Çalakvanên çalakiya Nobetê yên Mexmûrê têkildarî tecrîda
girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotin: “Em gelê Kurd heta
ku em Rêbertiya xwe bi awayê fîzîkî di nava xwe de bibînin em ê her tim di nava
çalakiyan de bin.”
Xurbet Tallî
Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê ji
bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20
Tîrmeha 2023’an de çalakiya Nobetê dabûn destpêkirin. Ev çalakî bi
biryardariyek xurt, bi awayê dorveger ango her pênc rojan carekê bi komek nû re
didome. Çalakiya Nobetê 59 roj li pey xwe hişt. Têkildarî vê mijarê çalakvanên
çalakiya Nobetê ya Koma 11’emîn ji ANF’ê re axivîn.
‘EM JI TENDIRUSTIYA RÊBERTÎ BI GUMAN IN’
Çalakvana bi navê Rûxweş Efrîn di destpêka axaftina xwe de
tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan şermezar kir û wiha got: “Ev demek
dirêj e bi ti awayî em agahî ji Rêber Apo nagirin, ji ber ku dewleta Tirkiye ne
dihêle malbat û ne jî parêzer biçin hevdîtina Reber Apo. Em ji tendûristiya
Rêbertî bi guman in, ji bo wê em hem wek jin, hem wek gelê Wargeha Şehîd Rustem
Cûdî, hem jî wek gelê Kurd heta ku em agahiyekê ji Rêberê xwe bibihîzin, em
dest ji çalakiyên xwe bernadin û wê bi her awayî çalakiyên me bidome.”
Rûxweş Efrîn di dawiya axaftinên xwe de ev bang kir: “Ez
bang li hemû gelê Kurd yên li her çar aliyên Kurdistanê û Ewropayê dikim ku
xwedî li Rêber Apo derbikevin. Bi taybet ez bang li Kurdên Bakurê Kurdistanê,
malbatên şehîd û şervanan dikim ku pêwîst e bêdeng nemînin, ma wê heta kîngê
bêdeng bimînin? Divê her tim di nava meş, mitîng û her cure çalakiyan de bin.”
‘JI BO TEVAHÎ GELÊN BINDEST RONAHIYEK E’
Her wiha çalakvanê bi navê Mikaîl Simaîl jî wiha behsa
armanca çalakiya xwe kir: “Armanca çalakiya me ji bo şikandina tecrîda
girankirî ya li ser Rêber Apo ye. Ji bo şikandina vê tecrîdê divê her Kurdek li
ku derê dibe bila bibe, pewîst e her tim di nava tevgerê de bin û tişta ji
destê wan bê pêk bînin. Ji ber ku Rêber Apo ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo
tevahî gelên bindest wekî ronahiyekê ye. Li ser vî bingehî divê gelê Kurd û
tevahî gelên cîhanê yên demokrat destê xwe bidin hev ku em bikaribin vê tecrîda
li ser Rêber Apo bişkînin.”
Mikaîl Simaîl di dawiya gotinên xwe de bang li tevahî gelê
Kurd û tevahî gelên cîhanê kir ku ji bo ev tecrîda li ser Rêber Ocalan rabe,
divê her kes erka dikeve li ser milê xwe pêk bîne.

0 Yorumlar