Îro li navçeya Gemlîk a Bûrsayê bi mezinahiya 4.1 pileyî erdhejek pêk hat. Xelkê Mexmûrê jî ji ber metirsiya li ser jiyana Rêber Ocalan daket kolanan û meşek girseyî lidar xist.
Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Afetê (AFAD) ragihand ku îro erdhejek bi dema herêmî saet di 15:14’an de li navçeya Gemlîk a Bûrsayê qewimî. Wek tê zanîn Rêber Apo li gireva Îmraliyê tê girtin û metirsiyek li ser jiyana wî jî heye. Ji ber vê metirsiyê, xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan kom bû û meşek girseyî lidar xist.
Di meşê de dirûşmeyên ‘Kesek Nikare Roja Me Tarî Bike’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Berxwedana Îmraliyê’ hatin berzkirin û meş heta Parka Şehîd Aryen Cûdî berdewam kir.
Piştî ku meş gihişt Parka Şehîd Aryen Cûdî, deqeyek rêz ji bo tevahî cangoriyên azadiyê hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê beşdarvanên meşê, Endama Tevgera Ciwanan Viyan Bûdak axivî û got: “Ev demek dirêje, ne malbat û ne jî parêzer, nikarin hevdîtin bi Rêber Apo re pêkbînin. Em têkildarî rewşa Rêber Apo bê agahî ne û îro jî erdhejek li wir çêbû. Divê demildest em agahî ji Rêber Apo bigirin. Heta ku em Rêberê xwe bi fîzîkî di nav xwe de nebînin, em dest ji çalakiyên xwe bernadin. Bang li ciwan û jinên ciwan dikim, ji bo azadiya Rêber Apo dakevin kolanan û têkoşînê xurt bikin. Di nava hefteyekê de, ev du carin erdhej li wir çêdibe û em ji rewşa Rêberê xwe bifikarin. Wek ciwan çi bikeve pêşiya me, emê bikin.”
Herî dawî dirûşmeyên ‘Kesek Nikare Roja Me Tarî Bike’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Berxwedana Îmraliyê’ hatin berzkirin.
0 Yorumlar