Li Wargeha Penaberan ya Mexmûrê jinan bi pêşengiya Meclîsa Îştar de yekemîn salvegera serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ ku bi qetilkirina Jîna Emînî hatibû destpêkirin silav kirin û gotin. “Weke Jinên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî armanca me ya sereke di salvegera yekemîn ya şoreşê de xurtkirina rêxistinbûn û yekitiya jinane.”
Li Wargeha Penaberan ya Mexmûrê jinan bi pêşengiya Meclîsa Îştar de yekemîn salvegera serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ ku bi qetilkirina Jîna Emînî hatibû destpêkirin silav kirin û gotin. “Weke Jinên Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî armanca me ya sereke di salvegera yekemîn a şoreşê de xurtkirina rêxistinbûn û yekitiya jinane.”
Piştî ku jinên wargehê Parka 4’ê Nîsanê kom bûn, di kesayeta Jîna Emînî de ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kudistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Mamoste Rûken Tûnc ve hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
“Bi salane pergala netew dewletê bi hişmendiya baviksalarî xwest wateya Jin Jiyan Azadî tine bike têkiliya xwe ya bi jinan re qut bike. Lê di şoreşê de girêdana jin û jiyanê careke din watedar bû. Pirsên ser wateya jinê ú girêdana wê ya bi jiyanê re careke din hatin bersivandin. Jin Jiyan Azadî niha ji dirûşmeyekê wêdetir, weke felsefeya şoreşê, felsefeya jiyanê û heta ronesanseke nû li Îran, Rojhilat û Rojhilata Navîn belav bûye.
Ger ev şoreş bi pêşengiya jinan destpê nekiriba, ewqas belav nedibû. Ji ber ku jin pêşenga civakê ye, rengê jiyanê ye. Lewma dema ku bi pêşengiya jinan serhildan çêbû, her kesî di nava şoreşê de cihê xwe girt. Di şoreşê de bi pêşengiya jinan mêr jî daketin qadan û şer kirin, li dibistan û zanîngehan her kes tevlî şoreşê bû. Destkeftiyên vê şoreşê çine û li ser bingehê destkeftiyan wê çawa bidome gelekî girînge. Piştî Şehîd Jîna Emînî di şoreşê de bi sedan kes şehîd bûn û bi hezaran kes hatin girtin.”
Her wiha di dewama daxuyaniyê bal hat kişandin li ser derketina dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ û wiha pêde çû: “Rastiya dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku beriya bi salan ji aliyê Rêber Apo ve hate bilêvkirin, beriya salekê wek van rojan bû qêrîna azadiyê û hêrsa bilindkirina têkoşîna jinên Rojhilat, Îran û giştî jinên cîhanê. Jin, Jiyan, Azad peymana jinane ku îspata sedsala 21’ê, sedsala şoreşa jinê ye. Lewma ev yek ji aliyê cewherî ve paradîgmaya jiyana azad ya me jinan û giştî civakêye. Ev paradîgma navê wê felsefeyê ye ku wê civakê, jinan, çandan ji kiryarên koletiyê yên desthilatdaran rizgar bike, bi pêşengiya jinê jiyanê bi azadiyê ava bike.
Weke Jinên Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî armanca me ya sereke di salvegera yekemîn ya şoreşê de xurtkirina rêxistinbûn û yekitiya jinane. Em bi salane ji bo vê têdikoşin, em bedelên giran didin. Divê em kesayeta ku şoreşê derxistiye holê biparêzin û mezin bikin. Li ser vî bingehî tevayî şehîdên şoreşa jin jiyan azadî bi minetdarî bibîr tînin û soza bilindkirina têkoşîna wan didin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ‘Bimre her cure dagirkerî û hişmendiya paşverû’, ‘Jin Jiyan Azadî’ bidawî bû


0 Yorumlar