Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê çalakiya nobetê bi biryardariyek mezin didome

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê çalakiya nobet ya ku ji 20 Tîrmehê ve ji bo fîzîkî Azad kirina Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi biryardariyek mezin berdewam dike.

Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) çalakiya nobet ya ku ji 20 Tîrmehê ve ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewr girtina koma 20’an berdewam dike.

Li Saziya Malbatên Şehîdan piştî deqeyek rêzgirtina ji bo şehîden Azadiya Kurdistanê, axaftina dewrgirtin ji aliyê çalakvanê koma 19’emîn mamosta Hisên Kara ve hat kirin.

Mamosta Hisên Kara diyar kir ku êrişên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan netenê li ser kesayet wî ye, belkû di kesayeta Rêber Ocalan de li set tevahî gelê Kurde û wiha got: “Dewleta Tirk ya faşîzt Rêbertiya me ji hemû mafên girtiya bêpar hêlaye. Hiqûqa xwe ya dewletî û ya navnetewî binpê dike. Mafên mirovan, mafên girtiyan nasnake, hemûyan binpê dike. Li ser Rêbertiya me pergalek cûda ya îşkençeyê li Îmaraliyê pêk tîne. Rêbertiya me îradeya me ye. Rêbertiya me ji bo me partî, enî û artêş da avakirin. Di aliyê leşkerî, siyasî û civakî de pêşetinên gelek mezin di nava Kurdan de pêkaniye. Her wiha ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û ya Rojhilata Navîn bi pardigmaya xwe sazûman kiriye. Ji bo wê jî wek gelê Kurd û gelên Rojhilatan Navîn divê em ji bo azad kirina Rêbertî li ser lingan bîn.”

Merasîma dewrgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Serok Apo’ bidawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar