Ticker

10/recent/ticker-posts

Şehîd Bêrîtan li Mexmûrê hate bibîranîn

Li Wargeha Penaberan ya Mexmûrê bi pêşengtiya Meclisa Îştarê fermandar Bêrîtan Hêvî (Gulnas Karataş) bi nasnav Bêrîtan Hêvî di 31’emîn salvegera çalakiya xwe de bi nîşandana sînevîzyonekê hate bibîranîn.


Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengtiya Meclisa Îştarê çalakiya fermandara jin ya gerîla (Gulnaz Karataş) bi nasnav Bêrîtan Hêvî ya ku di 25’ê Cotmeha 1992’an de li çiyayê Lêlkan yê herêma Xakûrkê li dijî dagirkeriya Tirk û hêzên noker pêkanî, bi nîşandan sînevîzyonekê hat bibîranîn.

Bîranîn li Saziya Malbatên Şehîdan bi girtina deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê tevahî cangoriyên Azadiya Kurdistanê destpê kir. piştî rêzgirtinê li ser navê Meclîsa Îştar Hevberdevka Qada Perwerdê ya Mexmûrê Hêlîn Kara axivî.

Hêlîn Kara di destpêka gotinên xwe de balkişand li ser xeta berxwedanê ya ku Şehîd Bêrîtan ji jinan Kurd re dayî diyar kirin û wiha got: “Bêgûman çalakiya hevala Bêrîtan pêvajoyek nû ya têkoşîna jin afirand. Bi tevilbûna jin re li cîhan û Kurdistanê nêrandinek cûda ya jinê çêbû. Li ser vê bingihê têkoşîna azadiyê ya jinan pêvajoyek nû ya artêş bûnê da sazûman kirin. Xwe gihandina cewherê jinê xwe gihandina hêza jinê ya esasiye. Her wiha şoreşek nû ya ku jin pêşengtî jêre dike, da destpêkirin. Çalakiya hevala Bêrîtan xeta xiyanetê mehkûm kir. Herî dawî em dibêjin ku emê bi ruhê Bêrîtan vê têkoşînê bidin berdewam kirin.”

Herwiha li ser jiyan û têkoşîna şehîd Bêrîtan Hêvî sînevîzyonek hat nîşan dan û ji bo bicihanîna wesiyeta wê helewa ku ji aliyê jinên wargehê ve hatî çêkirin li kesên amade hat belavkirin.

Çalakiya bîranînê bi dirûşmeyên ‘Bêjî Serok Apo’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ bidawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar