Ticker

10/recent/ticker-posts

Şêniyên Mexmûrê serdana konê sersaxiyê yê Şehîd Diyar kirin

Xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê çûn serdana konê sersaxiyê yê ji bo gerîla û fermandarê HPG’ê Diyar Norşîn (Feyzî Kaya) hatibû vedan. Di dema serdanê de malbata Şehîd Diyar got: “Em wek malbat bi şahadeta Şehîd Diyar serbilindin. Em soz didin Diyar û rêhevalên wî em ê heta dawiyê ji bo bicihanîna xeyalên wan yên ji bo azadiya Rêber Apo, li ser vê rêyê bimeşin.”

Fermandar Diyar Norşîn (Feyzî Kaya) ku di 20’ê Cotmeha 2021’an de li Zapê di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibû, li Wargeha Mexmûrê konê sersaxiyê hat vedan.

Xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê çûn serdana konê sersaxiyê yê ji bo gerîlayê HPG’ê Diyar Norşîn (Feyzî Kaya) hatibû vedan. Beriya ku axaftin werin kirin, di kesayeta Şehîd Diyar Norşîn de ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê xelkê wargehê Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Yusuf Kara axivî.

Yusuf Kara di destpêka axaftina xwe de hemû şehîdên doza azadiyê bi bîr anî û wiha peyîvî: “Di kesayeta Diyaran de em hemû şehîdên doza azadiyê bi taybet şehîdên meha Tîrmehê bi bîrtînin. Em dibêjin soza ku wan bi canê xwe, bi fedayî bûna xwe ji bo axa xwe, welatê xwe, zimanê xwe bexşandî û bêyî dûdilî li dijî dijminê qirker, xayîn û nemerdan ji bo bikaribe civaka xwe azad bike şerkirin û canê xwe feda kir. Eger îro li ser me nikarin hesabên 1923’an bikin, keda van pakrewanan û Rêber Apo ye. Ji bo wê em dibêjin şehîd wê ronahiya me be, wê hêz bide me û dide me jî. Li ser vî bingehî em dibêjin bila serê Rêbertiya me, serê malbata hêja, rêhevalên wî û tevahî gelê Kurdê azadîxwaz saxbe.”

Li ser navê malbatê jî xwişka Şehîd Diyar, Bêrîvan Kaya axivî û destpêkê xêrhatina gelê amade kir û wiha got: “Ji bo min li ser şehîdan axaftin ne ewqas hêsane, hele ev parçeyek ji canê mirov be gelek zore. Ez dixwazim bi gotina Diyar ya ku li pêşberî gelê wargehê gotî destpê bikim. Diyar dema ku soz dayî, got; ‘Ez xwe dikim diyarî ji bo Rêber Apo’, xeyala wî azadiya Rêber Apo bû. Diyar pir dilnizim û nazik bû, carnan min jê re digot tû bi vî dilê xwe yê nazik çawa li beranberî dijmin şer dikî? Digot tû nizanî çiqasî kîna dijmin didilê min de dijware, wan çiqas rêhevalên min, egîdên min ji kêleka min birine. Dema ez van gotinan tînim bîra xwe ez bi şahadeta wî serbilindim, em wek malbat bi şahadeta wî serbilindin. Em vê sozê didin Diyar û rêhevalên wî, emê heta dawiyê xeyalên wan yên ji bo azadiya Rêber Apo li ser vê rêyê bimeşin.”

Piştî axaftinan dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Şehîd namirin’ hatin berzkirin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar