Berxwedaniya gelê Kurd helwesteke efsanewî ye. Ji dîrokê heta roja me ya îro, jiyanekî tijî berxwedanî û qehramantî derbas kirine. Ji bo gelê mazlum bûye mînakek ber bi çav. Her roja ku derbas dibû ev berxwdanî şax dida di nav zinar û katoyên Kurdîstanê de. Di bûn çirûska hêviyên dayîkên çav bi hêsir û dil bi êş. Xalid Naz ango Cîhad di sala 1983’de li gundê Şilêrot ya bi ser Şirnex ê, di nav malbatek berxwedêr û têkoşer de çavên xwe li cîhanê vedike. Rêheval Xalid bi fikir û ramanê welatparêzî mezin dibe. Hê di temenê biçûk de bav û mamê wî beşdarî nav refên gerîla dibin. Ji ber vê yekê dijmin êrişî mal û milkê wan dike û dayîka wî di nav meydana gund de didan ber jopan. Rêheval Xalid di biçûktiya xwe de şahiîdiya van kiryarên dijmin dikir. Ev yek weke birînekê di nav dilê wî de jan dide bedena wî ya biçûk. Gelo ma pêkanbû mirov vê yekê ji bîr bike? Na ne pêkaneye. Heval Xalid jî ji bîr nekir, qêrîna dayîka xwe ya di bin jopên xwînmêjan de. Ji bîr nekir û nedida ji bîr kirin jî. Ji ber van êrişên dijmin malbat koçê Silopya dibin. Heval Xalid li Silopyayê dest bi dibistanê dike. Di dersên xwe de pêşketî û di nav hevalên xwe de kesekî ku dihat heskirin bû.
Rêheval Xalid ji ber ku zarokê malê yê mezin bû karê
malê ketibû ser milê wî. Dest bi karê belevkariya rojnameyan dike û heman demê
de rojnameyan digihijîne destê girtiyên azadiyê jî. Lê dema diçe zindanê bi
kiryarên leşkerên Tirk re rû bi rû dimîne. Ev kiryarane birîna di dilê wî de
kûrtir dikir. Ev
neheqiyên ku li ser Kurda pêkdihat wî ticarî ne pejirand. Bi taybetî jî
neheqiya li ser dayîk û zarokên Kurdan dihat kirin bi ti awayî ne dikarî
qebûl bike ev yek gelek zora wî diçû. Di rastiyê de rêheval Xalid di wî
temênê xwe yê biçûk de jî li hember neheqiyên dihatin kirin, ti carî serî
netewand her tim dibû xwedî helwest. Belê wê rojek bihata ku
heyfa van êşan ji dijminê xwe rakiriba. Wê her rojekê li çiyayên azad bibûya
parêzvanê walatê xwe û wê ji kaniya azadiyê qurtek av vexwara. Dibe ku wê demê agirê ku di wê bedena wî ya biçûk de, kêmek be jî vemiriya. Erê temen û
bedena rêheval Xalid biçûk bû lê hêvî û armanca wî wek çiyayên azad mezin bû. Her
roja derbas dibû, gefên leşkeran ya li ser wî hêrsa wî mezintir dikir. Li
beranberî van kiryarên leşkaran neçar dibe ku dest ji belavkariyê berde û dest bi karê boyaxê dike li kêlaka wî jî di
xwaringehan de li ber destê hostayan kar dike. Di wî temenê biçûk de
berbirsiyartiya xwe ya li beranberî malbatê bi cih danî û li hemberî hemû zorî
û zehmetiyan hewl dida ku li ser lingê xwe bisekine bê ku hewceyê kesekî bibe.
Mamê heval Xalid rêheval Cîhad di êrişa dijmin de şehîd dikeve. Ev yek bandorê
li ser heval Xalid dike û di heman demê de pêşeroja wî jî dabû diyarkirin.
Li Silpya jî dijmin carek din bi agahiya kesên
xwefiroş êrişî malbatê dike. Malbata rêheval Xalid li beranberî van êriş û
kiryarên dijmin ti carî ji têkoşîna xwe ya mafdar gav paşde na avêje. Ji bo
xwedî derketina li rûmeta xwe dikeve ser rêya penaberiyê. Rêyek dûr û dirêj, bi
êş û keder li pêşiya wan bû. Bi
wê kîn, nefret û hêrsê ve dikevin ser rêya penaberiyê
û berê xwe didin herêma Zelê. Kampa Zelê ji wan re dibe warê têkoşînê. Dem
hatibû ku rêheval Xalid ew xayalê xwe yê
ku heta vî temenî di nava dilê xwe de mezin kiribû û li ser wî esasî xwe pêş
xistibû ji bo bibe pêşeroja zarokên penaber bi cih bîne. Di sala 1993 de beşdar
dibe û navê xalê xwe li xwe dike. Ji wê kêliyê û şûnde heval Xalid bi navê
Cîhad wê ew têkoşîna ku heta roja îro dabû wê di jiyana xwe ya gerîlatî de
tacîdar bikira. Di demek kin de xwe pêşdixe û bi fedekarî, dil rehimî û
dilnizmiya xwe ve dibe mînakek li ser zimanê rêhevalên xwe. Di her çalekiya xwe
de bi cesaret diçe ser dijmin. Di sala 1995
de li Metîna komek heval dikeve kemîna PDK’ê. Rêheval Cîhad jî dema
diçe alîkariya hevalên xwe bi xiyanta
PDK’ê digihije karwanên nemiran.

0 Yorumlar