Jinên Wargeha Penaberan ya Mexmûrê bi boneya yekemîn salvegera serhildana Rojhilatê Kurdistanê ya bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ de hatibû destpêkirin axivîn û diyar kirin ku wê yekîtiya jinan, azadiya jin û civaka mirovahiyê mîsoger bike û gotin: “Jinên Kurd li her cihî, xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Apo bi rêxistin dike û saziyên xwerêvebirinê dide avakirin.”
Jiyan Pîran

Qetilkirina jina ciwan ya Kurd Jîna Emînî ya bi destê “polîsên exlaqî” yên rejîma Îranê ne tenê li Rojhilatê Kurdistanê, lê belê li seranserî Îranê bû sedema hêrsa xelkê û rê li pêla xwepêşandanan vekir. Li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jinan pêşengiya xwepêşandanan kirin û bi berzkirina dirûşmeya ‘Jin jiyan Azadî’ serhildan hat xurt kirin. Li hemberî xwepêşandanan hêzên ewlekariyê yên Komara Îslamî, rasterast bi gule bersiva xwepêşandêran didan. Tevî kuştin, girtin, êşkence û darvekirinan jî berxwedan demek dirêj berdewam kir. Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan ya Îranê li 17 parêzgehan 185 kes hatine qetilkirin. Heta niha jî dem dem alozî di navbera gel û hêzên Îranê de rû didin û dibe sedema kuştin û dervekirina gelê herêmê.
Têkildarî salvegera serhildana Rojhilatê Kurdistan û Îranê ya bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ hatibû destpê kirin, jinên Wargeha Penberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji ajansa me re axivîn.
‘Li cihê rawestan hebe, wê tu guhertin çênebe’
Cîhan Hilalî di destpêka axaftina xwe de serhildana Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ya di pêşengtiya jinan de hatibû destpêkirin, silav kir û wiha got: “Piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî di bin dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ de serhildana jinên Kurd li tevahî cîhanê belav bû. Wek tê zanîn ev dirûşim bingehê xwe ji bîrdoziya Rêber Apo digire. Jinên Kurd li her cihî, li ser fikir û felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin dike û saziyên xwerêvebirinê dide avakirin. Jinan li ser vî bingehî gelek pêşketinên mezin bi dest xistin. Di roja me ya îro de jinê li hemberî jina klasîk û zilamê serwer têkoşîn daye destpêkirin. Pêwîste em li hemberî hemû qetilkirinên jina xwedî helwest bin û yekîtiyek ya jinan bidin çêkirin. Li cihê rawestan hebe, wê tu guhertin lê çênebe. Divê em têkoşîn bikin û cîhana xwe bidin guhertin.”
Qîmet Nerexî jî di kesayeta Jîna Emînî de hemû şehîdên ku di oxira jiyana azad ya jinê de jiyana xwe ji dest dane bibîranî û wiha pêde çû: “Jîna Emînî li hemberî zilma rejîma Îranê bû bingihê têkoşîna jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê. Em hemû jî dizanîn di cîhanê de felsefe û bîrdoziya Rêber Apo ji hemû jinên bindest re bûye hêvî û para xwe têde dibînin. Têkoşîna jina Kurd netenê ji bo jina Kurd, ji bo hemû jinên bindest bûye lêgera azadiyê. Wek jinên wargehê me xwest em jî bibin parçeyek ji vê serhildanê ku me di bin dirûşmêya ‘Jin Jiyan Azazdî’ de gelek çalakî kirin. Wê her tim têkoşîna jinan berdewam be. Serhildana bi qetilkirina Jîna Emînî re hatibû destpêkirin, netenê ji bo azadiya jinên Kurd, ji bo azadkirina hemû jinan bû. Hemû jinên ku li rastî bêmafî û tundiyê tê, rizgarî û azadiya xwe di felsefa Rêbertî de dibînin. Ev jî ji bo me şanaziyeke. Em dikarin bibêjin bi vê serhildanê li hember êrişên li ser jinan hişyariyeke pir mezin û bihêz çêbûye.”


0 Yorumlar