Ticker

10/recent/ticker-posts

Şehîd Jiyan li Mexmûrê hat bibîranîn

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Şehîd Jiyan Sîvas (Zeynep Erdem) û 3 gerîlayên ku di sala 2014’an de di êrişa çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bibûn, hatin bibîranîn.


Li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), Şehîd Jiyan ya ku di sala 1996’an de li kampa Etrûş ji aliyê PDK’ê ve hatibû şehîd xistin û gerîlayên HPG û YJA Starê Şehîd Avesta, Şehîd Siyabend Zap û Şehîd Diyar yên ku di êrişa DAIŞ’ê ya 2014’an a li ser Mexmûrê şehîd bibûn bi merasîmekê hatin bibîranîn. Di kesayeta Şehîd Jiyan de ji bo hemû şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê Endama Meclisa Îştar Leyla Arzu Îlhan li ser wateya rojê axivî.

Leyla Arzu Îlhan wiha dest bi axaftina xwe kir: “Çawa ku di sala 1995’an de di kesayeta PDK’ê û dewleta Tirk de xwastin welatparêzî û yekrêziya gelê Kurd tine bikin û Kurdên weke xwe ava bikin em dibînin niha jî heman hişmendî li ser kare. Hîn ew hişmendî dixwaze têkoşîna ji bo azadiyê tê dayîn tûne bike.

Heval Jiyan kesayetek wisa bû ku li hember xeta nûkeriyê pêşengtî ji gel re dikir. Bi şahedata heval Jiyan xwestin serhildana ku di pêşengtiya gel de bifetisînin ku me wek gelê wargehê ev bûyer ji nêz ve dît. Ji wê rojê heya niha têkoşîn bi hemû hêza xwe berdewam dike û teqez wê serkeftin ya vê tokoşînê be.”

Merasîma bîranînê bi dirûşmeyên, “Şehîd Namirin” û “Jın Jiyan Azadî” bidawî bû.

Hêjayî gotinê ye hêzên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di sala 1995’an de êrişê penaberên wargeha Etruşê kiribûn. Di encama êrişê de Şehîd Jiyan Sîvas (Zeynep Erdem) şehîd bibû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar