Ticker

10/recent/ticker-posts

BERPIRSYARTÎ ÇIYE?


Bersivên Gel;

- Erkê mirov e.

- Jiyan e.

- Rênîşan e.

- Civakbûyîn e.

- Xwe ji civakê hesibandin e.

- Karkirin e.

- Xemxarin e.

- Pêwistiya her civakê ye.

- Erk rakirin e.

- Bingehê civaka rast e.

- Tevlî jiyanê bûyîn e.

- Rastiya gelê xwe naskirin e.

Erk û berpirsyartî, rewşa ku kes karekî digire ser milên xwe û xwe neçarî kirina wî karî dibîne ye. Tişta mirov dike, mirov jê berpirsyar e. Mirov tişta ku dihizire, dibêje û dike berpirsyar e. Ji bo wê yekê, divê mirov baş bihizire, baş bêje û baş bike. Em wek mirov ji derveyî hatine ser rûyê cîhanê, ji her tiştên din berpirsyar in. Mijara berpirsyartî, mijarek girîng û berfireh e. Di her aliyên jiyanî de, berpirsyartiyên kes ên cûda cûda hene. Lê berpirsyartiya herî girîng, berpirsyartiya di nava civakê de ye. Ji ber ku mirov hebûna civakê ye û ji civakê berpirsyar e. Ger mirov hebûnek serbixwe bûya, wê tenê ji bo berjewendiyê xwe yên takekesî jiyan bikira.

Berpirsyartî û berjewendî dû têgehên gelek ji hev cûda ne. Ji ber ku dema mirov dikeve di bin xizmeta berjewendiyên xwe de, mirov ji berpirsyartiyan dûr dikeve. Ev yek jî, ji civakbûnê dûrketin e. Wateyek din, dema ku mirov ket di ferqa parçeyên qilan, qebîle û malbatan de, nû fêm dike ku hinek erkên wê yên ku neçarin pêkbîne hene. Ji ber ku neçare xwe bi derdora xwe re bide jiyankirin. Mirov û civak, wek goşt û neynok in, ji hev qût nabin. Hevdû temam dikin û ger di nava berpirsyartiyan de bin, dikarin hebûna xwe bi şêweyekî bi tendurist berdewam bikin. Berpirsyartî, ne tenê karê mirov bixwaze bike ye. Ji bo berdewamkirina jiyana aram û bi tendurist, berpirsyartî neçarî ye.

Ger em wek civaka Kurd vê mijarê bigirin dest, berpirsyartiyên me ji civakên din zêdetir in. Ger di wextê xwe de hinek perpirsyartî neyên pêkanîn, di pêşerojê de civak pirsgirêkan jiyan dike û hîn zêdetir berpirsyartî pêwîst dike. Wek civaka me ya Kurd, demê borî erk û berpirsyartiyên xwe heta astekî pêkanîne. Niha berpirsyartiyên me zêdetir û girantir in. Niha wek her endamek ê civakê, divê her yek ji me ji xwe pirs bike, ji bo civakek demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê, tişta ku dikeve li ser milên me çine? Gelo ez çiqas pêktînim û divê ez çi bikim, her yek ji me vê ji xwe bipirse. Wek hemû mijaran, di vê mijara berpirsyartî de jî, rolekî mezin dikeve li ser milên jin û ciwanan. Ji ber ku yên zayîna civakê pêktîne, perwerde dike û endaman tevlî civakê dike jin e. Jinên ku ji rastiya xwe hatibin dûrxistin, nikare zarokên azad ji bo civakê mezin bikin. Ji ber wê yekê, karê herî zêde dikeve li ser milê jinan. Divê jin xwe di hêla fikrî de kûr bikin, dîroka civaka xwe baş lêkolîn û analîz bike. Li ser vê yekê, barê ku dikeve li ser milên me ferq bikin û li gor civakekî exlaqî û polîtîk perwerde bikin.

Aliyek din ê girîng yê civakê, ciwan in. Ciwan dînamîka civakê ye. Bi wateyek din, ciwanên civakekî çawan be, pêşeroja wê civakê jî wisa ye. Ciwan jî divê dîroka xwe baş bixwînin û hîs bikin. Bi taybet jî divê ciwanên Kurd dîroka xwe lêkolîn bikin. Ciwanên Kurdan, divê di ferqa civaka xwe ya bindest de be. Ji ber wê, ciwanên Kurd nikarin ji rêzê tevbigerin û berpirsyartiyên mezin dikevin li ser milên wan. Divê ji bo berjewendiyên takekesî û malbatî tevnegerin. Dema ku ciwan di civakekî de lewaz ma, ew civak hêdî hêdî tine dibe û dihilweşe. Ciwan, neçarin ji bo civaka xwe têbikoşe. Ger pêwîst bike, şer bike û carnan jî bi pênûsa xwe şer bike. Ger jin û ciwan erk û berpirsyartiyên xwe yên di nava civakê de pêkbîne, teqez azadbûna civakê pêkan e.

Yorum Gönder

0 Yorumlar