanê xwe xirabnekin, em xwedî şehîd, dîrok û Serokin. Di cîhanê de ti serok wek Serokê me zana û têgihiştî derneketine, ji ber vê Serokatiya me ji bo me her tişte û ez serkeftinê ji hemû gelê Kurd yê azadîxwaz re dixwazim.”

Kongre di roja 3’an de bi nîqaşan didome.

Yorum Gönder

0 Yorumlar