Kurdistan
warê xêr û bêrê ye. Kurdistan warê jîn û jiyanê ye. Warê şûnwarî, çandinî û
cotkariyê ye. Warê bawerî, civakîbûn û şaristaniyê ye. Di erdkolojiyên şûnwarên
li Kurdistanê de ev yek bêtir ronî û bi qîmet dibe. Dema mirov li şûnwarên
Xirab Reşkê, Newala Çorî, Kotê Berçem, Şikeftên Hîlarê û derdora Çemê Firat û
Dîcleyê dinêre dibîne ku li vê axê war hatine avakirin û li dora van waran
çandinî, cotkarî, sewalkarî û çand pêş ketiye. Hilberîn pêş ketiye û pergala
rêveberiya civakî pêş ketiye. Şûnwarên li ser vê axê tên kolandin dîroka 10-12
hezar sal berê ronî dike.
Şûnwarê
Kotê Berçem jî yek ji van Şûnwarên dîroka Kurdistanê ronî dike ye. Kotê Berçem
ku dîroka civakîbûnê ronî dike 7 kîlometre li başûrê Rojavayê Navçeya Erxenî ya
Amedê hatiye avakirin. Li gorî berhemên li vir hatine dîtin dîroka wê heta 10
hezar û 750 sal berê diçe. Wê demê nêzî 600 mirov lê jiyaye. Ji bo wê serdemê
mirov dikare bêje di aliyê zanist, mîmarî, çandinî, sewalkarî û civakîbûnê de
bajarekî pir pêşketî û nûjen e.
Di erdkolojiya Şûnwarê Kotê Berçem de tê xuyakirin ku dîroka civakîbûn, çandinî,
cotkarî û sewalkariyê li vir destpê kiriye. Zanist, mîmarî û hunera destan li
vir destpê kiriye.
Pêşketinên li Kotê Berçem, ji bo mirovahiyê pêngava şoreşa civakîbûnê daye
testpêkirin. Ji ber vê yekê di dîroka mirovahiyê de xwedî cihekî taybet û
girîng e. Dîrok û çanda serdema neolotîkê ronî dike.
Kotê
Berçem, di 1963’an de ji hêla şûnwarnasan ve hatiye keşifkirin û kolanên wê yên
destpêkê di 1964’an de ji hêla Halet Çambel û Robert J.Braîdwood ve hatiye
kirin. Li vî gundê serdema neolotîkê ji bo dîroka mirovahiyê gelek encamê
dîrokî derketine holê. Di van berhemên hatine dîtin de hat çespantin ku
Kurdistan warê serdama neolotîkê ye. Warê şaristanî, zanistî, civakîbûn,
bawerî, çand, ilim û bazirganiyê ye.
Di Şûnwarê Kotê Berçem de xuya dibe ku warê destpêka hilberînê ye. Yekem
kedîkirina sewalan li vir destpê kiriye. Yekem çandiniya genim, nîsk, ceh li
vir destpê kiriye.
Yekem mîmariya avahiyan û pergala avdaniyê li vir destpê kiriye. Dîsa ya herî
girîng pergala civakîbûnê li vir destpê kiriye û pêş ketiye. Di fîgûr û
berhemên hatine dîtin de nîşan dide ku çand û jiyana dayîkê heye. Dayîksalarî û
çanda Xwedawendiyê li pêş e.
Yek ji şûnwarên din jî Şikeftên Hîlarê ne. Şikeftên Hîlarê jî 7 kîlometre li
başûrê Erxeniyê ne. Şikeft li Rojhilatê Kotê Berçem e.
Wekî ocaxa
keviran hatiye bikaranîn. Tê gotin ku hemû kevirên Kotê Berçem ji vir hatine
derxistin. Şikeftên Hîlarê jî nîşan dide ku çanda mîmarî û şûnwariyê çawa pêş
ketiye.
Di destpêkê de wekî ocaxa keviran hatiye bikaranîn. Piştre jî wekî goristana
kevir hatiye bikar anîn. Di fîgûr û mîmariya vir de tê xuyakirin ku gorên xizan
û dewlemendan ji hev cuda ne. Di serdemên din de ev şikeft wekî xana Karwanan
hatiye bikaranîn.
Xêredînê
Şemsê

0 Yorumlar