Ticker

10/recent/ticker-posts

‘Pêwîste gelê Başûr li hemberî êrişan xwe kerr û kor neke’

Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê helwesta xwe ya li hemberî êrişên dewleta Tirk û PDK’ê yên li ser Herêmên Parastina Medyayê diyar kirin û gotin: “Dewleta Tirk bi rêya malbata Barzanî yê ku hemû hêza xwe ya aborî, leşkerî û civakî xistiye dibin xizmeta dewleta Tirk de, dixwaze Kurdan bi destê Kurdan bide kuştin.”

Jiyan Pîran

Roja 13’ê Îlonê PDK’ê bi 200 wesayîtên zirxî, kel û pelên leşkerî, çekên giran, tank û çekdar veguhestibû herêma Sîdekan a girêdayî herêma Biradost. Rojek piştî wê ango roja 14’ê Îlonê di saet 04:30’an de di bin ala Iraqê û etîketa ‘hêzên pasevanên sînor’ de êrişî çeperên gerîla kiribûn û di encama bersivdayîna gerîlayan de şer derketibû. Her wiha PDK’ê xwest koçerên herêma Biradostê di nava 24’ demjimêran de ji deverê derbikevin ku bikaribin bi rehetî êrişên xwe pêk bînin.

Li ser vê mijarê şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji ajansa me re axivîn û nerazîbûna xwe ya li hemberî vê îxaneta PDK’ê dan diyar kirin.

Wesîle Çelî di destpêka axaftina xwe de diyarkir ku îxaneta PDK’ê her ku diçe xirabtir û kûrtir dibe û wiha got: “Xayîn naxwazin Kurd bibin yek, xayîn dixwazin Kurd bi destê Kurdan bên kuştin. Daxwaza me Kurdan bûyîna yeke ku em bikaribin dijmin ji axa xwe derxînin. Pêwîste PDK hêza Tirkan ji Başûrê Kurdistanê derbêxe. Axa mirov namûsa mirove, dema ku axa mirov ket destê dijmin wek ku namûsa mirov di destê dijmin de be. Bila PDK vê yekê bizane û li gorî wê tevbigere, bila li xwe bizivirin. Ji me Kurdan re şermek gelek mezine ku em biçin beramberî hev û hevdû bikujin. Pêwîste xwîna Kurdan bi destê Kurdan neyê rijandin. Em hêvî dikin êdî PDK destê dijmin berde û bes hevkariya dijmin bike. Bila nebêjin dijmin hatiye şerê gerîlayan dike, dijmin şerê wan dike, dixwaze axa wan bi destê xwe ve bine û destkeftiyên heyî di destê wan de be. Naxwaze axa me Kurdan di destê me de be. Çawan çêdibe em axa xwe ji dijmin re bihêlin?”

Wesîle di berdewam axaftinê xwe de bang li gelê Kurd û bi taybet gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li hember dagirkeriya Tirk û PDK’ê bibin xwedî helwest û wiha domand: “Ez bang li tevahî dayîk û gelê Başûr dikim li kûderê dibin bila bibin pêwîste li hember nêzikatiyên PDK’ê bibin xwedî helwest ku nehêlin xort û keçên Kurdan bi destê hev bên kuştin. Eger ne wisa be yê ku di vê mijarê de serkeftinê bine wê dijmin be. Cîhan hemû li hemberî vê bêdenge û dibêje bila Kurd bi destê Kurdan bên kuştin. Pêwîste wek gelê Kurd em piştgirya dijmin nekin. Çima PDK ewqas hêsanî xwe radestî dijmin dike. Birayê me ne îro sing bi sing şerê me dike, birayên me ne îro dikevin pêşiya dijmin, cihê keç û kurên me nîşanî dijimin didin û birayên me ne dijmin tine li ser axa me. Em jî dixwazin li ser axa xwe azad jiyan bikin. Me daxwaza ax û welatê kesê nekiriye, em daxwaza ax û welatê xwe dikin. Pêwîste gelê Başûr xwe kerr û kor neke. Ji ber ku zerera gelê Başûr tê deye.”

Simal Hilalî jî balkişand li ser dagirkeriya dewleta Tirk ya ku îro bi hevkariya PDK’ê li ser xaka Başûrê Kurdistanê tê pêkanîn û wiha got: “Dewleta Tirk di şerê li hemberî gerîlayên azadiyê de xetimiye. Ji bo ku bikaribe serkeftinê di vî şerî de bi destbixe, dixwaze bi rêya PDK’ê Kurdan bi destê Kurdan bide kuştin. Di demên dawî de jî em dibînin PDK hêzek mezin kişandiye aliyê Sidekan û li Biradostê jî gef li gel dixwe ku herêmê bicih bihêlin da ku rê ji dewleta Tirk re veke. Em nikarin bibêjin PDK partiyek Kurdî ye. Ji ber ku partî ji bo parastina berjewendiyên gel û netewa xwe kar dike. Lê Mixabin qasî em fêhm dikin PDK ti girêdana xwe bi Kurdan re nîne. Dewleta Tirk bi rêya Malbata Barzanî yê ku hemû hêza xwe ya aborî, leşkerî û civakî xistiye dibin xizmeta dewleta Tirk de, dixwaze Kurdan bi destê Kurdan bide kuştin. Ji bo ku em bikaribin vê nêzikatiyê vala derbixin û teşîr bikin, ji her kesê tê xwestin di nava tevgerekê de be.”

Simal Hilalî bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Em dizanin gelê Başûrê Kurdistanê têkoşînek mezin kir û gelek şehîd dan. Niha ew destkeftiyên bi wê têkoşînê hatine bi dest xistin di nava xeteriyê de ye. Ji ber wê yekê îro ji her kesî zêdetir pêwîste ew li hemberî van êrişên PDK’ê û dewleta Tirk xwedî helwest bin.”


Yorum Gönder

0 Yorumlar