Ticker

10/recent/ticker-posts

Berwarî: Bila dewleta Tirk bigehije wê qenaetê ku çareserî li Îmralî ye

Akademîsyen Dr. Kamuran Berwarî derbarê êrîşên dewleta Tirk û PDK’ê yên li Başûrê Kurdistanê bi taybet li herêma Behdînan axivî û got: “Eger ev êriş li hemberî gerîla serbikevin, heman çarenûsa ku îro li ser gerîla çekên kîmyawî bikartînin, wê sibe li hemberî pêşmerge û hemû hêzên Başûrê Kurdistanê jî bikarbînin.”

Xurbet Talli - Rojev

Akademîsyen Dr Kamûran Berwarî têkildarî êrişên PDK û dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê ji rojnama me re peyîvî û diyar kir ku, armanca wan ya sereke tinekirina destkeftiyên netewî, êyîmany, êyîny

- Armanca êrişên dewleta Tirk a li Kurdistanê bi taybet li ser Başûrê Kurdistanê çiye?

Armanca sereke ya dewleta Tirk dagirkirina giştî Kurdistanê û bi taybetî jî Başûrê Kurdistanê ye. Her wiha tinekirina destkeftiyên netewî, niştîmanî yên Kurdan û nehêlana Kurdê azad û çêkirina Kurdên kole ye. Di heman demê de serdegirtinekî siyasî, aborî, civakî û ewlekariyê ye. Dîsan armanca van êrişan ya li ser Kurdistanê ewbû ku tiştek bi navê Kurd û Kurdistan di sedsala 21'ê de li ser erdê nemîne û erdnîgariyek bi navê Kurdistan, hêzekî bi navê hêza dîhîne. Dewleta Tirk dixwazin Kürt wekî civakekê hatî bişaftin û helandin, di nava civaka Rojhilata Navîn de tine bibin.

-Wek tê zanîn di van demên dawî de li aliyê Behdînan jî êrîş dijwartir dibin, ev êrîş di kîjan astê de ne û rewşa jiyana gelê li wir çawaye?

Êrişên ku li ser giştî Kurdistanê tên kirin, hemû li ser yek armancê ye, ew jî tinekirina hêza rizgarîxwaza Kurdî û nehêlana Kurdê azade. Ev êrişên li ser Behdînan jî beşeke ji wê êrişê ye ku hêza rizgarîxwaza Kurdî û bi taybetî jî hêza siyasî û çekdarî tine bike. Di vê mijarê de bi awayek giştî giranî daye li ser herêma Behdînan, ji ber ku herêma Behdînan di aliyê erdnîgarî de herêmekî girînge, di heman demê de herêmek dîrokî û cihekî navenda jiyana mirov û yemir. Armanca sereke ya dagirkirina Behdînan ewe ku bikaribe êrişê ser Şengal û Irakê bikin û bi giştî dagir bikin. Her wiha dixwazin ji herêma Behdînan êrîşê Bakurê Kurdistanê, Kurdê azad, hêzên siyasî yên Kurd û hêzên leşkerî yên li çiyayên Kurdistanê bikin û wan tine bikin. Ev şerê ku niha tê kirin piranî çekên qedexekirî û çekên kîmyawî tên bikaranîn. Ev jî tê wê wateyê ku armanc nehêlana mirovê Kurd li ser rûyê erdê ye. Divê ev jî baş bê fêmkirin ku bi karanîna van çekên kîmyawî tiştekî asayî nîne. Eger ev êriş li hemberî gerîla serbikevin, o careman ku îro li ser gerîla çekên kîmyawî bikartînin, wê sibe li hemberî pêşmerge û hemû hêzên Başûrê Kurdistanê jî bikarbînin.

-Li wir kiryarên ku li ser gel tên kirin çine û rewşa jiyan û ewlekariyê çawaye?

Kiryarên dewleta Tirk yên ku li ser Başûrê Kurdistanê têne kirin, bê guman em nikarin bêjin başin. Ji ber ku ev kiryarên li ser gelê Başûr têne kirin yekem dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê ye. Ya duwê, qirkirinekî bi plan û bernamekiriye, komkujî û helandine. Ya sê jî, tinekirina xwezaya Başûrê Kurdistanê ye. Ya bakımım, çêkirina bingehê ewlekarî, leşkerî, siyasî, aborî ango bi awayek din hemû rengên dagirkirinên îro yên li ser Başûrê Kurdistanê têne bi karanînin. Ji ber vê yekê Kurdên nivîskar, rewşenbîr, siyasetmedar, akadmîsyen û welatparêz tên armancgirtin û tinekirin. Ev jî tê wê wateyê ku rewş li Başûr bi giştî xirabe û rewşa ewlekariya xelkê jî nebaşe. Em dikarin bêjin niha li dijî Tirkiyê yekdengî û yekrêziyekî cîhanî çêdibe û gelê Kurd jî bi giştî gehiştiye qenaetekê ku ev êrişên li ser giştî Kurdistanê ti peywendî bi gerîla, PKK û KCK’ê re nîne. Aramanca sereke dagirkirina Kurdistanê, nehêlana gelê Kurd û hêzên rizgarîxwaza Kurde bê piştevan û bê berevan bihêline. Her wiha di dawiyê de jî destê xwe dane li ser tevahî Kurdistanê xêr û dewlemendiyên wê ji xwe re bibin û hinek kesên li gorî dilê xwe wek muxtar li ser hinek gund, bajar û nahyeyan danin ku bikaribin  berjewendiyên wan biparêzin, ev jî xizmeta ti Kurdekê nake. Ji ber vê pêwîste yekdengî û yekrêziya tevahî gelê Kürt çêbibe û xebatek pir alî ji hemû aliyan ve bê kirin. Bila dewleta Tirk jî bigehije wê qenaetê ku bakımserî li Îmralî ye û ew çibikin jî wê nikaribin hêza rizgarîxwaza Kurdî tine bikin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar