Ticker

10/recent/ticker-posts

Malbatên şehîdan: Cîhan li hemberî bikaranîna çekên qedexekirî kore!

Malbatên Şehîdan ên Mexmûrê bikaranîna çekên kîmyawî û bombeyên taktîk nukleerî yên ji aliyê dewleta Tirk ve li ser gerîla û xwezaya Kurdistanê tê barandin, bi tûndî şermezarkirin û bang li qada navdewletî kirin da ku demildest li dijî van sûcên şer bibin xwedî helwest û bikevin tevgerê.

Armanc Herekol

Her ku diçe êrişên dij mirovî û sûcên şer ên dewleta Tirk zêde dibin. Di van demên dawî de bikaranîna çekên kîmyawî û bombeyên taktîk nukleerî gihiştiye asta herî jor. Bikaranîna van çekan di di aliyê zagonên navdewletî de sûcê şere. Lê belê her roj ev çek li dijî gerîlayên Azadiya Kurdistanê tên pêkanîn û qada navdewletî jî bi bêdengiya xwe hevkariya dewleta Tirk dikin.

Li ser vê mijarê Malbatên Şehîdan ên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji ajansa me re axivîn û bikaranîna çekên kîmyawî û bombeyên taktîk nukleerî yên ji aliyê dewleta Tirk ve li ser gerîla û xwezaya Kurdistanê tê barandin bi tûndî şermezarkirin.

‘Gerîla mirovahiyê diparêze!’

Dayîka bi navê Gulê Ozek di destpêka axaftinên xwe de êrişên dewleta Tirk ên li ser gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi tûndî şermezar kir û got: “Gerîla parêzvanên me ne û tehavî kesên bindest diparêzin. Gerîla mafê tevahî mirovan diparêze. Gerîla li çiya hem Kurdan û hem jî tevahî mirovahiyê ji dagirkerî û zilmê diparêzin. Gerîla nahêle darek bê şewitandin û xwezayê diparêze. Her wiha dil nade bide ser kulîlkekî. Ev rastiya gerîlayên me ne. Lê dagirker bi hovane çekên kîmyawî li ser wan de dibarînin û xwezaya Kurdistanê wêran dikin.”

‘Mijar Kurd be cîhan kore!’

Dayîka Gulê di nava axaftinên xwe de bal kişand li ser çekên qedexekirî û da zanîn ku dewleta Tirk ji bêdengiya qada navdewletî sûd werdigire û kiryarên xwe yên qirêj berdewam dike û wiha pêde çû: “Dewleta Tirk bi hovane êriş dike û çekên kîmyawî, bombeyên taktîk nukleerî ku di cîhanê de hatine qedexekirin, li ser gerîlayên me de dibarîne. Ev yek dij mirovî ye û em qebûl nakin. Zarokên me bi jehir dikin û cîhan ji vê yekê re kore. Em bang li tevahî qada navnetewî dikin, rabin û ji vî sûcî re bêjin bese. Êdî bese zarokên me bên jehrîkirin. Mêlaka me dişewite û em her roj tên kuştin. Wek malbatên şehîdan em heta dawiyê piştgiriya zarokên xwe dikin û em bang dikin, bila tevahî malbatên me yên şehîdan û kesên xwedî şervan rabin ser piyan û xwedî li zarokên xwe derbikevin. Em bi zarokên xwe serbilindin û wê serkeftin bibe ya zarokên me yên gerîla.”

‘Parazvanên mafê mirovan li kûderê ne?’

Li ser heman mijarê Hamid Otun jî axivî û ji ber bêdengiya li hember bikaranîna çekên kîmyawî bertekên xwe nîşan dan û wiha axivî: “Dewleta Tirk îro li çiyayên Kurdistanê li hemberî gerîlayên me çekên kîmyawî, bombeyên taktîk nukleerî bikartînin. Çekên ku niha li hemberî gerîlayên me tên bikaranîn, teht û zinaran dihilweşînin. Zarokên me dişwitînin û jehrî dikin. Wek malbatên şehîdan kezeba me dişewite. Ev çek ne di demê Adolf Hitler de û ne jî di ti deman de nehatine bikaranîn. Kesên ku dibêjin em mafên mirovan dibparêzin li kûderêne? Kesên ku dibêjin em li dijî kîmyabaranê ne, çima bêdengin? Niha her cûre çekên kîmyawî û çekên giran tên bikaranîn kesek dengê xwe nake. Dewleta Tirk îro çekên kîmyawî û nukleerî li çiyayên Kurdistanê li hemberî zarokên me bikartînin.”

‘Êdî bese!’

Herî dawî Hamid Otun ev bang kir: “Em li cîhanê daxwaza mafê xwe dikin. Rêber Apo ev 24 salin di girtîgeha Îmraliyê de tê ragirtin. Li Îmraliyê çûkek diçe ser darekî, wê darê dibirin, çima ji cîhanê giştî re maf heye, ji me Kurdan re nîne? Em bang dikin, wek malbatên şehîdan divê em bêdeng nemînin û dakevin qadan. Zarokên me tên jehrîkirin û xwezaya me tên şewitandin, divê kesên ku bêjin em mirovin bêdeng nemînin û ji van çekên kîmyawî û bombeyên taktîk nukleerî re bêjin bese!”



Yorum Gönder

0 Yorumlar