Ticker

10/recent/ticker-posts

Şandeya YNK’ê serdana konê sersaxiyê yê Fermandar Diyar Norşîn kir

Şandeya YNK’ê ya herêma Mexmûrê serdana konê sersaxiyê yê gerîla û fermandarê HPG’ê Diyar Norşîn kir. Şandeya YNK’ê di dema serdanê wiha ragihand: “Em weke YNK li ser fikra Mam Celal û Rêber Apo dimeşin. Em ne li dijî ti netewanin, em li dijî dagirkeranin.”

Şandeya YNK’ê ya herêma Mexmûrê serdana konê sersaxiyê yê gerîla û fermandarê HPG’ê Diyar Norşîn yên li Wargeha Penaberan a Mexmûrê hatî danîn kir.

Li ser navê şandeyê Berpirsê malbenda 20’an a herêma Mexmûrê Xazî Feysel axivî û destpêkê sersaxî li malbatê da. Faysel di dewama axaftina xwe de da zanîn ku ev şehîd ne tenê şehîdê PKK’ê ye, yê tevahî gelê Kurdistanê ye û wiha got: “Dijminê me yeke. Ji bo wê jî divê em hemû bi hev re yekîtiya xwe çêbikin û berxwe bidin da ku em bikaribin her çar parçeyên Kurdistanê rizgar bikin. Hêvî û daxwazên me wek Nîştîmanî Kurdistan û PKK, her wiha hemû gelê Kurdistan jî ewe ku em bigihin vê armanca xwe. Em weke YNK li ser fikra Mam Celal û Rêber Apo dimeşin. Em ne li dijî ti netewanin, em li dijî dagirkeranin. Her wiha em weke YNK û PKK yekin û xaka xwe diparêzin.”

Her wiha Mamosta Hecî Kaçan jî têkildarî yekîtiya gelê Kurd û Kurdistanê axivî û diyar kir ku metirsiya ku li ser gelê Kurd heyî hêjî didome. Eger em parçe bin û belav bin wê ti yekîtî û hêza me nebe, eger yekîtiya me hebe emê bihêzbin û emê bikaribin hemû planên dijmin yên li ser gelê Kurd vala derbixin û destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatîn bi destxistin biparêzin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar